Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pkk-Pyd û xirecira dîrokî

 


Qado Şêrîn

Bi gumana min, kiryarên Pyd li rojava encama zextên Pkk ne, bavê rûhanî yê pyd, çimkî, piştî 30 salî şer û şoreş û bi hezaran şehîd û bidestnexistina tiştekî, iflasa Pkk li tevaya Kurdistanê tekez dike, êdî hemû zext û hêza xwe xistiye ser pişta pyd daku hema li rojava hin maf û serkeftiyan bidestxîne û rûyê xwe spî bike.
Berî şoreşa gelêrî ya miletê Sûrî di 15ê adara 2011an de destpêbike, endamên pyd di zindananên rêjîma Sûrî de bûn, hin caran rêjîma Sûrî ew radestî tirkan jî kirine.


Ji bo wan girtiyan û ji bo azadiya wan, ji bo azadiya wan hevalbend û azadîxwazên kurd  ketin giravên birçîbûnê, li Europa jî kurd ketin giravên birçîbûnê. Lê piştî şoreşê destpêkir, hevkêşa pyd bi rêjîma Sûrî re berevaj û serûbinî hev bû. Raz çi ye?, dîrok her tiştî eşkere dike.
Çalakî û kiryarên Pkk encam û derbirîna têkiliyên wê yên demikî ne, ew li dûr nameyzîne. Wexta têkiliyên Sûrî û Tirkî xweş û geş bûn, endam û hevalbendên Pkk li Sûrî qaçax û veşartî bûn, dihatin girtin û di zindanan de bûn, ana û piştî têkiliyên Sûrî û Tirkî li ser sêlek ji agir in, ji aliyekî ve çalakiyên pkk li Turkiyê gurr bûne, û hin jî pyd li Sûrî gurr û geş bûye.
Şoreşên diktator bi serkeftinan şa nabin, belê tim şoreş ji bo azadî û refahiyeta miletan û di hembêza miletan de rabûne. Pkk-pyd li deng û helwesta gelê kurd guhdarî nekirine, tim wek xwe kirine û tim şaş çûne. Dîroka pkk-pyd tije xirecire, tim bi guman û bi serhişkî bi milet re jiyaye, tim milet ji wan bi gazin e û her wek xwe kirine, û ji ber wê bi ser nakeve, û eger bi ser bikeve jî ewê serkeftinên seqet û demikî bin. Taku serokê pkk li Sûriyê bû, pkk serxwebûn û rizgarkirina Kurdistanê dixwest, di ber wan siloganan de bi hezaran kurd şehîd ketin, lê piştî rêjîma Sûrî ya ana serokê pkk radestî tirkan kir, pkk serûbinî hev bû, serxwebûn û rizgarkirina Kurdistanê bi avê de çû, û daket ziman û xweseriya demuqratîk. Jixwe pkk di dîroka xwe de xwedî li zimanê kurdî derneketibû, zimanê fermî û civakî tirkî bû, û wexta hin partiyên din doza mafên ku ana pkk dixwaze, dikirin, ji hêla pkk ve wek partiyên kartonî dihatin binav kirin û şermezarkirin.
Eger kiryarên pyd bi şêweyê partiyên şimûlî berdewam bikin, ewê miletê kurd ji dest berde, û dûrbûnek dîrokî bikeve navbera wê û miletê kurd, çimkî pyd bi hişkî, tim wek xwe û wek ku biryarên wê ne ji ba wê bin, dike. Êdî bila gotina demuqratîk ji navê xwe rake. Dema diktatoran derbas bû, ana dema li hevdû guhdarî kirinê ye, bila li dengê gelê kurd guhdarî bike eger rast e berjewendiyên kurdan diparêze.
Ji dîroka pkk diyar e ku wê nikarîbû kurdên ne ji rengê xwe, û yên ne bi pkk re hembêz bike û wan li ortê deyne. Heçê li dij pkk derkeve xayîn û xwefiroş e û divê bê kuştin, û ji ber vê yekê û ji ber têkiliyên li cihê gumanan pêşroja pkk-pyd nediyar e.
Pkk-pyd her tiştî dixin xizmeta berjewendiyên partî û serokê xwe, yanî milet dikin bi qurbana berjewendiyên partayetî. Tenê nezanên siyasetê, partiyên şimûlî û yên ku zikê wan li ser miletê wan naêşe wisan dikin. Naxwe tê çi wateyê ku pyd tev li yekîtiya kurdan nabe û kurdên din napejirîne, û tev li şoreşa Sûrî nebe û tim li dij pêla şoreşê meşiyaye. Li Himus û Hema bi dehan zarok tên kuştin, ew li herêmên kurdan ji bo azadiya Ocalan dimeşe, wek ku Ocalan li Qamişlo yan li Şamê girtî be.
Mixabin ku ji kiryarên pyd ên rojane li herêmên kurdan diyar dibe ku biryara wê ne ji ba wê ye. Wisa diyar dibe ku pyd poxê xwe xistiye yên kurdan, kurdên ne ji rengê wê, ew ji kurdan dixwaze kor, seqet, bêhiş, bê helwest û sernixûz li pişta wê bin, bêtir dilmaniya miletê kurd dike, di wexta ku pkk-pyd dikarîbû hemû kurdên rojava hembêz bike, eger bi gavên erênî rabûba, ewê kurdên rojava pyd li ser dilê xwe danîbana. Bêtir bi darê zorê gelê kurd kirin li dijî xwe. Li Dêrka Hemko, Girkê Legê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsyê, Serê Kanyê, Koban, Efrîn û li Helebê hema ku serê kurdekî diêşe, hemû tilî ber bi pyd ve diçin, ew ne ji xwe ve tê. Pyd dimîne tawanbar taku berevajî wê piştrast neke.
Pirs û xirecira li dora Pkk-Pyd ne ji xwe ve ye, her wisa ne ji ana ve ye, ji roja Pkk hatiye damezirandin pirsên mezin li ber navê wê hene û bi xirecire, ava wê ne zelal e.
Eger pkk derbasî Sûrî nebûba û neketiba bin sîwana rêjîma Hafiz Esedê ku serokê Pkk bêtir ji 15salan parast û di dûv re bi hesanî radestî tirkan kir, ewqasî mezin nedibû, dema ket bin wê sîwanê, şek û guman li ba her kesî derbûn û ji xwe re gotin: dêmek silogana ‘’rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê’’ tenê gotin e, yan rêjîma Hafiz Esed ne dagîrkerekî Kurdistanê bû, û ji ber serokê Pkk gotibû: kurdên rojava ji bakur daketine û ji erkê me ye em wan vegerînin warê wan. Lê xuyaye hîn gelek nizanin ku ‘‘rih dibe bost lê dijmin nabe dost’’.
Ewqas şehîd, şoreşa sî salî, ew partiya mezin, û ewqase silogan bi girtina Ocalan re hatin guhertin, û serxwebûn û rêzgarkirina Kurdistanê bû ‘’Xweseriya Demuqratîk’’. Ana îca kêmî wan partiyên ku pkk li ser wan digot kartonî, ana îca pkk kêmî wan dixwaze. Ana Kurdistana mezin di kesayetiya mirovekî de qambostî bûye, li şûna serxwebûn û rizgarkirina Kurdistanê azadiya serok tê xwestin. Êdî ji ber wan her du egeran pkk roj bi roj ji gelê xwe dûr dikeve.
Xirecir û pirsên li dora pyd jî ne ji xwe ve ne, bi dev tiştekî dibêje û li ser xakê berevajî wê dike, çima tenê bi serhişkî wek xwe dike û li gelê kurd bi giştî guhdarî nake, ew bi vê yekê piştrast dike ku ne partiyek demuqrat e, belê şimûlî ye û biryara wê ne ji ba wê ye, û ne wek partiyek ji rojava dilive.
Ji roja serokê pyd Salih Mislim ê ku rêjîma Beşar li asmanan lê digeriya li erdan bi dest ket û tiştek jê nekir, ji Qendîlê daket Sûriyê, ta bi kuştin û birîndarkirina kurdan li ser kontrolên riyan li Efrîn, Basotê û Girkê Legê, xirecir û pirsên mezin li dora pyd peyda dibin.
Li dawî, ne tenê ji pyd re, belê partiyên din jî, bila vekirina dibistan û cîgehan wek serkeftin  nebînin, belê ew zikatên Beşar in, ji qenciyên Beşar tên jimartin, çimkî rêjîma wî hîna desthilat e û nerûxiyaye, Beşar û muxaberatên wî bi qestî çavên xwe girtine.
Eger pyd terorê li dijî kurdan rawestîne û zelal mafê kurdan bixwaze, ez li pêşî, di dûv re hemû kurdên rojava wê li ser serê xwe datînin. Eger hat û cerê avê şikest, bi miqerisî û serhişkiyê nacebire. Derfetên dîrokî jî dubare nabin, êdî bila ji dest we neçe.
08.06.20122


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark