Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Peymana telaqreþ

 


 

Diyarî bo siyasî û rewþenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin. 

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,
Partîzanên kurdewarî ne.


Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho yaho ev kî ne?
Hemîd û hekîm du partî ne.
Hemê û Alî du Yekîtî ne,          
Ev çar hizbê dermalî ne.    

Ezzo û Tahiro ber derî ne,   
Hawara xwe birin Nisredîne. 
Nesir dibê esil Salih e,     
Raya wî jî rast û esih e.   

Yek ji derve dibê ev þerm e?
Gedo dikenê dibê nerme nerme,  
Xudê razî, nabê sergerm e,
Havîn e dinya germ e.

Ya dî jî em gelek jimar in,
Hin serbar in hin binbar in,
Lê ne xem e, em her bêkar in,
Karê înê dîsa çend zar in.

Karê me civata niþtîmanî ye,
Gelek zehmet û bargiranî ye,
Xelkê jî pê ve mijûl bikin,
Wan çavkor û sergêj bixin.

Hilalo jî bûye hizbek,
Hizba wî jî nabê gundek.
Kes bi çapka wî napîvê,
Þensê me ne zêr e ne zîv e.

II
Li van partiya van serbîra,
Êrîþ berdane rewþenbîra,
Bê þerm in, û bê tevdîr in,
Bêkêr in, ne ku bê xêr in.
Em ji hev re xweþmêr in,
Ji xelkê re qelsemêr in.

Yekî ji wan xwe da navî,
Go: Bes e êdî bêbavî,
Ev çi pênûsên zêdegavî.
Yê dî go: Heval, çi bela va ye?
Derdê me qey ne bes e,
Jixwe eyin dora va ye,

Qurqura Siyamend û Kalo ye,
Yek jê guriyê nûza ye,
Yê dî jî guriyê qeda ye.
Em dikin nakin, nayên raye.

Namekê ji wan re binvîsin,
Dema van peyva bibhîzin,
Wê`j tirsa bi xwe de bimîzin,
Nema êdî bi dûvê xwe dilîzin.

Ma wella van em tar û mar kirin,
Bêqîmet û bê rûmet kirin,
Hevalên me jî li me harkirin,
Milet bi me bêbawer kirin,

Ev çi pênûsên bêfedî ne!
Ma hûn nizanin em gundî ne,
Em ne zarên þaristanî ne,
Em qebûl nakin rexnê birîna,

Ji pêþya me rakin van stirî ne,
Ne hemû jî xirabî ne,
Bi van rexnê nexweþ,
Nik xelkê em bûn rûreþ.
Belav bikin beyana hawbeþ,
Peymana roviyên telaqreþ.

III
Birahîmek çû, me go:
Mala Xudê ava ye,
Ma çi xêr e! xudêhiþtî,
Birahîmê dî jî ha va ye,
Herdû jî li wan xweþ naye.
Tew Deham sîrek naçê
Bi xwedê ji me qebûl nakê
Zavê wî jî wek dîkê sor e
Xalis jî kelgerm e, bêpor e
Hewas jî çilo forta didê
Hew zanê xwe bi kûve bidê

Pênûs tûj e, zendê xwe badin
Em ticarî ser hev nadin
Ji berê de halê me wa ye
Eþîrtî û dubendî, bê mifa ye
Lewre barê me hê paþ maye
Mafê Kurda tim wunda ye

Ta rewþenbîr û siyasî wa bin
Em ticarî gokê bi dest naxin
Milet jî bindest û binbar bin
Tenê bêjin em partîbaz in.
Ta em wilo bibin hezar kerî,
Kurdîtî jî wilo naçê serî.
 ---------

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark