Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Birînên te gul bûn

 



Mehmûd Badilî
                            (ji rewanê Miþ`el Temo re)

çipeçipa xwîna te
bi ser mermerê
dilê min yê xemgîn de
valahî ji tîna navê te vêxist
pê re rewanê min yê vemirî.
þikestim..


di pêlên bêhna teyî koçber de
vêketim..
jan û þoreþ
di pêjna kuþtina te de.
birînên te rapelikîn damarên min
tiliyên min ji min ketin
û hêsirê min bi xwîna te re
qîriya.
hejiya dil..
û gund û bajarên te
pijiqîn çavên neyaran.
birînên te gul bûn..
di cendekê te yê sar û vêketî de
birînên te gul bûn..
gulên bi awirê min re diaxivîn
sor digernijîn
sor diqîriyan
sor digiriyan
û helbest di henteþa oxira te
porê xwe bi ser pakrewaniya te de
kur dike
geh bigirî
geh bi þoreþê vêdikeve.
8/10/2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark