Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Siwarê hespê xelkê peya ye

 

Ezîz Xemcivîn

Ji gotinên pêþiyan ên bav û kalên me xweþtir û bicîtir nînin..dema ko nivîskarek, helbestvan, roman nivîsek an stranbêjek bi zimanê xwe hestên xwe derdibirîn dike, çiqasî ne li asta afrandinê be jî, lê sûdakê digihîne tore û zimanê xwe..


helbet naxwazim bêjim ko her nivîsîn baþ e, an bicî ye; lê merov bi giþtî bi dareke piçûk di xaka tore de biçîne, bê guman ew dar heger ava rind û roka seza bigihê wê rojekê ji rojan bi mezinbûna xwe nav û dengiyekê bide..
Lê ne ko dibêjim bera nivîskarên me bi zimanê din nenivîsin, ev bi xwe þaþtiyeke din e, ji ber hinek ji nivîskaran afirandinê di zimanê beyanî de jî dikin.. sedemê evê mijarê jî ew e ko ta niha zimanê me bi rengekî akadîmî nehatiye fêrkirin û bandora fêrbûna me bi zimanê biyanî li ser me em bêjin nebêjin heye..
Dixwazim mebesta xwe ji evê gotarê bêjim ko min li ser stranbêjên kurdan anî ên bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî distirên mînak rehmetiyê Ehmed Kaya, Hûlya Avþar, Mahzûn, Ismet Reþîd û Rêber Wehîd….h.d
Her yek ji wana cuda cuda dibêje ez kurd im û karim bi kurdî bistirêm, baþ e dema evana bi kurdî bi çavên dilbera xwe re bipeyivyana, dema bi kurdî li derya hestên dilberê avjeniyê bikirana, tekez wê li bal xort û keçên me ên ko li stranên Erebî, Tirkî û Farisî guhdarî dikin û bi taybetî nifþê Setalat û Internet, wê çiqasî guherîn bi wan re çê bibe; çimkî gotina kurdî bi þîrê diya xwe re noþandine û pêsîrên ewê diyê herdem germa welat, azadî û evîna kurdewariyê guhastiye hiþ û damarên merov.. lewra ez hez dikim ko hemû stranbêjên kurd tev ko dizanim evê gotar û bangê naxwînin, lê dibe ko bibihîzin lê divê bêjim hêvî dikim ko herdem strana kurdî bigihînin guhdar û hezkerên xwe..
Sedemê nivîsîna min li ser evê babetê kasêta nû a hunermendê kurd Rêber Wehîd e, a ko ji aliyê dezgeha sema de hate weþandin Rêber Wehîd hunermendekî kurd ji bajarê Qamiþlo ye lê ta evê dema dawî bi zimanê Erebî distrand, ew xortekî jîr û deng xweþ e, û gava yek wisan be û li hêlekê ji dibistana hunermendê mezin Seîd Yûsiv û rehmetî Mihemed Þêxo be gelo çi kêmî wî heye an çima wê here bi zimanê Erebî stranên xwe bibêje; tev ko ez ne dijî tu zimana me, lê her zimanekî têra wî hunermendên wî hene..
Kasêta Rêber Wehîd di nerîna min de heya astekê baþ serketî ye, li gel ko ez ne kesekî muzîkvan im û ji muzîkê nagihêm lê guhdarekî baþ im, hinek rexnê min li kasêtê hene ji aliyê levakirina wî ji peyvê re hîn bandora levakirina erebî li Rêber heye û bijartina wî ji gotinan re kêmanî têde heye li gor nerîna min dibe ez ne rast bim jî, lê bi giþtî deng û awazan ser her tiþtî vegirtiye û stranin ji ûjdan û hestin pir bilind mînak dengê bilbilan li ser dara azadî û evînê strandiye..

19/1/2007


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark