Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rikeberiya Sūriyź ū mafź gelź kurd

 


  Diyar Ehmed

R
astiyek dîrok heye dibê ku ta niha naveroka wê ji gelê Sûriyê û hêzên wê yên siyasî re nehatibê zelal kirin, yan jê hin ji wan hêzan hene dixwazin vê  rastiyê vežêrin û pažguhê xwe ve bavêjin.lê belê, ev rastî ji gelê kurd re li Rojavayê kurdistanê baž diyare, ji ber jîn û jiyana gelê kurd pêhatiye sitirandin û hižyariya wî ya netewî pê hatiye meyadin,ew rastî jî, ewe Ku gelê kurd li vî parçê kurdistanê, di destpêka hatina rijêma Ba`as de, evî gelê xweragir xwe dîtiye wek hêzeka rikeber beramberî vê rijêma sitemkar û nijadperist.


ev rikeberî  jî , ji wê yekê derket ku dema evê rijêmê desthilatatarî bi dest xwe ve girt, berî her  alî berê xwe da gelê kurd û kêža wî ya rewa,û ew da ber devê cewa xwe ya zingar, siyasetên xwe yên tunekirin û regezperistiyê, pirojeyên žovîn û nejatperistî,erebkarî, binbirkirin, birçîkirin, bêkarî, penaberkirin, koçbarkirin û bižaftina di qewara Erebîtiyê de li ser vî gelî bikaranî, tevî rengê Kevin û pilanên sitem û zordariyê li ser wî ristin , erdê cotyarên kurdan ji wan sitandin , nasneame ji jimareka mezin kižamdin, gund li deverên kurdan avakirin, û hoz û êlên Ereb di wan gundan de rûnižtandin, deverên kurdan ji gežpêdanê dûrkirin û siyaseta jibîrkirin û pažguhve avetinê li ser gerand.Dîsanê,rastiyeka dîjî heye, ku gelê kurd li vî parçî berî tevaya gelê sûriyê di rûyê vê rijêmê de rabû, daket kolanan û hilat ser piyan, di nav bera du rojan de bi rêya serhildaneka cemawerî berfireh li deverên kurdan û deverên ku kurd têde dijîn bingehê riyêmê hejan . serhildana Qamîžlo di (12)avdarê sala (2004) ê de, tucarî nayê jibîrkirin, ewê serhildana dîrokî gulek gež û pêhinxwež di zevya buhara azadî û rûmetiya gelê Sûriyê de çand, berê bingehîn yê vê dastana qehremanî bi merd û mêranî danî.
 Ev der du rastî û hin rastiyên dî jî hene dema mirov basa xedata gelê sûriyê û hêzên wê yên siyasî  bikê , divê werin berçav girtin. Lê pižtî derbasbûna salekî di ser žoreža gelê Sûriyê re,danûstandin, girtin û berdanên ku îro roj di navbera hêz û aliyên rikeberiya Sûriyê de rûdidin, û pêgiriya hin ji wan hêzan û nexasim Rêxistina Exwan Muslimîn û hevalbendên wê yên ku hê bi hižemendiya yekalî û pažguhve avêtinê kar dikin, bi wî hižê teng û zikrež  li çareseriyekî ji kirîza Sûriyê re digerin,û rengvedana wan helwêstên berteng li ser xurtkirin û gežkirina žoreža gelê Sûriyê û xebata gelê kurd di nav vê žorežê de.lê tevî wan bîr û boçûnên gemar, û herweha wan hizir û helwêstên erzan û žovin yên hin ji wan aliyan di Meclisa Nižtîmaniya Sûriyê de ,gelê kurd wek berê xwe dayî naskirin,ku parçek ji rikeberiya Sûriyê ye ,wê bimînê û cardî xwe bibînê bežek serkî ji rikeberiya sûriyê û ji daxwaza li peyî mafê gelê kurd peya nabê  û rijde li ser berdewamiya di nerazîbûn û xwepêžandanên cemawerî de, ta ku vê rijêma sitemkar  hilwežînê,û dewleteka medenî firehalî demoqratî ava bikê û danpêdaneka destorî bi hebûna gelê kurd wek netewa dudiwa di welêt de û li ser xaka xwe ya dirokî dijî werê kirin û mafê çarenûsî yê gelê kurd di çarçêweyê wê dewletê de bê misogirkirin .
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedan ezmoneka dûr û dirêje  di warê xebata siyasî de û ji demeka ne nêzîk de xwe birêxistin kir ye û tevlî hemî žêweyê jiyana medenî bûye ,niha careka dî hêzên çavteng û hižgemar dixwazin nêçîrê di avên gerav de bikin û gelê kurd di vê qûnaxa dîrokî de, di bin siha gotin û sozên derewîn de ji mafê wî bêbar bikin , lê ji bîr dikin ku dem hatiye guhertin, û gelê kurd û serwerên wî baž hevkêža  nêvdewletî naskirine, û rêya parastina berjewendiyên netewî dîtine, û cihên xwe jî di malikên wê hevkêžê de girtine, nema tên xapandin û dek û delabên wan hêzan nema li ser gelê kurd û rêveberya wî ya siyasî tên gerandin, û di ser vê yekê tevî re bûye xwedan lêvegereka siyasî ya bi hêz û xurt ,û bi pižteka xurtir û qayîm,ku xwedî ezmoneka dîrokî di warê kar û xebata žorežgerî û netewî de, û bervaniya di ber mafê netewya gelê kurd de.
Îro dibê cihê pirsyariyê, gelo, ev hêz û alîyen zikrež, çawe li mafê pêkhatiyên Sûriyê dinêrên û pêžeroja Sûriya nû yabê ,bi çi rengî destnîžandikin û herweha ev hevrikî  û çavgirtina ji aliyê wan hêzan ve di derbarê mafê gelê kurd û kêža wî ya rewa de, îro di vê demê de xizmeta kî alî dike, ji ber tê gotin û bihîstin ji aliyê wan hêzan ve  û her dîsanê ji aliyê hin mirovên tirsonek û peyayên wan hêzan jî, ku gelê kurd û hêzên wan yên siyasî hê girêbestên di nav bera xwe û rijêmê de nefilžandine. Lê ew hêz û dûvelankên wan çavên xwe ji wan rastiyan digirin , û dixwazin çavgirtin û nebaweriya wan bi mafê gelê kurd wek kêža miletekî li ser xaka xwe ya dîrokî  dijî, di bin wan hêncet û mihaneyên pûç û vale de vežêrin , ji bîr dikin yan dixwazin ji bîr bikin û vežêrin ,ku gelê kurd û Tevgera wî ya siyasî tucarî ta û girêbest bivê riyêmê re girê ne dane, ta îro werê xwestin, ku wan tayan  bibirin. niha her tižt ji hev hatiye zelalkirin, rež û sipî ji hev hatiye veqetandin, nema kurd tên xapandin û wan destkeftiyên ku li meydanên çeng û xebatê bi dest vetînin li ser masa guftûgoyan bihêsanî ji dest xwe berdidin . gelê kurd pir êž û derdeserî ji destê vê rijêmê dîtine, gelek qurbanî di vê rê de dane , çi ew qurbanî derûnî bin yan jê dana mal û camê žêrînê bê.îro ew kar û kiryanên hin ji wan hêzan û nexasim di vê dema nazik û hestiyar de, ya ku žoreža sûriyê têre diborê xizmeta kî dikin û çi dewletên herêmî û nêvdewletî jê mifa darin. Girînge ew alî tev bi zanîn , ku dolabê çerxa dîrokê gera û nema kes dikarê rawestînê û bižûn de jî vegerînê . erê ev buhar bi navê buhara Erebî hatiye naskirin , lê belê sûdmendê pêžîn ji vê buharê gelê kurd de û tevaya gelên bindestin, ji ber gelê kurd eve hezarê salane, di bin nîrê sitem û zordariyê de di nalê û niha derfetka zêrîn jê re peyda bûye, ku ev  gel ne tenê wê bi mafê xwe yê netewî žabibê, lê belê wê di dema bêde bi roleka pêger  bilehîzê û wê bibê hêzeka mazin û kartêker di rojhilata naverast de û bi karekê baž rabê , di avakirin û cihgirtina têgehên çaksazî,bihevre jiyan, lêborîna olî, beravaya di ber mafê mirovan de.kurd dev ji mafên xwe yê netewî bernadin,xelik razîbin yan na,ew hêz bixwazin yan na ,miletê kurd gihaye wê baweriyê ku maf bi lavlav û xweziyan nayên dayîn,lê belê bi kar û xebatê,bi ked û lebatê,bi peydakirina hêzdariyê tenê wê bên bidestxistin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark