Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: WAN di bîranînên minî (Geology) de? Ez du caran ji Wanê mat mayî dimam?!

 


Lewend Dalini

Di despêka buhara sala 1989an dema ez weke pisporekî û Endezyar ê Petrolê bi Þirketa “Halliburton” re çume Qeyserê, Malatiya û peyre jî Wan ê, bi sedema gera li Petrolê li wan herêman, ji min re weke seyraneke bi þahî û keyfeke mezin bû, nemaze dîtin û gera wan deverên ku nayên pesindan ji xweþîya xwezaya çiya, newal, dar, devî û daristanên wê re? Sêv û miþmiþê Meletê ên xwþ û bi tam?! lê a ji wan xwþtir karê cara yekmîn bi karkerên Kurdan re, û axaftina bi kurdî.


Temamê Teknîsîyan û karkerên me ji Diyarbekir ê bûn û bi taybet ji LICê bûn?! Û bi rastî jî ku ne bi alîkarî ya wan ba ew karê Petrol aramê, wê ne mumkin ba, di wan çiyayên asê û devîyên bê rê de? (Hîna di zaroketiya xwe de min nav û dengê swarê Licîyan bihîstibû, di þevekê de tûtina qeçax tanin biya xetê û bi swarî vedigerîyan malê)!?.

Newal bi newal, deþt bi deþt ,zinar bi zina, me bi temamî sehkir, tanî berî dawiya havînî me bi dîmahîk kir, lê berî dîmahîka programa me li Meletiya, programê gera li Petrola Wan gihiþte destê me û me amadekarî jêre kir, çi ji alîyê teknîkî, û çi jî ji alîyê guhestina kampa firmê.

Berî dema ku wê program destpêbikê bi heftiyekê, biryar hate dan ku ez (Di warê Geology û Geofîzîkê ) digel (pisporekî Kenedî di ware Topografî) de, pêwiste em herin Herîma Wanê û ji herdu alîyên Topografî û Gîofîzîkî ve emcontrol bikin.

Bi gihiþtina me li dergehê bajêr me fotografê kitikeke ku çavên wê bi du rengan bûn weke simbola bajêr hate xuyanî kirin?! Û em herdû mat mayî man, peyre li Ûtêla bajêr me çîroka wê fêmkir?.

Cara duwemîn ku tîmê me tev jî mat mayî man ewbû, ku têsta yekemîn li ser xaka Wanê û bi armanca ku em paramitrên pîvana zebzebatê nasbikin, ku bi Dinamîtê yan jî bi Vibretoran (Mekînake ku Sîgnela Sîsmîkê çêdikê bi frikwansa tîbet û diþînê hundirê xakê), me diþande zikê xakê û me tomar dikir, berî vê yekê dema me sîsmogramên xwe vekirin û me amadekrin ji bona pîvana zebzebatê me ên ku emê cenerêt bikin, Instrumentên me ên tomarê ji durbûna nêzîkî sih kîlometrî ve zebebat ji hejandina xakê tomarkirin?! Û ev jî berî ku em sîgnelê biþînin nava xakê? brastî ev yek tiþtekî pir kême û me tevan û tevlî gelakan ji me bêhtirî bîst û pênc salên wan di vî karî de çêbûbûn, û behtrên me li hemû alîyên cîhanê jî kar kribûn, vî tiþtî ew mat mayî hiþtin?!.Sîgnela hejindina xakê bi berdewamî û bi frîkwasîyeke taîbet û bi rengeke xwezayî di instrumentên me de hate tomarkirin!?.

Me dev ji karê xwe ê programa gera li petrolê berda û me dest bi lêkolînan kir da em nasbikin ka sedema va zebzebatên xwezayî çine û ji ku dighine me!?.

Piþtî heftiyek ji test û lêkolînan, û bi alîkariya senterên Sîsmologî, ji mere hate belû kirin ku Wan li ser xakeke xwedî tiktonîkeke aktîv e. (Di wê demê de ev fînomonîya weke rîportekê me amadekir û gihiþte destê karbidestên TPAO û Þirketa Mobil ê).

Sîsmolocîy a Turkî û a Wan ê

Turkî yek ji welatên ku behtrîn xakhejok lê çêdibin û sedema wê jî ewe ku Turkî dikeve cihekî ku çend platformên Tiktonîk dighine hev û tevde jî aktîvin.

Li gorî Geology yan, Turkî li ser platfoma Anatolîya ya tiktonîk e û hawîr dora wê, Platformên Tiktonî ne, Platforma tiktonîka Erabî, platforma tiktonîk a Ewropî, û a Afrîqî jî. Hereketa van platforma tevan ku tanî îro jî bi temamî aktîvin, dibin sedema ku bi sedan xakhejok her meh çêdibin, û sîsmogramên herîmê wan tomardikin çi giran û ç sivik.

Wan weke beþekî ji vê platform dimîne dibin tasira hereketa vê platform de (Platforma tiktonîk a Anatolîya.

Ev xakhejoka ku li Wan ê çêbû (7.2 Derece Rixter) li gorî lêkolînerên akadîmî, yek ji qewîntrîn ku li Turkî çêbûne ji sala 1999 û virde. Senterê wê di kûrbûna nêzîkî 20 Kîlomitran bû, û gelekî nêzîkî bajarê Wan ê bû, loma gelek zirar gihand (Nizimbûn û nêzîkbûn ji sentrûma xakhejokê gelek zirarê dighînê). Û sedema din a ku hiþte zirar bighê bajêr evbû, ku Wan dikeve keviya golê û di bazinê wê de li ser peravên Sedîmentên golê rûdine û ev jî di hêle ku pêla wê xurtir, ferehtir û bi domtir bibe.

Wan ji aliyê Tiktonî dikeve rojhilatî platform a Anatolê de û gelekî jî active e, Gol 607m3 û korbûna wê 451m.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark