Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber (Xelek 1)

 


Heyder Omer 

Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê dike, wê hîngê ew miletan ji xwe berê û yekser vedigerin rehên xwe yên netewî, bi her du destan û bi hestên germ pê digirin, da hebûna xwe li hember wan metirsiyan biparêzin û giyanê berxwedana xwe gur bikin.


Kelepûr jî yekek ji hêzdartirînên wan rehan e, ku milet li hember bahozan xwe bi ser de pal didin, ji ber ku dikare hestên netewî hêzdar bike, û baweriya wan bi regeziya wan biçespîne, çimkê kelepûr gencîneya şahî û şînan, serkeftin û têkçûnan e, nimûneyên paybilind ji zargotin û dîrok û wêje di xwe dedicivîne, milet dikare waneyên kêrhatî jê werbigire.
Helbestvanê Misirê Mehmûd Samî El-Barodî; serkêşê raperîna wêjeya erebî di serdema sedsala nozdemîn de, bala xwe dide rewşa wêje û helbesta erebî, ku di serdema Ebebozan û Osmaniyan de gelek lawaz bûne, weha hizir dike, ku eger helbesta erebî venegere rehên xwe û li gel kelepûra xwe têkildar nebe, dê nikaribe, regeziya xwe biçespîne, pêre jî dê her lawaz bimîne. Vê lomê ewî da ser şopa helbestvanên serdema Ebbasiyan yên bi nav û deng, û helbesta xwe li gor şêwe û awayên helbesta wan rist.
Evê xebata El-Barodî rê li pêş helbestvanên Ereb vekir, ku di dema dagîrkirina welatên wan ji hêla îngilîzan û firansiyan de, vegerin kelepûra xwe û wê vejînin, da giyanê berxwedanê di derûnan de gur bikin. Rexnevan û dîroknivîsên wêje û helbesta erebî cefayên helbestvanên wek Ehmed Şewqî, Hafiz Îbrahîm, Ehmed Miherren, Ezîz Ebaze û hinên din di vê meydanê de zor biha dinerxînin, ji ber ku ewana nav û bûyerên ronak ji nav kelepûra xwe vebjartin, û xebata wan di nav helbestên xwe re careke din anîn bîra civakên xwe, da ew civakan riyên wan lehengan bişopînin, ji hêlekê de li hember dagîrkeran ber xwe bidin, û ji hêla din de wêje û helbesta xwe vejînin.
Helbestvan û rexnegirê îngilîz T. S. Îlyot jî hevtêkiliya helbestvan û kelepûrê gelek bilind nirxandiye, ewî sala 1917ê gotara xwe ( Kelepûr û behreya xweyîtî ) weşand, tê de weha çûye, ku nirxdartirîn beşê xebat û karê helbestvanan ew e, yê ku tê de bavpîrên xwe yên mirine vedijînin, û helbestvan û hunermendên hemî awayên huneran nikarin bi tenha nirxê xwe bistînin, belê nirxên wan di navbera hevtêkiliya wan li gel helbestvan û hunermendên pêşîn re tê xuyalirin, û wek çawa buhêrek rêbertiya serdema niho dike, divê serdema niho jî buhêrekê biguhêre.
Mebesta Îlyot ji vê boçûnê ne ew e, ku kesayetiya helbestvan di kelepûrê de wenda bibe, û helbestvan jî bibe awêneya ku rêz û bawikên civakê tê re werin xuyakirin, pêre jî her du rûçikên (sîfet) rasteqîniya wî; ango regezî û hemdemiya wî werin pişaftin. Mebesta Îlyot ew bû, ku giyanê wan rêz û bawikan were naskirin, ew giyanê ku yekîtiya hemî beşên kelepûrê pêk tîne, û tev li ramana serdema hemdem dike.
Ramana serdema hemdem xelekeke tev li xelekên kelepûrê dibe, ji ber ku berdewamiya wan e, vê lomê jî hevtêkiliya li gel kelepûrê ti caran rê li pêş hevbestiya helbestvan li gel realiteyê nagire.
Em nizanim gelo haya entilcênsiya çand û wêjeya kurdî, Cegerxwîn jî di nav de, ji bizava El-Barodî yê misrî û ji bang û boçûna Îlyotê îngilîzî hebû, yan na, lê tiştê ku em dikarin bê dudilî bibêjin ew e, ku gava  entilcênsiya kurdî bala xwe da rewşa welatê xwe yê parvekirî, û gelê xwe yê bi şûnda mayî, berê xwe da kelepûrê, û gelek awa û cûreyên wê kom ser hev kirin, ji ser lêvan wergirtin û xistin ser rûpelan da ji ber lepên wendabûnê biparêzin, û deynin ber destên her kurdekî. Her weha gelek helbestvanan jî hilgirên raman û hizrên xwe di wan cûreyên kelpûrê de dîtin, û ew hizran di navbera wan hilgiran re pêşkêş kirin, wek çawa Xaniyê nemir hizrên xwe yên netewî û civakî û polîtîkî di navbera vejandina çîroka Mem û Zînê re diyar kirin.
Cegerxwîn jî, piştî ku derdora 25 salan ji temenê xwe di hicrikên olewerî de têper kirin, pê hay dibe ku ne ji bo wê yekê hatiyê dinyayê, vê lomê riha xwe kur kir, şaşik û çupe avêtin, û xwe berda nav civaka Kurd, evê civaka ku nîrên ayînî, aborî, civakî û dagîrkirin û parvekirina welatê dê û bavan, têkiliya wê li gel ziman û wêjeya wê lawaz kiribû.
Gava Cegerxwîn, wek helbestvan, bala xwe da rewşa ziman û wêjeya serdema xwe, û dît ku ji du hêlan de şerê wan tê kirin, çi ji hêla civaka kurdî de, ku ziman û wejeya xwe bi paş pişta xwe de avêjtiye, guh nade wan, û çi ji hêla dagîrkerên welatê wî de, ku bi her awayên fêlbaziyan hewl didin,da gelê kurd di nav xwe de bipişêfin û wenda bikin. Wê hîngê Cegerxwîn jî wek helbestvanên miletên din berê xwe da gencîneya kelepûrê, gelek çîrok, çîvanok, pênd û metelok ji ser lêvan girtin, kom ser hev kirin, dan çapkirin û xistin ber destên civaka xwe, lê bi vê yekê tenê nekir, belê bi ser de jî berê xwe da Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, û jînenîgariya gelek leheng û kesayetiyên kurd ji nû ve vejand, û di dîwanekê de bi sernavê ( Şerefnameya Menzûm ) weşand, da civaka Kurd, di xebata li hember kotekiya zordar û dagîrkeran de riyên wan kesayetiyan bişopîne.
Cegerxwîn di meydana helbestê de jî wê riyê digire, û nimûneyên geş ji wêjeya kevin vedibjêre, û helbesta xwe li gor şêwe, awaz û kêşa wan nimûneyan dirêse. Helbesta wî ( Dil ji min bir ), ku li gor ya Melayê Cizîrî nivisandiye, di vê meydanê de nimûneya payebilind e.
Mela yê Cizîrî; helbestvanê, ku di penava wêjeya kurdî de, bi nav û deng e, serkêş û pêşengê kilasîkên Kurd e, dîwaneke gewre, ku bi xebata Şêx Ehmedê Zivingî şirovebûye, bi şûn xwe de hêştiye. Di helbestên xwe de şeyda xuya ye, û dil û cergên wî bi germa evînê sotî xuyan in.Cegerxwîn jî  ala kilasîkan ta sedsala bîstem bilind hildaye, û ketiye ber dava evînê.
Di xeleka, ku dê bê, emê helbesta hevber bidin nasîn û li ba vê hewildana Cegerwîn rawestin, û bipelînin ka wî  çi helbestên pêşiyan vebjartine, û ya xwe li gor ya wan ristiye, û ta çi radeyê bandora huneriya wan zîrekan li ser şêwe û avahiya helbesta Cegerwîn hebûye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark