Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima ji me re navê?

 


Heyder Omer

Cegerxwîn bibore, ev bû du car in, bê destûr ez vê pirsa te dixebitîn im, tevî ku beriya bêtirî 50 salî te ev pirs ji Reşîdê Kurd kiribû, lê dibînim heya îro jî watedariya xwe diparêze, û min û yên wek min, neçareyî dubarekirinê dihêle.
Gava Reşîdê Kurd carekê ji Şamê vegerîbû, Cegerxwîn jê pirskiribû: Gelo te dektor (mebest Dr.N.Zaza ye) dît?. Dibêje: Belê min dît. Te çawa dît? Reşîdê Kurd dibêje: Ji me re navê. Cegerxwîn maliq dimîne û pirs dike: Çima? Reşîdê Kurd dibersivîne û dibêje: Ji ber ku pir zane.


Ev pirs û bersivên van her du pêşiyan heya îro jî dikarin bibin awêneya terajîdiya me Kurdên Sûriyê, ku em zana û rewşenbîran napejirînin.
Rewşenbîr, bi gelemperî û li ba hemî miletan, kaniya pirsê ne, milet û rêxistinên ku rêza pirsê digirin, dikarin şopa xwe di rêveçûna dîrokê de kûr bihêlin, û nifşên çavbiçîk perwerde bikin, ji ber ku pirs hem tevger e, zindîtî ye, dijbera rawestinê û mirinê ye, û hem jî destpêka avakirinê ye.
Gava rewşenbîrên me rexneyan li partiyan digirin, mebest jê ew e, ku ev partî li xwe vegerin, liv û karên xwe binerxînin, sedemên wan rexneyan ji holê rakin, bi xwe û bi civaka xwe re li hev werin. Her çiqas ew rexneya tûj û giran bin, mebestê jê ne hêrişkarî ye, belê serastkirina rêçik û semta xebatê ye.
Pêşiyan gotine: “Eger du kesan gotin kumê te ne li seriyê te ye, destê xwe bavêje seriyê xwe û bipelîn”. Mixabin ji dêvla ku partiyên me seriyên xwe bipelîn, ka kumên wan li serî ne, yan na, ewana tiliyên gumanê ber bi rewşenbîran de kirin, û daxuyaniya tawankariyê bi ser wan de barandin, û ew bi zincîra nexweşiyên derûnî pêçan.
Ma ne rewşenbîr jî, mîna partîzanan, dibêjin, ku perçebûna tevgera me ya polîtîkî xebata me jar û qels dike? Çima ev boçûn, gava ji rewşenbîran derkeve, li partîzanan giran tê? Gelo, partiyên me, hema carekê jî, ji xwe pirskirine çima rewşenbîrên me ji wan bi dûr de ketine?Çima gotarek, an jî boçûneke rewşenbîran ewqas li dilê partîzanên me giran tê, lê zayîna deh panzde partiyan ji hev du li wan giran nayê? Çima negirtina yek helwestê, di van roj û nîrên nazik de, li wan giran nayê, lê gotara ku vê lihevnekirinê şermezar dike, li wan giran tê? Çima pêlêkirina helwestan li wan giran nayê, lê destnîşankirina wê pêlêkirinê di gotarekê de li wan giran tê? Ma ne ewana nexşeriya çareserkirina doza Sûriyê û ya gelê kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de belavkirin, û hîna civata wan bi dawî nebûbû, pênc şeş partiyan pêlê kirin, bi paş pişta xwe de avêtin, û berên xwe dan hin partî û hêzên rikberiya erebî, pirotokol bi wan re danîn, û hema çêla nexşeriya tevgera kurdî, ku wan jî erekiribû,nekirin? Gelo, rewşenbîrê ku vê yekê şermezar bike nexweş e, an partîzanê durûtiyê dike?
Çima partiyên me nikarin têbighînin, ku civaka sala 2011ê ne mîna ya salên şêstî û heftiyên çerxa borî ye?Çima ewana nikarin têbighînin, ku dem ne dema wergirtina fermanan bi çavkorî ye, belê dem dema pirskirin û pelandina sedeman e? Ev bûye bêtirî mehekê ye, ku şaxên neh partiyên Kurdên Sûriyê li Ewropayê lihevkirina xwe ragihandine, lê hîna jî di ware piratîkê de, û li gor daxuyaniya xwe, gavek ne avêtine, û bi ser de jî hê endamên civata wan negîhabûn malên xwe, tîkeke mezin li wê lihevkirinê ket, û hîna jî nehatiye çareserkirin? Çima pirên ku rêberiya şaxên partiyên Kurdên Sûriyê li welatên Ewropayê dikin, nikarin du hevokan bi zimanên wan welatan binivisînên, lê dest ji rêbertiyê bernadin? Û bi ser de jî kesên ku bi zimanên ewropî dizanên ji nav revê partiyan davêjin, bê ku ji xwe bipirsin ka wê bi çi awayî û bi çi zimanî bervedêriya doza gelê xwe li Ewropayê bikin? 
Pirs gelek in, û hemî li benda bersivên partîzanan dimînin, lê tiştê gelekî numa û zelal ew e, kutevgera me hîna jî xulmaş e, û ne tenê di guhertina cîhanê negihîştî, belê bi ser de di guhertina civaka kurdî jî negihîştî. Bêbersivmayîna pirsên jorîn û gelekên din vê baweriya me diçespînin, û helwesta tevgera me ya vê dawiyê vê çespandinê dupat dike.
Da partîzanek min bi boçûnên xav û bê bingeh tawanbar neke, ezê kongira njştimanî kurdî li Sûriyê wek nimûne bigirim.
Banga pêdiviya vê kongirê ne necama van rojan e, belê hinek partiyên tevgera me ji zû de ev bang dane, û di mediya xwe de pir li ser axiftine, lê yekirina helwesta yanzde partiyan di tenga pêdiviya vê kongirê re encama xwînrijîna van nîrên dawî ye. Bê ku ez li ba ziyana girênedana vê kongirê û peydanekirina lêvegera kurdî li Sûriyê, ta îro, ranewestim, ji ber ku ev yeka ji hemî kesan ve diyar e, ezê li ba awayê amadekirina vê kongirê rawestim.
Eger em bawer bikin, ku sernavê her gotarekê, lêkolînekê, helwestekê  awêneyanaveroka wê ye, em dê yekser texmîn bikin, ku awayê amadekirina vê kongirê riya xwe şaş kiriye. Çima?
Kongir bi nave (kongira niştimanî kurdî) hatiye navkirin. Ev sernav hebûna hemî hêzên civakê, ne tenê di kongirê de, belê di amadekirina wê de jî pêwîst dibîne, çi ev hêzan polîtîkî bin, û çi jî rewşenbîrî, û civakî û aborî bin, ji ber ku ew kongirekî (niştimanî) ye, ne yekekî (Partî) ye. Lê mixabin, yanzde partiyên me ji bîra dikin, ku ne tenê  ew nûnertiya gelê kurd dikin, belê hin hêz û partiyên din jî xwedî cemawer hene, û cemawerê wan jî ji civaka Kurd e.
Heye (belkî) ev yanzde partiyan weha biçin, ku ew partiyên hatine bi dûrxistin, partiyên xwe yên sereke perçe kirine, jê veqetîne, vê lomê jî hatine cezakirin û bi dûrxistin, û ji hêla din de jî civaka me bê komele û rêxistinên civakî ye, vê lomê komîta amaderkar tenê  ji van yanzde partiyan hatiye damezirandin.Lê gelo heya kû derê ev boçûn û helwest rast e?
Di tenga partiyên bi dûrxistî re, mirov dikare weha biçe, ku ne tenê ewana partiyên xwe perçekirinê, û xwe wek partî ragihandine, belê hemî partiyên tevgera me ji partiya dayik weşîne. Ma çima hinek dê bêne pejirandin û hin jî na?.Helwesta kesê, ku vê pirsê bike, heya îro, ne şaş e, lê eger kongirekeniştimanî hatibûya girêdan, û lêvegera kurdî peydakiriba, û biryar girtiba, ku tevgera kurdî nema partiyên ji partiyan diweşin dibejirîne, û partiyê hen in jî di hubdirê xwe de nerînên cud û lihevdewrkirina destlatê bipejirandana, heye wê hîngê kend û bend li pêş perçekirina partiyan bihatana danîn. Ger ev yeka nebe, heye partiyên tevgera me hê jî bizên.
Di tenga rêxistinên civakî û sêvîl re jî, mirov nikare hebûna wan ji bîra bike. Hemî partiyên me dizanin, ku (Hevgirêdana nivîsevan û rojnamevanên Kurd) û rêxistinên mafên mirov ji zû de hatine damezirandin û ragihandin, û gelek endamên wan ji bo xebata xwe hatine zîndankirin. Her weha serhildan û şoreşa gelên Sûriyê, di van pênc mehên dawî de, bûne egera gelek rêxistinên xortan.Ma evana hemî di nûnertiya gelê Kurd de ne hevpişk in?
Belê, hevpişk in. Yanzde partiyên, ku komîta amadekar damezirandine jî vê rastyê dizanin, ji ber ku biryara wan ew e, ku para pir ji endamên kongirê dê ji nûnerên wan saziyên civakî û sêvîl be. Lê çima ewana ji komîta amadekar hatine bi dûrxistin?.
Bi baweriya min, gava yanzde partiyên me biryarê digirin, ku para pir ji endamên kogirê  bidine  nûnerên  saziyên civakî û sêvîl, ku bi gotina (xweser an serbixwer) bi nav dikin, wê hîngê şaşîtiya helwesta xwe ya ku nûnerên wan saziyan ji komîta amadekar bi dûrxistine, diyar dikin, lê nikarin bi awayê  rast û zelal ji şaşîtiya xwe dager in, tevî ku lixwemukurhatin, di vê tengê re, sincekî nirxdar e,lê sincên çanda gundîtî lixwemukurhatinê napejirînin.
Gelo, gava ez dibêjim, ku bersiva Reşîdê kurd, tevî betirî pêci sal di ser re têper bûne, rastî û watedariya xwe diparêze, û tevgera me xulmaş e, û di guhertinan negîhaye, ez şaş çûme?. Ji dil de dixwazim boçûna min şaş be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark