Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyana piştgiriyê

 

Di şeva 20/12/2006-an de, hinde kesên parastinî derbasî qehwexana Elnexîl ya taxa Mehetid Bexdad li Helebê bûn , û bi şêweyekî ne şaristanî mamoste Mihemed Şêxmûs Alî ( Mihyedîn Şêx Alî ) birin ciyekî nenas.
Ji ber ku , mamoste Şêx nivîskar û rewşenbîre , di damezrandina hinde kovar û weşanên Kurdî de , alîkarî kiriye , û gelek gotar û lêkolînên bi Kurdî û Erebî di wan de weşandiyê


herweha çanda niştimanî û demoqrasî bi ramanên ku , doza guftûgo , jiyana hevpişk û parastina mafên mirova û gelan û bi taybetî mafên netewî yên rewa ji gelê Kurd re, di çarçewa yekîtiya welêt de zengîn kiriye , bi ser de jî sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ye .
Ji ber wê , em kesên nivîskar û rewşenbîrên di ware ragiyandin û rojnamegeriyê de dixebitin , bi nave xwe û weşan , rojname û kovarên xwe vê girtina ne mafdar , ne şaristanî û ne zagonî ji xebatkar Mihyedîn Şêx Alî re , pirotêsto û şermezar dikin . Û parastina tenduristî û jiyana wî ji destlatên berpirsiyar dozdikin , azadiyê jî ji wî û hemî girtiyên nêrînê û ramana azad re li Sûriyê , yekser dixwazin.

- Munteda Nûredîn Zaza  .
Kovar Dicle ya  bi zimanê Kurdî û Erebî .
- Kovara Hîwar ya bi zimanê Erebî .
- Saziya parastin û fêrkirina zimanê Kurdî li Sûriyê .
Kovara Pirs ya bi zimanê Kurdî .
- Rojnama Newroz ya bi zimanê Kurdî .
Weşana siba ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
Kovara Perwan ya bi zimanê Kurdî û Erebî .
Rojinama Wîfaq ya bi zimanê erebî.
- Kovara Berbang ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
- Rojinama Deng ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
Rojinama El-Wehdê (Yekîtî) ya zimanê erebî.

Têbîn:
Hêviya me ewe ku hemî kovar û Rojname û komîteyên rêvebir yên bi erebî û kurdî, ku, tevî vê piştgiriyê bibin, di riya vê posta Êliktironî:
kamprojname@yahoo.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark