Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serdana Kurdistanê; Festîvala Rewşenbîriya Soran, Festîvala Ceneral Îhsan Nûrî Paşa Û Çûna Lalişa Nûranî - 1 -

 


Konê Reş

Festîvala Rewşenbîriya Soran
   Di navbera serdana min a Kurdistanê eva nû (2012) an de û a dawî (2008)an de, pênc sal derbas bûne. Serdana min a pêşîn di sala 2006 an de bû, dema ku min beşdarî di festîvala (Bedirxaniyan) a sisyan de li Hewlêr kir. Serdana duwem di sala 2008 an de bû, ew jî beşdarîbûna min di festîvala seydayê (Cegerxwîn) de bû.. Û serdana min a sêyem jî di eybê salê 2008 an de bû, dema ku min di roja cîhanî a helbestê de, li bajarê (Akrê) beşdarî kir.. Lê ev serdana min a dawî (Festîvala Rewşenbîriya Soran) li navçeya Soran, bajarê Rewandizê li darket, bi boneya salvegera114’mîn a rojnameya Kurdistanê.. Bi hêvî me ku ne a dawaiya dawî be..


   Bêguman ev her çar festîval an serdanên Kurdistanê, sebaretî min dîrokî ne. Di van serdanan de ez mêvanê hikumeta herêma Kurdistanê bûm û bi vê yekê ez kêfxweş û dilşad im.. Xwezî bavê min sax ba û min çîroka çûna xwe a Kurdistanê û mêvandariya xwe a hikumeta Kurdistanê jêre bigota.. Ew bavê ku di navbera salên 1960 û 1070 î de, her dem li ber Radyo bû, li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikir.. Û gelek caran ji me re digot; Law! Îro pêşmerga afatî bi serê cêşa îraqê de anîne..
Di van her çar festîvalan de, min ew jiyana xwe a qaçaxî avêtiye û wek kurdekî azad, serbest û payebilind, rojên xwe derbas kirine.. Ji ber ku li welatê min, kesên ku bi rast û durist di warê kurdewariyê de xebatê dikin, jiyana wan bi qaçaxî derbas dibe.. û ez yek ji wan kesa me, pirraniya jiyana min bi qaçaxî derbas bûye..
   Sebaretî Festîvala Rewşenbîriya Soran a ku di rojên 22-23-24-25/04/2012 an de li herêma Soran, bajarê Rewandizê hat lidarxistin, cûda bû ji her sê serdanên min yên din.. Eger hin bipirsin çima? Bawer bikin ez jî nizanim çima..?!
   Ev festîval di bin durişma (Bi hev re ber bi serxweyî û paşerojeke geştir: Pêkewe bo serbexweyî û ayîndeyekî geştir), hat li darxistin.. Sê rojan berdewam kir û di roja çaran de, em çûn serdana gora nemiran li Barzan; Barzanîyê nemir û Edrîsê leheng.. Bo min ev festîval xewnek xweş û rast bû û rojên wê dîrokî bûn..
Di vê festîvalê de mîna festîvalên din, ez çav bi dost û hogirên xwe yên nivîskar, helbestvan û lêkolîner ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din û yên ji qefqasyayê hatibûn ketim. Min hin ji wan berê dîtibûn, lê piraniya wan min nedîtibûn.. Di rêka nivîsandinê de, min ew dinasîn. Lê ez çav bi gelekan ji wan neketibûm.. Di vê festîvalê de, min ew ji nêzîk ve dîtin, me bi hev re xwar û vexwar, em bi hev re li Kurdistana azad û serbixwe geriyan û bi hev re, em bi Kurdî keniyan û keniyan..

   Di berbanga roja 19/04/2012 de ji Qamişlo derketim, min berê xwe da bajarê Cerablisê.. Nîvro di dergehê Kerkamiş re derbasî tirkiyê, bajarê Bîreçûkê bûm. Ji wir bi Otombîlê, di Orfa, Wêranşehir, Qoserê û Mêrdînê re derbasî Nisêbînê bûm. Wê şevê li mala mirovê xwe Hisên Akat razam û a dinî rojê, min berê xwe da bajarê Cizîra Botan. Da ku careke din li peytexta mîrekên Botan bigerim.. Bajarê Cizîra Botan bo min, dilê Kurdistanê ye, heca rewşenbîrên kurda ye.. Piştî ku ez giham Cizîrê, min ji xwe re odayek di otêla Mem û Zîn de kirê kir û xwe berda nav bajarê Cizîra Botan. Min da ser şopa Mem û Zînê û çûm serdana gora wan, serdana Medreseya Mîr Evdal, gora Nûh pêxember, gora Îsmaîl Ebû Eliz Elcezerî, Medreseya Sor, gora Melayê Cizîrî û di pey re pêleke baş li Birca Belek geriyam û di çîrok û çîvanokên ku têde dihatin gotin ponijîm..
   Danê piştî nîvro min berê xwe da Rezê Mîra, Şaneşîna Mîr û Westanî (Parka Cizîrê), bi rêkê de çav bi dostê xwe Mustefa yê kevin ji xelkên Cizîrê ketim.. Dema me hev û din dît, camêr xwe zerkir min û me hev maç kir... Di heyamê ku kak Mustefa li Qamişlo bû, min ew bi navê Mustefa nasdikir, lê hingê min naskir ku navê wî yê rast Mihemed Dîlan e. Piştî derbeya Kinan Everîn di elûna 1980î de, ew ji tirkiyê reviya bû û hatibû Qamişlo.
   Hingî navê xwe guhertibû.. Dema ku li ber dergehê parkê em çav bi hev ketin, ji min re got; tu û van deran..?! Û careke din bi min re vegeriya parkê.. Ez birim cem komek ji heval û hogirên xwe yên ku ji PDKB bûn. Piştî suhbetek xweş, camêran ez birim seyrangeha Qesrika Gelî.. Me şevbuhêrkek xweş li Qesrikê derbas kir, ta ku em derengî şevê zîvirîn Cizîrê.. Ji dil spasiya wan biraderên ezîz dikim.

   A dinî rojê (21/04/2012), dor saet 2 otobusa hevalên min yên nivîskar û rewşenbîr ji Amedê gihîşt Cizîrê. Ewên ku ez bi wan re sozdayî bûm bo Festîvala Soran ku, em bi hev re derbasî Kurdistanê bibin.. Ew jî ev bûn: Helbestvan Arjen Arî, Sertac Bucak (Ji Enistîtuya Diyarbekirê bo lêkolînên siyasî û civakî û kurê şehîdê nemir Fayiq Bucak), Seîd Çîçek ji Partiya Bakur, Arif Sumerkan, Dicle Anter, Reşa Anter, Ferat Dengizî… Berfîn Aydogan, Xeca Omerî, Xeca Komel, Xangul, Omer Faroq.. Di gel weşanxaneya Avesta bi serokatiya Songul Keskîn, weşanxaneya Ronahî bi serokatiya nivîskar Mihemed Ronahî û weşanxaneya Nubihar û weşanên wê yên xweş.. Û wiha em di Silopî re derbasî Îbrahîm Xelîl bûn. Li Îbrahîm Xelîl bi dîtina çiyayê Bêxêr re, ku bi darên beriwan şîn dikir, min naskir ku Kurdistana başûr ber bi xêrê ve diçe.. Bi derbasbûna di ser pira Pêşxabûr re û dîtina ku nîvê pirê ji rexê tirkan ve ku sor e û nîvê din yê bi ser Kurdan ve ku zer e, ez hisiyam ku asoyê Barzaniyan ji perçê başûr mezintire.. Jixwe ew ala Kurdan ya ku li hemberî ala tirkan liba dibû, ez mest kirim.. Nexasim pêşwaziya wî polîsê Kurd yê ku ji me re got; hûn bi xêr hatin bo welatê xwe.. Van yekan hişt ku tevzînok bi laşê min ve hilkişin û ji heyecanê, min xwe zerî wî polîsî kir û ew maç kir.. hevalên min jî wek min, ew maç kirin.. Bi derbasbûna Kurdistanê re û pêşwaziya helbestvan û nivîskarê Zaxo kak Beyar Bavî yê ku hatibû pêşiya me, ew jiyana min a qaçaxî hat guhertin û wek neferekî azad, serbest, bêtirs û saw, min ji kêfa re ev helbesta Cegerxwîn bi vî şêweyî guhert û got:
Hilkişîme çûme xwarê, herdû rex min çiya, geylî û rez
Bi kêf û şahî, serbilindî va diçme Kurdistanê bi lez..

   Derengî şevî em gihiştin herêma Soran, bajarê Rewandizê, seyrangeha Pankê a ku jêre dibêjin(Şengilban). Li wir, em ji rex komîta amadekar a festivalê ve hatin pêşwazî kirin, di serê wan de kak Meaf Menaf Barzanî (lêkolînerê edeba kilasîk û rêveberê pirtûkxana giştî a Soran), Kakşar Oremar (lêkolîner, nivîskar û xwediyê Navdarên Kurd), Dêrsim Oremar (rojnamevan) û yên mayî.. Sed mixabin ku navê tevan nayê bîra min..
Li seyrangeha Pankê ez çav bi dost û hevalên xwe yên nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û helbestvan ketim, ewên ku ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din, sovyêta berê û ewropa hatibûn festivalê wek: Cemal Xeznedar, Kake Mem Botanî (Serokê nivîskarên Kurd), Dr. Îzzeddîn Mustefa Resûl, Abdullah Zengene (Serokê Rojnamevanên Kurd yê berê), Dr. Azad Ebêd (Ji zankoya Selaheddîn, beşê dîrokê), helbestvanê mezin Şêrgo Bêkes, Dr. Ferhad Pîrbal, Qubad Çelî Zade, Felekeddîn Kakayî, Dr. Mihmed Salih cuma, Dr. Bedirxan Sindî(Bilbilê Badînan), Sînemxan Bedirxan, Azad Selah Saadellah, têkoşer Yaşar Kaya û kebaniya wî, Edîb Çelkî (Xwediyê Helbestên Çil Awaz), Rêbwar Sîweylî, Şêrzad Hesen, Beroj Akreyî, Hîwa Qadir, Selwa Gulî, Îsmaîl Xurmalî, Muhsin Qizilcî, Sero Qadir, Zaduq Adem, Hesen Silevanî (Serokê yekîtiya nivîskarên Kurd, leqê Duhokê), Mihemed Ebdellah, Selam Balayî, Îsmaîl Hacanî, Rêkêş Amêdî, romannivîs Jan Dost, Dr. Îzzeddîn Temo, Dr. Îbrahîm Mehmûd, Dr. Mihemed A. Kakasorî (Cîgirê serokê komela rewşenbîrî a dîroka Kurdistanê), Dr. Xeyrellah Acar (Serokê beşa ziman û çanda Kurdî di zankoya Mêrdînê de), Mihemed Rezan Ekincî (Ji Zankoya Mêrdînê fakulta dîrokê), Dr. Abdulrehman Adak (Serokê beşê ziman û edebiyata Kurdî di zankoya Mêrdînê de), Azad Mihemed Emîn(Serokê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê), Salihê Kevirbirî (Rojnamevanê çeleng yê ku ez wî wek pêşmergekî bajaran dibînim, Xwedê yên wek wî di nav me de pirr bike..), Fatma Sawcî, Mîrhem Yegit, Mihemed Ronahî (Nivîskar û xwediyê weşanxaneya Ronahî li Amedê), Koroxlî (Xwediyê weşanxaneya Doz li Stenbolê), Hemîd Qartal, Dr. Kinyaz Îbrahîm (Ji Kazaxistanê, bajarê Amaata û xwediyê kovara Nûbar), Tîtalê Keremê Seyad (Rojnamevan û xebatkarê Radyoya Yerîvanê li Ermenistanê û sernivîserê rojnameya Riya Taze), Dr. Mihemed Salih Îbrahîmî Şepol (Profsorê zankoya Tehranê, beşê zimanê Farisî û Erebî), Mihemedê îbrahîmî Şepol (Mamosteyê Zankoya Tehranê), ٍٍٍSiware Fettûhî (Nivîskar û rojnamevan ji Mehabadê), Hesen Şûcaî (Nivîskar û rojnamevan ji Ormiyê û peyamhinêrê Ktv), Ezîz Nemetî (Nivîskar û mamostayê zimanê ingilîzî), Hejar Aryanfer (Berpirsê centerê lêkolînên Enstituya kulturî, hunerî a Ehmedê Xanî li Ormiya), Ayhan Ormiya (Nûser û şanoger ji Ormiya) û hwd  

Her wiha jî çav bi gelek dostên xwe yên kevin ji ola me a Êzidiyan ketim wek; Zêdo Baedrî (Berpirsê pêwendiyên komela Kurd û Elmanan/Bottrop), Liqman Silêman (Rojnamevan ji Şêxan û Laliş), Şemo Qasim Denanî (Serokê Komîta Rewşenbîrî a Bingehê Laliş li Duhokê), Şêx Şamo Şêxo (Serokê Bingeha Laliş li Duhokê) û gelekên din..

Ji Dengbêjan: Gulistan Perwer, Ezîz Şaroxî, Delîl Dîlanar, Heme Reûf Kerkûkî, Behcet Yehya..

   Piştî ku me li aşxaneya Pankê ya ku ji rex Anterê Anter kurê Apê Mûsa Anter ve dihat bi rêvebirin, şîva xwe xwar, Vêlla li me belavkirin, camêran Vêlla (Vîp1) dane min û herdû hevalên min; Sertac Bucak û Seîd Çîçek. Berî ku em herim Vêlla xwe, ji kêf û şahiya Kurdistanê re, me bi Anterê Anter û hevalên din re ta derengî şevê xwar û vexwar.. Paşê ez û herdû heval çûne Vêlla xwe bo razanê. Vêlla me gulover û du qat (Dubleks) bû, her qatek bi hêwan û odeyek razanê û serşok bû. Herdu hevalan Sertac û Seîd wek rêzgirtinê ji min re, qata jorî dane min û ew li qata xwarê man. Yê min ji ber westandina rêka dirêj û kêf û şahiya heval û hogiran li Kurdistanê û vexwarina meyê, ez ji hawhaw ve ketibûm, dema ku min serê xwe danî ser palgehê di cih de dixew re çûm, wek tu kevirekî bavêje binê bîrekê, bibûm wek termekî..
   A dinî rojê 22/04/2012, dor saet 7ê sibehê, ji xew şiyar bûm, min li dor xwe mêze kir, min dît ku ez ne li mala xwe me.. Ez li malekê me bi tev tiştên xwe ve ji mala min bi cuda ye; textê ku ez li ser razayî me bi du palgeha ye, hêtên dîwar bi perdeyan xemilandiye, çente û pêlava min li wê navê avêtîne.. Ji ser text daketim, ber bi perdeyekê ve çûm, min ew perde da alî û mêze kir, çi bibînim; çiyakî bilind, bi şîndarên beriwa û şîpên berfê neqişandiye.. Min li paş perdeya din mêze kir, çiyakî ji wî çiyayî bilindtir dît, ku ew jî bi darên şîn hatiye raxistin... Di pişt perdeya din re, min banekî şîn wek xaliyeke heftrengî ku bi dar û ber û kulîlkên rengîn neqişandiye û di nav de cotek kew û ferek tiltivîk diçêrin..! Di pey wî banî re serê geliyekî xuya dikir û serê çiyakî ji dûr ve ber bi asman ve bilind dibû..
   Piştî ku min ev dîmenên spehî û bedew, yên wek xewnan dîtin, min careke din çavên xwe di wê odeyê de gerandin, min deriyek dît, derbasî wî bûm, çi bibînim ku, serşokek şûştinê ye, bi eynik û cureyên sabûn û paqijiyê dagirtiye.. Hingê min ji xwe re got; heye neye ev buhişt e..!Ji ber ku di kultura  îslamê de em wiha hatine fêr kirin; cihê ku bi av, dar û şînahî be wek bihuştê ye û navê buhiştê û horiyan bi hev ve girêdayîn ye.. Vêca wek henek min ji xwe re got; helbet wê horî jî li vir hebin.. De ka ez ê li horiyan bigerim.. ! Di wê kêlîkê de çavê min li derncakê ket ku dadikeve xwarê.. Min da pey wê derencê û ji xwe re got, dibe ku horiyan xwe di dawiya vê derenceyê de veşartibin.. Bi pelpelûkên derenceyê ve daketim xwarê û min di bin xwe re mêzekir; ku vaye Sertac bi gewdê xwe yê gir û boqên simbêlên spî û porê weşyayê li ser kursiyekî rûniştiye li TVyê temaşe dike û Seîd Çûçek wek destmala ser destan, du fincanên qehweyê di dest de ne.. Min ji jor ve bi henekî bang li wan kir û got: Kanî?! Herdiwan matmayî li min mêze kirin û gotin kanî çi Konê Reş?!! Min li wan vegerand û got, kanî horî.. Herdu keniyan û gotin; willeh yabû ev dever bihişt e..
   Sebaretî min û wiha dîmenên xweş, xerîb bûn, min wiha çiyayên bilind, bi berf, gelî û şînahî nedîtibûn, ez ji beriya Mêrdînê, ji nav toz û tirabêlka Qamişlo û Doda çûbûm.. Vêca wê xwerista Xwedayî, bi xeyalê min list û ez ji dinyakê birim yeke din..
   Paşê min li navê wan çiyayan pirsî, ji min re gotin: Ev çiyayê bi şîpên berfê neqişandî çiyayê Helgurd e, evê din yê Zozik e û evê ha çiyayê Korek e, yê ku TVyek û Telefon bi navê wî hene û ev çiyayê din Hinedrîn e û evê bilind û bi saw çiyayê Biradost e û geliyê ku di bin re xuya dike Geliyê Elî Beg e û ev kaniya avê a ku ava wê spî dike û bi xumexum di serê Geliyê Elî Beg re diherike, kaniya Bêxal e û rêka bi fetlînok wek mar, rêka Hamilton e, ji Hewlêr diçe ta bi Îranê..
 
   Di sibeha 22.05.2012 an de programê festîvala me di (Peymangeha Huner û Ciwanekanî Rewandiz)de, bi gotina kak Kurmanc Îzzet(Qayimqamê Soran) dest pê kir.. Di pey re Azad Hemedemîn(Neqîbê Sendikaya Rojnamevanên Kuristanê) gotinek xwend û di pey wî re jî Kakemem Botanî(Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd)gotina nivîskaran got.. Di bêhinvedanê de çav bi emîre Sînemxan Bedirxan û kurê wê mamoste Azad Selah Saadellah ketim, piştî ku me bi germî hev hembêz kir û çend gilî û gazin ji hev kirin, min silav li mamoste Felekeddîn Kakayî kir, yê ku dostaniya min pêre ji mêj ve ye û rêzgirtina wî li bal min mezin e.. Wiha jî min welatiyê xwe Dr. Mihemd Salih cuma dît, bi germî me silav li hev kir û min soz dayê ku li Hewlêrê lê bibim mêvan da ku em karekî hevbeş bi hev re bikin.. Lê sed mixabin ji ber festîvala General Ihsan Nûrî Paşa a li Duhokê ku beşdarbûna min têde hebû, ev projê çûna min a Hewlêrê neçû serî.. Û wiha min gelek ji dost, yar û hogirên xwe yên ku ji Hewlêr hatibûn festîvalê, di wê bêhinvedanê de dîtin.. Jixwe berî ku em herin festîvalê, min qehweyek xweş bi helbestvanê gewre Şêrgo Bêkes re li Pankê vexwaribû yê ku ez wî wek stûnekê ji stûnên Kurdistanê dibînim û bi germî min helbestvan Dr. Ferhad Pîrbal maç kiribû û çend gotinên şêrîn di nav min û helbestvan Qubad Çelîzade de hatibûn gotin..
   Û wiha festîvala me sê rojên dagirtî bi xwendina gotarên li dor rojnamegeriya Kurdî, 114 saliya derçûna rojnameya Kurdistan, problem û astengên di pêş rojnamevanên Kurd û guhdariya stranan, temaşekirina tabloyan û gera di pêşanga pirtûkan de derbas kirin û şevên me bi gotûbêj û hevdîtinên heval û hogiran- wek xewneke xweş- dagirtî bûn.. Di dawiya festîvalê de diyarî li me belav kirin.. Di roja çaran de (25.04.2012), me berê xwe da Barzan, ser gora nemiran û ji wir ez û kak Arjen Arî û kak Tîtalê Keremê Seyad zîvirîn Duhokê, Bûka Badînan.

Li Barzan, destpêkê em çûn ser gornên Enfalkiriyan.. Paşê em ji rex çend neferên malbata Barzanî a pîroz ve hatin pêşwazî kirin û em bi hev re çûn ser gora nemir Barzaniyê zindî (Bavê gelê Kurd) û gora Edrîsê leheng.. Li wir min helbestek dirêj di şan û pesnê Barzaniyê nemir de xwend.. Bi min xweş e ku ez çend malikan ji wê helbestê bo we raxînim.. Bi min xweş e jî ku ez spasiyên xwe ji van kesan re pêşkêş bikim; mamoste Kurmanc îzzet, Kakşar Oremar, Meaf Barzanî û Anterê Anter, Salihê Kevirbirî, Dêrsim Oremar..
Fermo çend malikan ji wê helbestê bixwînin:

Bazo..!
Di hatina ser gora te de
Pêlên evîna şop û şûna te,
Bêrîkirina nav û dengê te,
Serborî û rêbaza te,
Li ber çavê me
Diraqisin û semayê dikin..
Di guhê me de
Bi zingezing in û
Bîr û baweriyên me
Di bin navê te de
Di bin yek;
Ey amadeyê
Di nav me de
Mîna rokê...!
Ey dara çinarê, dara beriwa
Dara bi hêl û hêz..!
Va em di bin siya navê te de
Xwe diparêzin,
Ji berê te,
Xweş fêkî û êmîşî
Dixwin, bi navê te
Xwe paye dikin û
Pê sûnd dixwin..
 
Bazo..!
Di vê serdanê de
Welat dikene..!
Gulistan û daristanên wê
Bi ava (Êlûnê)
Têne avdan,
Qesir û qunaxên wê,
Bi lat û zinarên
Derbendîxan, Zozik, Soran û
Baziyan bilind dibin..
Navê Xanî û Bedirxan,
Hefîd û Goran,
Bi tîpên zêrîn
Di sînga welat de
têne nivîsandin..
 
Welatîno werin, tev werin!
Em bi hevre serboriya BARZANIYÊ nemir
Bixwînin;
Ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî,
Peravê Aras, Şoreşa Êlûnê,
11ê Azarê û ta bi
Gulana  rengîn…
…..     …..    …..

Qamişlo, 27.05.2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark