Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Derew û rastî.. Kurte çîrok

 


Narîn Omer

Di rojeke nasîn û ne nas de , Ne ewr bû, û ne sahî bû, ne sar bû, ne germ bû. Ewr û sitêrk bi hevdû  mijûl bûn, û Zemîn û Asîman bi hev re di axivîn, û demsalan heyv û meh li hev belav dikirin
Derew û rastî pêþber hevdû rûniþtin, û bi hev re dan u sitandin Her yek ji wan dest bi pesnê xwe dide.


Derewê got e rastiyê:
Leþkerên min ji yên te pirtirin, û xwediyên min li hawîrdoreyên dinê belavbûne, û bi serê min sûnd dixwin, û bi çavên min meyze dikin.
Rastiyê bi xeyd gotiyê:
Derewa reben, hema bese navê te derewe,û çiqas ev nav li bejna te tê.
Bê xwedîkê, warê  kû ez têde amade dibim, cihê te lê nîne, çiko ez taca serê civata me, Ez sûnda civaka me, û hêlîna miþixt û penabera me, lê tu leylanî û hemî canîweran dixapînî.
Derw kenî û bersiv da:
Ma te meteloka mirovan ne bihîstiye:
((Heta rastî gera virê cihê xwe girt)). û ((Gotina xweþ xweþ e heta kû vir jî be)).
Rastiyê birhên xwe qurmiçandin û diranên xwe li virê tûj kirin û gotiyê:
dibêjin: ((Rastî tale, lê dîsa dimîne rastî)) û dibêjin:
((Werîsê vira kine)) û ((Warê vira þîn nade)).
Derewê dîsa bi ken bersiv da:
Hema were ez û te emê ezmûnekê ji mirovan re çêkin da em bizanin kê ji me zengîn e û kî hejar e?
Rastî bi lez çû û çend nûçeyên rast û dirust belav kirin, lê ji bilî çend kesan lê nebûn xwedî. Dema derewê nûçeyên xwe weþandin, di nav bera þev û rojekê de belav bûn, û gelek kes ji wan re bûn xwedî û mirov, bi dehan gotgotok û çîrok afirandin û pêþerojê de belkî ew bibin dastan û efsane.
Derew li rastiyê nerî û bero wê hat, bi xemgînî destê xwe bi sere wêde anî û wisa axivî:
Ji min ne xeyîde, heta kû ez nebama jî wê mirovan wateyek dî li himber te efirandibana, ji ber kû ew wisa têgehitine reng û tama jiyanê.
Peyv bi wateyên xwe ve di qirika rastiyê de sekinîn û ew bê deng kirin, lewra rahêjte pênûsa xwe û nivîsand:
Rastiyê rojekê kirasê nenasiyê li xwe kir, û di  kûraniya maweyan de noq bû, xwest li warê xwe vegere, mixabin wê bi dehên kirasa dîtin kû wan di nav hinavên xwe de rastiyek nenas veþartiye.
Paþre nivîsand:
Nasnameya min! Ez ji te xeyîdî me çimkî te ez di nav gola derewan de afirandim.
Navê min derewe, Dîroka min derewe, Her wiha rastiya min jî derewe.
Gelo rastiya min kanî û kûve çûye???

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark