Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bila helbestvan li ser konê min bilorînin

 


Melevan Resûl

Demsala me ber bi çirya telîkirîn ve diçe , ez bi çax û demê ne serdem bûm , mîna şeva gayê zer û çûka tirotanî li min hatiye , hîna dipiçûkaniya xwede min hejmar tevlîhev dikirin û hîna jî ez hezaran li pêşiya dehan dibînim , xiyar û gêzbelokam ji hev naveqetînim , stirhên tiştîr û beranan mîna hevin , her weha ba jî mîna bahozê dibînim , dîdeyên min di sergurkê de nedûrbîne û tajiyên nêçîrvanan hîna di helkdanê ye , lehneyên kêvroşkan di nava gelaşê zerdêm de berze bûye ,


dapîra min jî lezgîniyê li min dike da pergala xwe li gor zivistana di rêde bixemilînim , ji gazind lomeyan rizgar nabim , zarokên min çiplaq li ber difna min rwestayî bê pêkhatin û mûnetê demsala sira vî çileyê dijwar ya ku mû ji maran dike û teliyan diwerîn e , di kunzoxê em têde diêwirin xwe li ber taviyek bareş nagire , dapîra min jî palos ji gund û taran anîne , pîneyên cawê rexinî ji pars û danhevê anîne , de were malxwêyo û şaşika xwe li erdê nexîne , ezê çi terziyê ji paçên gemorî û rizî re bikim , ka çend ston divin kon li ser sêpiyan ragirin û çiqas şelît û werîs divin da werselên vî konê herhilî kaş bikin û req rawestînin ?.
Ax ji xemsariya min re keko , di werzê havînî de min kar û bara vê rojê nekir , vêca çawa ezê bi pîneyên parsekê û cawên qet û met  li hevbidim , hinek jê kinin û hinek jê dirêjin , hinek jê şalin û hinek jê çewalin , de were rebeno tê çawa zivistana xwe û zarokên xwe di bin de biqedîne , nema zanim çi bêjim û çi bikim , hew tenê ez dizanim ku wê dinîvê çileyê zivistanê de kon li ber ba here û beşt û tîre li qafê min û zarokên min kevin , nema lingê revê jî dikarin ji teqana heriyê û alandina werîsê konê hilweşayî rizgar bibin , qey qedera min e ez li konê pînekirî û peritî biêwirim û bibe tiqtiqa kenê min jî bi vê bêqidûşiya min . heger hesabê min hebûya ez nedigiham vê semtê , xelk û alem di avahiyên sed qatî de xwe li ber lerzînên xwezahî digrin , ne wek gunehên li Wanê di binê wêranê xaniyan de dimirin û ez rebenê xwedê bi konikê peritî serbilind û serfirazim . bila tu kes kenê xwe bi konê min neke û heger ez ketim barova bahozê hew tenê bila helbestvan hestên xwe bi hozanên xemgîniyê li ser min bilîlînin .
5 /11/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark