Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Besam Mistefa: kurmancî û soranî þaxên darekê ne

 


  Hewlêr, 25 Sibat (AKnews) – Nivîskar û wergêrê kurd Besam Mistefa derbarê girîngiya wergerandina berhemên edebî di navbera þêwezarê soranî û kurmancî de got ku pêwîstiya herdu þêwezaran ji hevre heye çiku “ew þaxên darekê ne.”
Nivîskar û wergêr Besam Mistefa ku karê wî yê herî dawî romana Êvara Perwaneyê ya Bextyar Elî bû ji þêwezarê soranî wergerand bo þêwezarê kurmancî û di destpêka 2012ê de li weþanxaneya Avestayê hate çapkirin, ji AKnewsê re wiha got:


“Ez vê ezmûna xwe wek avakirina destpêka hevnasîneke edebî ya kûr û çêkirina pireke çandî û wêjeyî di navbera kurdên girêdayî þêwezarên cuda yên zimanê kurdî, dibînim; bi taybetî jî di navbera her du þêwezarên serekî yên zimanê kurdî de ku kurmanciya jêrîn û jorîn in yan jî kurmancî û soranî.”

Mistefa wiha pêde çû, “Dixwazim li gor þiyana xwe pirekê di navbera kurdên ku ji ber sedemên cuda cuda ji hev hatine parçekirin û dûrxistin, ava bikim. Divê em li wê rastiyê mikur werin ku kurd ji hev dûr bûne, helbet bê vîna xwe, û ji ber vê dûrbûna han zimanê kurdî jî, ku yek ziman e, li ser çend þêwezaran dabeþ bûye. Êdî ger dûrketin hebe, divê nêzîkirin bê kirin.”

- Ev proje gava yekem e li ser rêyeke dûr û dirêj

Besam Mistefa got ku kurd ji dûr hev nas dikin, û ew baþ û wek ku tê xwestin rih û kûrahiyên hev nas nakin, “lewma bi riya karê ku min daye ber xwe, hewl didim wê pira ku divê bê avakirin, ava bikim. Bi taybetî jî ku niha zimanê kurdî di kirîzeke mezin de dijî, û hewldan tên kirin zimanekî kurdî yê hevgirtî bê çêkirin.”

Nivîskarê navhatî got, “Ji ber hê jî pirsgirêka me ya tîpan jî heye, ku li hinek cihên Kurdistanê bi tîpên latînî tê nivîsandin û li hinek cihên din bi alfabeya erebî yan jî aramî tê nivîsandin. Ez wiha diramim ku projeya min gava yekem e li ser rêyeke dûr û dirêj.”

- Pêwîstiya þêwezaran bi hev heye

Sebaret pirsa ka çima Mistefa þêwezarê soranî hilbijart ji wergerê re û ne zimanekî din ku pê dizane wiha þîroveyên xwe ron kirin, “Bêguman pêwîstiya kurmancî bi soranî heye, û di heman demê de jî pêwîstiya soranî jî bi kurmancî heye, ji ber herdu þaxên darekê ne, pêþketin û geþbûna yekê ji wan bi awayekî otomatîkî ya din jî geþ dike.”

Mistefa tekez kir ku divê berhemên kurmancî jî bibin soranî û got, “Proje bandor û encamên xwe nîþan dide gava ku berhemên kurmancî jî bibin soranî. Çawa Þêrzad Hesen niha bûye malê kurdên Diyarbekir û Batmanê, gerek e Helîm Yûsiv jî bibe malê xwendevan û wêjehezên Hewlêr û Silêmaniyê. Ev dihêle zimanê me yê dewlemend, dewlemendtir bibe, þêwezarên serekî ji hev nêzîk bibin û ji hemûyî girîngtir nasîneke kûr di navbera kurdan de çêbibe.”

- Divê pêþî kurd xwe bi hev bidin nasîn

Besam Mistefa ku heyama çend sala ne di rojnamegeriya kurdî de kar dike got ku armanca wergerê edebiyat û ruhiyeta kurdan ji milet û kesên din yên ne kurd re bide nasîn û di vê barê de nerînên xwe wiha ronî kirin:

“Ji ber taybetmendiya me, divê pêþî kurd xwe bi xwe hev nas bikin û piþt re, xwe bi cîhanê û gelê din bidin naskirin. Qey ku mirov xwe nas neke di pêþî de dikare cîhan û xelkê din nas bike?”

Mistefa destnîþan kir ku nivîskarê kurd Bextyar Elî ku bi þêwezarê soranî dinivîse, derbarê kurmancîkirina berhemên xwe de gotiye “wergerandina berhemên min bo kurmancî ji min re ji wergerandina wan bo ingilîzî û almanî girîngtir e.”

Nivîskar û wergêr Besam Mistefa ji bajarê Qamiþlo ye, heta niha 4 berhemên wergerandî çap kirine: -M-çîrok-Þêrzad Hesen, Avesta 2011 -Xewna Pîrepindan-roman-Þêrzad Hesen, Avesta 2011 -Jineke Xinanî-roman-Þêrzad Hesen, Avesta 2011 -Êvara Perwaneyê-roman-Bextyar Elî-Avesta 2012. Gelek berhemên wî yê din jî di dorê de hene, ku di dema pêþ de wê bên amadekirin û çapkirin.

hr (Aknews)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark