Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mihemed Þêxo.. namire

 


Amadekirin: Mehmûd Badilî

Hunermendê kurd ê navdar û gewre, Mihemed Þêxo di salên heftê de ji sedeyê bîstan stêra wî li asîmanê hunera kurdî berzû.
navê wî, Mihemed Salihê Þêxmûsê Ehmede, sala 1948an li Rojavayê kurdistanê, li gundê Girbawî yê ku dikeve bin çengê bajarê Qamiþlo de ji dayik bûye, dûvre malbata wî li gundê Xecokê bi cîh bû ye, li vî gundî xwendina xwe ya seretayî qedandiye û ya navendî li bajarê qamiþlo, lê jiber dijwariya jiyanê û kirêtiya rewþa aborî dest ji xwendinê berdide û bi sedema kar Mihemed Þêxo li gelek gundan digere, û li gundê (Xirbê kurma) li ser destê Hisênê Tofo, Xelîlê Îzîdî û helîmê heso fêrî tembûrê dibe, û bi wan re di gelek þahî û helkeftinê ku li bajar û gundên kurda lidardiketin beþdar dibe.


ji zaroktî de pêçiyên wî yên ter bi ser têlên tembûrê ve vedibin, û giyan û hestê wî bi evîn û eþqa mûzîkê, bi evîna û eþqa kurdayetî û welatperweriyê ve tê meyandin.
  Di sala 1970 ê de, berê xwe dide Bêrûtê taku mûzîkê bixwîne, li wir tevlî koma serkewtin ya filklorê kurdî dibe, wisa tevlî civata gelek hunermendên bi nav û deng dibe mîna Mehmûd Ezîz, Seîd Yûsif, Remezan Necin omerî, Þêrîn û Perwîn perwer...
her ev kom bi rolek mezin derbarî mûzîk û stirana kurdî radibe, ji alîkî ve rengê stirana kurdî bi miletên dîtir re nas kirin dide û ji hêlek dî ve bi stiranên netewî û kurdperwerî û þoreþgerî piþtgêriya þoreþa kurdî li baþûrê kurdistanê dike.
Mixabin, Mihemed Þêxo û cih ne pirr lihevbûn, herdem cih wî bi xwe re dixapîne, loma dema þerê navxweyî li Libnanê vêdikeve, bêçere dibe ku vegere Sûrî, li bajarê Girkê legê komek hunerî damezirîne, û têkiliyên xwe bi gelek helbestvanên kurdperwere ava dike, Mîna Cegerxwîn, Bêbuhar, Rêncber, Mihemed Elî Þakir, Adil Sêfedîn û Ehmedê Þêx Salih.
 lê hêzên ewlekarî yên desthilata Sûriyê ku hergav dijî kar û xebata miletê kurd disekinîn, kar û xebatên siyasî û rewþenbîrî û hunerî binçav û qedexe dikirin.
û ji ber vê astengiyê, M. Þêxo di sala 1972an de, berê xwe dide Baþûrê kurdistan, li wir diçe serdana dezgeha bexdê, beþê kurdî, û sala 1973an çend stiranan tomar dike, li nav kurdên baþûr bi nav û deng dibe, Tv ya kerkûkê jî stiranên wî diweþîne, û gelek hunermendên qewre nas dike wek: M. Arifê Cezîrî, Þemal Saib, Gulbuhar, Tehsîn taha, Îsa Berwarî.. û hin helbestvanên xuya wek Bedirxan Sindî, Seberî Botanî, Segvan Ebdilhekîm, Xelefê Zîbarî, Mistefa Etrûþî...
û di heman salê de 1973 diçe serdana nemir Berzanî û stirana (kê dinya hejand) diyarî wî dike.
Di sala 1974an de dîsa vedigere Sûrî, li Þamê berhema xwe ya yekem bi navê (Gewrê) tomar dike, lê sedema stiranên wî yên netewî û kurdayetî dîsa ji hêla ewlekarên rêjîmê tê binçavkirin.
bêçare dibe ku dîsa ji Sûrî derdikeve û li baþûrê kurdistan bi cih dibe, lê vê carê tevlî pêþmergeyên serê çiyê dibe.
Lê mixabin, pîlana Cezairê ya rûreþ dijî miletê kurd tê danîn û þoreþa Êlûnê diþikê, bi hezaran kurd koçber dibin Îranê, M. Þêxo jî bi wan re tevlî karwanê miþextiyê dibe.
Li rojhilatî kurdistan, li bajarê Mihabad stirana (Ey Felek) tomar dike, û kasêta (ji Mihabad kaniya xwîna þehîdan) diweþîne, dîs bi sedema naveroka stiranên xwe yên siyasî û netewî tê binçavkirin vê carê ji hêla Safakên Îranê, û wî sergûnî cihekî dûr dikin nêzîkî derya Qezwîn ser sînorê Ezrebîcanê. Li wir M. Þêxo, fêrî zimanê farisî dibe û li dibistanekê þagirtan bi zimanê erebî fêr dike.
li heman wî cihî kufleta Nisrîn Husên Melek jî li wirin, û Nisrîn þagirta wî ya dibistanê ye, M. Þêxo ji wê hez dike, stirana (Nisrîn) diyarî dilê wê dike, piþt re dizewicin û çar zarok ji wan re çê dibin: Felek, Birahîm, Birûsk û Bêkes ê ku jiyana xwe ji dest dide.
Sala 1983an, dîsa vedigere Sûrî, vê carê ew û zarokên wî jî pêre. li bajarê Qamiþlo rûdinê, komek mûzîkî dadimezirîne û di ber re dewr û dersên mûzîkî jî dide.
sala 1987an dikaneke tomarkirinê bi navê Felek vedike, lê ewlekarên rêjîma Sûrî dikana wî digirin û bi sor þima dikin.
sala 1988an karê xwe yê dawî tomar dike, gelek stiranên xweþ û hest bilind ji hêla mûzîk û deng û awazên tenik li pey xwe xwe dihêle: Ay Gewrê/ Cana min/Sînem/Koçê me Barkir /Gulîzar /Ey Felek/Kewê /Êmê /Dil Perîþaným /Nisrîn /Ay Lê Gulê /Nalinêk...
û ji niþkêve nexweþî lê derdikeve weku wî jî soz bi heyva adarê re dabe, di nehê adarê de sala 1989an tevlê pakrewanên adarê dibe û bi vê stiranê (Gava ez mirim gelî zindiya min ne veþêrin wekî hemiya) xatirê xwe ji miletê kurd û cîhana hunerî dixwaze, M. Þêxo bi laþê xwe ji nav me bar dike lê giyan û deng û hest û awaz û bandor û evînperwerî û kurdperweriya wî li nav me dimîne û tucarî namire.



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark