Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çi kiro.. bi xwe kiro..

 


Xelîl kalo

Mixabino rebeno ,dema em biçûkbûn me xanîk û manîk ji xwe re li bênderan yan jî li ber siha dîwarên malan û daran  çêdikirin û em ji xwer  dileyistin bi aqilê zarokî ,dema dibû êvar me ew tiþtên me avakirin, dîse  di hêrivand û xeradikir  heta roja dîtir û her weha .îro jî em mezinbûne lê xuyaye me hê bi wî aqil û liv û livlivandin û bizava wan rojan di xebitin û karê me wan rojan têne bîra me .


ji lewma jî bere gazin û sûcê me ji me be di van rojên dijwar û bi hesab de. bi rastî gunih ne di stûyê xelkê de ye û bere em zanibin rewþa me kurdan bi pinpin û pelpela bê berhem û karê ne rasteqîne  nayê ser rastkirin û çare ser nabe .

 Îro paþî ku xelkê em ne pejirandin ,û ji civaka xwe qewitandin weke hevwelatiyên xwedî nasnameke taybet û bi mafên netewî , ew sûc û kiryara þofînî û kirêt ne tenê ew berpirsyarin . belê tewanbar û xemleysiya  mezin di derbarê maf û doza gelê kurd de bijartiyên kurda bi xwe ne, em bi xwe arîþene û astengin ji xwe re , û em ne hêzin bo çarê yan em bibine çare .   hercara ku em di hirterpilin di kar û xebata xwe de, emê bibêjin welleh xelk dibe sedema êþ û ne derçûna me û bêbextiya li me dikin ,da ku em xwe bêrî bikin û derewan li hev bikin  , ev çand û þêweyê hizirê ne raste û nayê pejirandin ,ev tuxt ne saxleme bi taybetî di xebat û pêvajoya miletan de bo paþeroja wan .

Milet nikarin serokan çêkin û wan bi afirînin weke mirov pîvazan yan ji dexil û dan bi çîne  ,lê bê goman ew wan tênin "dayikbûn" .eme serok û rêberên xwedî wicdan û zîrek, ewin yên milet û gelan di afirênin û wan ji rewþekê ber bi rewþeke dîtir ve dibin ,çi xêr û baþ yan jî çi xerab .li vir û  di seranserî mêjûya  mirovan bi vî awayê ber bi rêve çûne û pêþketine û heta roja îro jî zagon eve û wê bimînê ev.

Doza ku nûner û bijartiyên me bi navê gelê kurd ku çûne istenbolê bo mesaxtine û misokerkirina mafê gelê kurd di dewlata sûrî ya paþerojê de, di gel hevrikên sûrî ,destek li pêþ û yek li paþ vergeriyane malên xwe pîsepîse û bi  melûlî ,û dise berê bilûrên xwe  didine me û dîse jî wê guhê me bi qolqilênin bi gotinên vala û pûç ,û sûcê mezin xistine stûyê xelkê de. tu di bêje belkî xelk bavê meye û mêrê diya meye . bê ku em rexnên xwe bibkin û hêjî  bi wê nefsa mezin,axatî  û azazî de em  dijîn ,weke ku em ne tewanbarin û bê gunehin .li xwe em na meyzînin ka gelo em  di hisab û terezûya siyaseta vê demê , çine û ne çine û li xwe nazîvirin ku hîna em lawaz û bê kêrin , parçene û diberberiyê dene bi hevre, û bi xwe mafê hevûdû na pejirênin , ma gelo çima wê xelk mafê me  bi pejirênin "qebûl" .birano sûcên mezin ji meye ,ji erk û berpirsyariyên xwe em baznedin ,tiþtê tê ser me ji destê meye ......Çi kiro bi xwe kiro.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark