Di van rojên dawî de ji rex (Weþanxaneya
Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Þikakî ya bi navê (
Antolojiya Helbesta Kurdî Ya Nûjen) hatiye weþandin.
Helbestvana kurd ya jin Evîn Þikakî li ser jinên helbestvan yên kurd lêkolînek çêkiriye û antolojiyeke helbestên jinan ya li çar perçeyê Kurdistanê amade kiriye.
Ev xebat bi navê “
Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin” hatiye weþandin.
Di vê pirtûkê de ji helbestvanên Soran bigirin heya yên Kurmanc gelek jinên helbestvan di nav de cih girtine.
Di antolojiyê de Þikakî kiriye ku ji bakur, baþûr heta rojhilat cih bide hemû helbestvanên jin ên kurd, wan bi xwendevanan bide nasîn û hin helbestên wan jî têde çap belav kirine.
Destpêka pirtûke, bi spasiya helbestvana hêja Evîn Þikak destpêdike, wê spasiyên xwe pêkêþî van helbestvan û nivîskaran kiriye; Xalid Cemîl mihemed, Berken Bereh, Arjen Arî, Mesûd Xelef û Dilþa Yûsif. Di pey re helbestvan Berken Bereh wek pêþgotinekê di bin navê (Pênûsên Kubar û Nazik) de, pesnê pirtûkê daye.. Ji nû pêþgotina helbestvana me Evîn Þikakî destpêdike..
Pirtûk li ser çar beþan hatiye parvekirin; Bakurê Helbestê, Baþûrê Helbestê, Rojavayê Helbestê û Rojhilatê Helbestê.
Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin ji 424 rûpelan pêk hatiye, di weþanxaneya Ronahî de, di bin nemra 31 ê de li Amedê hatiye çap kirin.
Em jî, di roja Zimanê Kurdî de ku 15 gulanê bû, vê pirtûkê li tev xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikin.