Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Kombûna Rikberiya Sûrî li Perlemanê elmanî. 22.11.2011

 


serokê komîta mafê mirovayetî, rêzdar Tom destpêşkeriya endamên encumana rêzdar Dr. Abdulbasit Hozan ibrahîm, di gel 3 destpêşkeriyê, di roja 10-11, di kombûnê de
Piştî bixêrhatinê û spasiya pêşdarbûnê spasiya destpêşkeriya Hannoverê, rêzdar Tom Koenigs diyar kir, ko Sûriya di qunaxeke pir hestiyar de derbas dibe, rêjîma Sûrî bi hemî hovîtiyê êrîşî xwepêşanderên bi aştiyane derdikevin dike, dikuje, wan dixe binê zindanê û tundûtujiyeke bêhempa bikar tîne.


Ji hêla xwe ve, rêzdar Dr. Abdulbasit Seyda, behsa rewşa Sûriya bi giştî, siyaseta rêjîmê û keftelefta wê, kar û barê encumana Niştîmanî yê diplomasî û li ser xaka sûrî. Di axaftina xwe de, rêzdar Dr. Abdulbasit, behsê aştîbûna vê şoreşê kir, ku heta dawî wê bizavê bikin, ku wisa bimîne û xwest ku piştgiriya wan bibe û wan mîna nûnerê miletên Sûrî binasin. Rêzdar Hozan jî, li ser rewşa gencan, daxwaz û pêdiviyên wan, axift. Rêzdarê borî, di axaftina xwe de anî ziman, ku ew nûne û pêdivî bi alîkariya fêrbûnê di hemî waran de hene. Grûpa Destpêşkeriya Hannover jî, daxwaz ji Perlemanê Elmanî kirin, ku zextê li hukumeta xwe bikin, daku Sîn û Rûsiya pişta rêjîma Sûrî berdin û alîkariya şoreşê bikin, her wisa jî, ko bizav bibe, konfirans ji rikberiya Sûrî re, li Elmaniya yan jî li Europa çêbibe û ne heme di destê Tirkiya de bimîne. Rast e Tirkî dewletek cîran û giring e, lê agendayê wê jî hene û hindek hestiyarî li ba parçeyekî ji civata Sûrî ew jî kurd in ji Tirkiya heye. Jibilî wê jî, em naxwazin, tenê agendayê islamî bin, belê pêla Ilmanî û sekuler divêt bête piştgirtin û alîkariya wan bibe.

Serokê komîta mafê mirovan û kar û barê insanî di perlemanê elmanî de, ji Encumanê xwest, ku hewl bidin, bi hemî parçeyên rikberiyê re bighin xalên hevbeş, çimkî eve ye ya behweriya derve bi wan bîne û wan êdî alternatîv ji rêjîmê re binase, digel ku rêjîmê legtîmîtêta xwe ji zû ve winda kiriye.
Di kombûna diwem de, di gel xanim Edelgard Bulmahn, endama komîta kar û bare derve û pisporê bakurê Afrîka û rojhilata navîn rêzdar Guenter Glose hate lidarxistin. Li vê civînê jî agahî li ser rewşa meydanî, siyasî, diplomasî ji hêla Dr. Abdulbasit, rêzdar Hozan û endamên destpêşkeriya Hannoverê hatine dan. Xanim Bulmahn, kêfxweşiya xwe da diyarkirin, ku gelên Sûriya israrê dike, ko şoreşa wan bi aştiyane be, eve jî sempetiya li hember wan mezin dike û wê jî, wek rêzdar Glose jî daxwaz kirin, ko rikberiya sûrî bibe xwe yek helwest û yek deng, bo li cîhana derve bêhtir bêne pejirandin. Rêzdar Seyda jî di axaftina xwe de anî ziman, ku pêkolên me Sûriyan, yê rikber di vî biwarî de hene û em bi hêvî ne û em behwer in jî wê biser bikeve. Ji bilî wê jî, em niha li ser asteyan dilîzin, yek ku em bikaribin, legetîmiyetê ji rêjîma Sûriyê di nav cîhana erebî, islamî û europî û cîhanî de bikêşin û ya diwem jî rikberiyê bihêztir, dewlendtir bikin . ev dihêle gelên me yên Sûrî bihêz bibe û moralê wan bilind bibe.
Ji hêla Destpêşkeriya hannover û kak Hozan jî ve hate xwestin, ko elmaniya alîkariya
gencan bike, di vekirina kursên, diplomasî, siyasî û di gelek warên din de.
Xanim Buhlman kêfa xwe bi vê pêşniyarê anî û got, Elmaniya xwedî tecrube ye di vî warî de. Me alîkarî da Tunis, Misir, niha Lîbiya jî.



Di dawî de, kêfxweşiya xwe da diyarkirin û got hun in yên em bi wer e biaxivin.
 hêjayî gotinê ye, eve ko idestpêşkeriya Hannover ji hêla serokatiya komîta mafê mirovan û karûbarê mirovayetî li perlemana tête vexwendin. Cara yekem

di 22.05.2011, cara diwem, ko digel gişt hemî hêz û grûpên rikberiya Sûrî û siyem jî eve. Cara çarem jî, ji hêla Xanim Edlgard Bulmahn, ko berê wezîra zanist û xwendina bilind bû û niha jî di komîta karûbarên derve li Perleman posta sereke werdigire. Jibilî ko caran li Perlemanê welayeta Niedersachsen di gel perlementer û serokên fraksiyonên tê de ji hemî partiyê siyasî (kes, sosiyal demoqrat, partiya çep û ya Lîberalên azad). Hêjayî cara 4an e,

Berlîn, 22.11.2011



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark