Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žoreža sūriya ū tevgera kurdī di trazīda

 


  EHMED QASIM

Em bixwazn  nexwazin , kurd perçeyekî binyade ji binyada gelê sûriyayê ku ji çend nifžên netewî pêk tê. Em nikarin wekî kurd, xwe ji kêferata li sûriyê cûda bikin, û ji kar û zirara bûyeran bê parbin. Îro roj sûriya gihîžtiye çateriyake bê veger. Yanî, bi herhalî riya vegerê li pêž kesî nemaye , ne kurd, û nejî oposisyon, û nejî desthilat. Yanî her nifžek li gor berciwendiyên xwe riya xwe vedqetînê û didê ser wê riya xwe. Di encamêda kar û zirarê hilbijartinê xuya dibê.


Ji ber vê yekêjî çend nêrînên cûda-cûda derketine holê, ew nêrînên bi vacayî hevjî, li gor ecîndayên navdewletî û navçeyî xwe beloq dikin, û li gor wanjî hêzên oposisyonê li hêlekê, û ya desthilatê û yên di bin bandora wêda li hêla din cûda cûda li vê çaterêyê xaçikekê ji xwera vedqetînin.
  A niha, çi rê li ber kurdaye, eve pirsa mezin ku xelk dipirsê, bi taybet xelkê meyî kurd li bersiva dîrokî digerê, ku çi žažî bigrê wê nirxê wê žažiyê dibil dayînbê. Di baweriya minda ku heta îro partiyên kurdî nikanin biryara ažkere bigrin, ji ber ku baweriya wan bi pêkanîbûna xwe nayê, û dibînin pêkhatî û pêkweriyên di rojên bêda giring û bê hûdene, dibê li tola wan neyê, ji ber vê yekê bi tirsin, û herwehajî biryara li darxistina kongirê li paž dixistin , ku rewž bîtir zelal bibê û bar li ser milên wan sivik bibê.
   Lê ya PYDê tižtekî dine. Em tev zanin ku PYDê hevrêzê PKKêye û bûyerên li QENDîLê bandora xwe davêjê ser pêvajoya kar û erkên pydê li hindirê sûriyê. Bo vê rastiyê jî, tevlehevî dikevê nav sadeya bînerên kurd, û neçarin li vê tevlihevîyê bê rol bimînin, ji ber PYDê ne wek partiyên dine, ku îro roj kanê bi tenî xwe kolanan dagrê li beramberî piranî patiyên din ku nikarin ževbêrkekê bi rêxin. Ji ber vê rastiyê jê, desthilata sûriyê giringî didê PYDê û xelkên li dû  wê, di wexteke ku turkan li dijî pkkê bi germî operasyonê didomînê, li QENDîL û HEKARî. Desthilata sûriyajî çavên xwe ji çalakiyên PYDê digrê da ku navçeyên kurdî nekevin tev xwepêžanderên li navçeyên din berdewamin. Ji mafê pydê ye, ku ji vê derfetê sûdê wergirê, û rêzên xwe xurt bike di nava xelkên kurd de, di wextekê de, ku partiyên din ji zeboniya xwe nikanin li kêlek PYDê çalakiyên berçav bikin. Bi vî awayîjî mirov dibînê ku kolana kurdî careke din dikevê bin destêPYDê , û ji bo ti partî bi PYDêra nebne hevpar, yanjî PYDê xwe bi ti girêkên kurdî xwe girê nedê, xwe ji kongirê pažda dikžînê, û bi tenê lihevhatineke tektîkî bi desthilatê re didozînê bo pižtgêriya PKKê di žerê bi turkan re. û partiyên din dixê rewžeke bêçare.
       A niha xek li navan nagerê, dem demê kolanane, yên hêzên xwe li nav kolanan hebê ew dikevê rêzên pîvanan di diwaroja sûriyada. Rêjîmjî heta bi sînorekî li wê teraziyê dinêrê, di wexteke ku kolana kurdî bi sê bežan bûye: bežek bi serperežtiya PYDêye, û bežek serbixweye, xwe bi xwe rêzkiriye bi navên hevrêzên žorežê tevlî xelkên sûriyê xwepêžanderin, û bežê hindik li gel partiyên dinin, ewjî du-sê partîne. Ca partiyên hene tenê bi navin, xwe di siyê partiyên mezinde vedžêrin. Bawerim ku nakokiyên mezin ji bin serî wan partiyên bi çûk derdikevin . eger ne wabê, kîjan ujdana qebûl dike ku Pydê bi 8 nûneran herê kongirê û partîne hene ancax nûneran parsbikin , ewjî xwedî 8 nûneranin.
         Bawerim tevgera kurdî di ti traziyande tineye, ji ber bixwe di nav xweda bê traziye, lê nayê wê sayîyê ku kurd bi tevayî di terazîyêde nayê pîvanê, ji ber ku kurd hebûneke netewîye, û perçayekî bingehîne ji gelê sûriyayê, bawer nakim rewžê kurd bandora xwe bide ser diwaroja gelê kurd. Ji ber tižtên di nav kurdande hene , ji wê bîtir di nav xelkên dinên sûriyadajî hene, ev nabê sedema çaresernekirina pirsa kurdî, herweha bawerim, ku nayê rayê eger pirsa kurdî çaresernebê û sûriyake demuqrat û hêmen û hevbež sazbibe. Yanî pirsa sûriya bi çareserkirina pirsa kurdî va girêdayî
        Lê tižtê ku ji bale me nerê, pêwîste em zanibin ku çiqwas bandora buyer û rêveçûna pirsa kurdistana turkiya di van rojande li ser rewža kurdî li sûriya heye. Pêwiste tevgera kurdî bercewendiya herdu perçeyan bidne ber çavan. Ev žerê Turkan nayê qebûlkirin, ne tenê nayê qebûlkirin ,belê ciyê riswakirinê, û ji her kurdekî tê xwestin li rûyî vî žerî bisekinê,û pižtgêriya mafê gelê kurd li kurdistana turkiya bike, û di wê pîvanêda mafê gelê kurd li sûriya bin- pê nebê.
         
  Nivîskar û siyasetmedarekî kurdê sûriyayê 
 20/10/2011

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark