Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Silavname bo Kongireye salane yê KOMKAR - 2012

 


Gelî birêzan,
ji bo vexwendina Navenda PENa Kurd bo kongireyê We yî salane em silav û spasiyên xwe yî dilînî ji amadekar, xebatkar û beshdarên kongire re pêþkêþ dikin.
Ji ber hin mercên taybetî mixabin me nikarî em îro werin, di kongireyê We de beshdar bibin, bi dîtina We sha bibin û di gengeshiyan de amade bibin, ji ber vê yekê em daxwaza lêbûrînê dikin û hêvî dikin, ku Hûn beshdariya me bi vê silavnameyê bipejirînin.


Rêxistina me, Navenda PENa Kurd, rêxistineke nivîskarî kurdistanî serbixwe ye, ya ku li ser qada navneteweyî ji bo parastin û bipêþvebirina ziman û wêjeya kurdî dixebite.
Endamên wê nivîskar, wergêr, rojnamevan û weþangêrên kurd ji hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welêt in. Endamên me yî ne kurd jî hene, ew li sernaserê cihanê heval û dilsozên ziman û wêjeya me ne.
Navenda PENa Kurd endama Navenda PENa Navneteweyî ye, ya ku 147 PENên neteweyên din heta niha endamên wê ne.
Navenda PENa Navneteweyî li cihanê bi giþtî ji bo parastina peyva azad, ji bo aþtiyê, ji bo mafên zimanan, ji bo mafên jinê, û ji bo berdana wan nivîskaran ji zîndanan, yên ku ji ber derbirîna ramanên xwe di zîndanan de girtî ne, dixebite.

Gelî birêzan,
Yekîtiya Komeleyên Kurdistan - KOMKAR yek ji rêxistinên Kurdistanê yî sereke ye. Em bi xebata têkosherên wê gelekî serbilind in.
Vê dezgeha Kurdistanî ji roja damezrandina xwe ve bi ser hemû mercên dijwar de karî bê didilî xebata xwe berdewam bike.
Ev yek jî bi saya serê têkosherên welatparêz, yên ku di bin mercên jiyanê yî gelekî dijwar de vê xebatê berdewam dikin.
Em bi dilgermî dengên xwe didine van welatparêzên gelê xwe û bi wan re di yek helwestê de ne, ku baweriya me yî bê didilî bi mafên gelê kurd û berdewamiya xebata me wê bê chare me bigihêne armancên neteweya me ji bo welatekî azad û dêmokratî.
Em careke din spasiyên xwe ji bo vexwendinê dubare dikin, û ji kongire re seketinê dixwazin.

Navenda PENa Kurd
26.05.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark