Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derewēīn

 


Yasîn Hisên
Amûdê

Wekî her kesekî ji welatekî ku wêran dibe, her roj ez jî li ber televizyona û serxwar li ser kompyotera xwe dixwazim kêlîk bi kêlîk binasim çi li welêt dibe. Gelo wê kengî bidawî bibe?
Duh, dîsa programa min î rojane destpê kir. Vê carê keça min ya temen çar salî di himbêza min de bû, ew wê jî çavên xweyî hûrik mîna min ziq xistibûn kompyûter de.
Mixabin, yekemîn dîmen, dîmenê zarokên Hole bû, termê wan rêzkirî, xwîn bi ser sere wan de rijyayî, mejiyê wan derketî, dewsa kêrê hovan li ser bedena wan.


Wekî her car, keça min dest bi pirsên xwe kir:
- Bavo, ev çi bi vê keçikê hatiye?

Carcaran min derew lê dikir û min digot: Keçka min ava ba`cana bi ser de rijyaye. Lê vê carê zimanê min negerya ez vê bersivê jî bidim, hema zû zû min kompyûtera xwe vemirand û min ew bê bersiv di cih de hižt.

Ez bawer im ku em hemû di vê rewžê de derbas dibin û her yek ji me divê derewekê bike, anku bi ser derewê ku em li zarokên xwe dikin, em derewa li xwe jî dikin.
Hunermend, sitranekê li ser kužtinê diafirîne. Peykersaz, peykerekî ji kužtiyan re çê dike. Nivîskar, divê li ser rewža kužtinê binivîsîne. Helbestvan, divê helbestên xwe li gorî kužtaran biafirîne. Siyasetmedar, divê daxuyaniyan li ser kužtinê bidin.

Weha, em di nava kužtinê de dijîn. Em hemû rengên wê dibînin, ji teqînan, ji serjêkirinê, ji destbirrînê, ji zimanjêkirinê, ji çavderxistinê, ji tižtin din ku ne ziman û ne pênûs nikarin wesfa wan bidin.
Gelo divê mirov berî mirinê di kužtinê re derbas bibe heta ku bighêje pileya rehma mirinê? Gelo kesî ji me hesabê vê rewžê kiribû? Yan jî divê rojane em çiqas derew li zarokên xwe bikin? Ma wê ev derewên me, wê me ji pêžerojê xelas bikin?

Kužtin bisekinînin ji bona em hemû nebin derewçîn…! Da wekî min em zarokên xwe ji ava ba`cana jî netirsînin…!


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark