Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Newroz: Peyva Newrozź

 


Cemawerê gelê Kurd !           
Îsal Newroaza me newrozek taybetî ye , ji ber ku gelê Sûriyê , Kurd , Ereb û hemû kêmnetewên din di heyameke dîrokî , hestewar û di bin sîbera žorežeke gelêrî ji navîna Avdara sala borî de ji bo mafê çarenûsî ya siyasî dijî û têkožînê dike , lê cerkî žorežê destpêkiriye , rêcîm bi hemî alavên xwe asayiž û ležgerî li dijî žoreža Sûriyê radiweste; ta niha bi 10 hezaran rûnižtvanên Sûriyê žehîd bû ne û bi deh hezaran hemwelatî birîndar bû ne, ketine zîndanan  û penaberî dewletên dirawsê bû ne .


Žoreža Sûriyê naveroka Newrozê derdibire, gelê  me jî ji hezaran salan de ji bo azadiyê û rizgarkirina ji setemkariyê têkožînê  li dijî hevcidabûna netewan li hemî bežên Kurdistanê dike.
Ev dewletan bi dehên sala ne bi siyasetên cînosaydê  dixwazin netewa me bipižvînin ,  hukumetên serdest çekên qedexe li dijî gelê me Helebce û  li hin bajarên din li Kurdistanê bi karanîne .

Gelê Kurd di dîrokê de herdem ji bo azadiyê û wekheviyê,dadmendiyê   karwanên qurbaniyê dane , lê ewî bi taybetî di Avdarê de pir pakrewan ji bo serbestiya xwe pêžkêžî dîrokê kirine .Lewra meha Avdaarê ji bo Kurdan meheke nemaze ye ; di vê mehê de miletê me pir bêzarî ,êžên giran  û gelek serkewtin jî dîtine .

Eger Avdar ji bo miletê me qurbanî, qehremanî û destpêka sala nû ye , lê destpêkirina žoreža gelêrî li Sûriyê  di meha Avdarê de , hêžt ku Avdar bibe meha Sûriyan jî.   Tevî ku rêcîma Sûriyê  rojane tawanên xûnrêjî li dijî  miletê xwe dike ,lê dîsan ji navîna Avdarê de gelê Sûriyê bi  berxwadenek pêdarî  destana qehremantiyê di eniya dîroka Sûriyê de afirand .
 
Tevî ku helwesta navtewî li hember žoreža Sûriyê qels e , lê em bawer dikin  ku  ev žoreža  wê berdewam bike, wê armancên xwe bi pêkhûne ,biserkeve û heyameke nûh li Sûriyê ,bi navnîžaneke nûh ,; Azadî û dêmokratî , rûmetî  û wekhevî were terxandin ;rûpela setemkariyê û dîkteturiyê dê  di dîroka me de li Sûriyê nemîne û emê Newrozeke Sûrî li seranserî Sûriyê ava bikin .
Gelê Kurd di Newrozê de herdem li sirûžtê cejna xwe dike , lê ji ber ku gelê Sûriyê  di pir bajaran de di rewžeke taybet de dijî , lêdan , kužtin karên rojane ne ,em dixwazin  helwesta xwe ya erênê li hember birayên xwe bidin xuyakirn, lewra jî em dixwazin îsal bi žêwakî din cejna xwe bikin. Ango ; divê miletê me di bajarên xwe de bimînin û ji bo rêzdariya pakrewanên Sûriyê ahengên Newrozê lidarnexînin; em ji we dixwazin ku  ev roj bibe roja xwepêžandanan û di wir de bêjin, rûrežî ji te re rêcîma Sûriyê  û bila tu Hilwežî.
  Silav û rêz ji  pakrewanên  žoreža Sûriyê  re !
Silav û rêz  ji pakrewanê Newrozê û ji hemû cangoriyên azadiyê re !

  16.03.2012

Nîvîsgeha parêzwer ya komîta pêkanînê .
Encûmena nižtimanî ya Kurd li Sûriyê .

Werger ji Erebî Dr.Ebdilmecît Žêxo
Bi navê Encûmena Kurdî li Cejna Newrozê
Ji aliyê wergervan de hate Xwendin


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark