Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Buhara žorežźn 2011

 


Arževê Oskan

Di dîroka welatên ereb û bakurê Afrikayê de, ev cara yekem e, ku çirûska žorežeke bi hêz ji Tunisê dest pê kir û li welatan belav bû. Wêneyê Bû Ezîzî ji van žorežan re bû navnîžaneke berz, ku nayê jibîrkirin. ”Buhara Ereban” navê ku li van žorežan hate kirin. Ji aliyê navnetewî ve jî vedenga vê žorežê, hemû ragihandên cîhanê bi xwe ve mijûl kirin. Rûyên gelek dîktatorên ku mirov ji siha wan saw digrt û ditirsiya, di ber pêla pêlavan re hatin çimandin û herifîn. Ew rû, ew wêne di dîmenekî herî kirêt û erzan de hatin dîtin.


Dîwarên ku bi dehên salan ji tirsê hatibûn avakirin, bi yekcarê hatin herifandin û tometên malbatên wan dîktatoran li her sikakan hatin xwendin. Tirsa ku bi salan di dilê gelê belengaz û reben de hatibû çandin berovajî bû, wê tirsê berê xwe da dilê sitemkar, dîktator û serdestan. Tu caran van serdestan li berjewendî û jana gel aghdar û guhdar nebûbûn. Tenê li sermiyan û serwetên xwe geriyabûn û bi milyaran dolar û bi tonan zêr kom kiribûn û wan dolaran ew kor kiribûn. Bi wan dolaran siyasetmedar, rewženbîr, ragihandin û dîrok di bin pêlavên xwe de fetisandibûn. Sererd û binerd hemû di bin destên malbatên wan de asî bûbûn. Ew heybet û pozbilindî û xirûra wan dighižt ku êdî xwe di ser xwedayan re jî bibînin û xwe ji wan giringtir bidin diyarkirin. Lê ew pozbilindî dihate ku mîna baloneke ba di nav çend kêlîkan de bibe paçikekî riziyayî û lažekî xav û mirî. Ew kesayet û hêrs û awir di qulmižkan de asê bûn. Dêmenê Mubarekê Misrê, mîna termekî mirî li ser darbestê dihate dadgehkirin, ji bilî herdu kurên wî kesek li dora xwe nema…  Ben Elî yê ku hemû welat li paž xwe hižt, tenê bi destê jinê girt û xwe avêt bextê Igalên Seudiya Erebistanê, li dawî jinê jî destê wî berda.. ew pûtên wan, konên wan, sîgareyên wan, ebayên wan, gopalên wan yên pîroz, bi bahozekê re bû netižtek û ketin devê dîrokeke tarî. Termên Qezafî û kurê wî li sehrayê hatin vežatin, heta ku nebûn qismetê kûçikan jî. Ew pere, zêr, milyarên dolaran, fortên pozbilindiyê ….. nikaribûn ew ji wê rûrežiyê rizgar bikrana. Pižtî ewqas serpêhatî û dîmen hîna jî serokê Žebîheyan Bežar Elesed li serê xwe siwar bûye û berê xwe daye bahozê û berovajî žepêlê diçe. Rojên xwe bi çiv û xap û derewan li ser xwîna zarokên gelê Sûriyê dirêj dike, lê dawîya wî dibe ku ji ya Qadafî jî bi sosrettir be. Êdî buharek ji herêma me re divê, cihê dîktator, xwînrij, kužtin û talankirinê di dîrokê de nemaye. Li hêviya ku li kurdistana me jî bibe buhar.
15.01.2012.        

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark