Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rêzdar Şêx Alî û partiya wî Ne bi tena xwe ne!!

 

Serdar Bedirxan
Roja çarşemê 20/12/200an, dezgeha ewlekariya leşkerî, li bajarê Helebê, dest danî ser mamoste Şêx Alî- sekreterê partiya yekîtî ya demokarat a kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) û bi şêweyekî hovane, dûrî yasa welêt a pûçkirî, dûrî hemî sinc, prensîp û zagonên navnetewî, ew revandin, avêtin zindanên xwe yên reş û tarî!!..Paçik xistin guhên xwe, da ku dengê bervedêrên mafê mirovan û têkoşerên aştîxwaz ne bihîzin!!...


   Di baweriya min de, mamoste Şêx Alî, ne tenê girtiyê partiya xwe ye, lê belê ew girtiyê tevgera kurdî ser û ber e, ji ber ku ew ne di ber mal û mewdanên xwe yan berjewendiyên kesayetî partiyetî de hatiye girtin, lê belê ew di ber doza me ya pîroz, doza me hemiyan de zindan bûye.
    Eve yekemîn care ku tevgera welatparêza kurd bi tevayî, li gel tevgera erebî ya niştimanî, rewşenbîr û siyasetvanên kurd û ereb li welêt û li derveyî welêt bi yek dengî qîriyane û ji girtina serokekî kurd re gotine na... Dengê xwe bilind kirine û bi mêranî, kiryara dewletê şermezar û protesto kirine. Herweha, gelek kampaniyên piştgiriyê ji bal:
· Rêxistina lêborînê ya navnetewî.
· Rêxistina gelên ber pişaftinê.
· Çalakvana kurd Widad Akrawî-balyoza rêxistina lêborînê ya navnetewî ya dij aşkencekirinê li Danimarkê.
· Kesayetiyên welatparêz ên serbixwe.
Ji bo serbestberdana birêz Şêx Alî li dar ketine.
   Ezmûna me em hîn kirine ku li ba cîgehê çêkirina biryarê di dewletê de, cudahî di navbera filan partî û bêvan partiyê de tune ye, hema tu kurd bî, tu li nik wê gunehkarî!!..
   Ez bawer dikim ku ew dema berê çûye îde nema vedigere, ew dema ku çalakvan û hevalên partiyekê zindan dibûn, nakokiyên navxweyî, nedihiştin alîkarî û piştgirî weke dihate xwestin bi wan re bibe, lê îro, dem hatiye guhertin, hişê me kurdan jî  baş pêşve çûye, em kurdayetiyê di ser partiyetiyê re digrin, çimku ev partî û rêxistin ji bo çareserkirina vê dozê hatine meydanê.
   Em bawer in û li ber çavan e ku mamoste Şêx Alî û partiya wî di vê berxwedanê de ne bi tena xwe ne, lê belê tevgera kurdî, ya niştimanî bi tevayî, gelê kurd û bervedêrên mafên mirovan û hemî mirovhezên cîhanê li kêleka vê doza dadmend û rewa ne.
 
 *Azadî ji têkoşerê kurd mamoste Şêx Alî re!
  *Demokrasî û azadî ji gelê Sûriyê re!
    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark