Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

 


Melevan Resûl

 Em li perwaza dirûnin, hîn dibin zar û hevok
Va li destî xam û xêze, fisqê zeytûn û kevok
(ey reqîb) sultan û þahe, her bi pendê devliken
Gav bigav dewran li ba tê, þev diçê nû tête rok
Herçendî me cejn û þahî û sersal hebin jî , lê roja zimanê kurdî mezintirîn cejn û þahiye ji miletê me re .


Heger giringiya zimanê kurdî nebûya ? wê Ehmedê Xanî ji kamalê bê kemal nemaba , û Eliyê tirmoqî ne kira qîr û hawar , û Bedirxaniyan tîp û giramera kurdî saz nedikirin ?
Yan jê Mokeryanî rexne li kesê bi zimanê xwe nezanibin nedikir û negota ku ew kes ne ji piþta bavê xwe ne û yan ji dêle dêyekî welidî ne !.
Ji ber vê yekê zimanê kurdî ne ji bo pênasîna rewþenbîrî û ferhengî ye , helbete ji wê zêdetir e , ew dibe hîmê bingihîn di naskirina netwa kurdî de , her çiqasî rîjêm destûra hînkirina zimanê me nade jî û di encamê de netewa kurd ber bi asîmilekirinê ve tajo , lê cihê xemgîniyê ye dema ku çalakvanên rewþenbîrî û siyasî dibin destek di pêkanîna projeyên tunekirina netewa kurd bi xemsarî û bêguhdana wan ji çand û tore û wêjeya kurdî re , bobelatek mezine dema mijarên ziman newin parastin û pêþxistin .
Di vê dema nuha de em xweþbînin bi guhdana ji zimanê kurdî re di riya vekirina navendên rewþenbîrî, çandî û saziyên perwerdeya zimanê kurdî di seran serî rojavayê kurdistanê de .
Di baweriya min de , hînbûna zimanê û wêjeya kurdî erkek netewî ye , sincî ye , wijdanî û mirovî ye , heger xwedî lêderkitin çê bibe , bi serê xwe ew serkeftineke di pêkanîna mafê rewayê gelê kurd de .
Di vê qunaxê de pêwistiya me bi ragihandina kurdî heye, her weha banga min ji bo hemû xemxwerê wêje û zimanê kurdî re heye ku nivîskar û rewþenbîrên me berê xwe bidin xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û li doza netewa xwe xwedî derkevin di riya destnivîsên bi zimanê kurdî di hemû alavên ragihandin û çapemeniyê de , çimkî dem hatiye û ezmûn amadeye em mafê xwe wergirin , bila tu carî hêviyên me bi desthilatê newe (çi kevin û çi ya were) ku derfetê bide ji bo pêþxistina çand û wêjeya kurdî  , maf mafê meye û birîn jî birîna miletê meye , heger zanyar û rewþenbîrên me bi vî erkî ne rabin ew tewaneke li hember hebûna netewa kurd tê kirin û her sal zimanê kurdî xase û petî bimîn e .
 
14/5/2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark