Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: HEY LO MîRO

 


 
 Dilêrê Kurd
 
Mîr Celadet Bedirxan   
Mîrê min .
Mîrê mîran .
HEY LO MÎRO .
Mîr Celadet Bedirxan .
Roj hilat û ma dilahî .


Mat bê deng bû .
Bê pêjin bû .
Bi hatina te .
Gerdûn lê bû ronahî .
Bû helkeftin .
Bû cejin .
Çar hawîr bû xweþî û þahî .
HEY LO MÎRO .
Hatina te .
Mizgînî bû û mujde bû .
Ji Kurdan re .
Hêvî û armanc .
Bi xwe bû .
Doz û daxwaz .
Pêþketin û azadî bû .
Rizgarî û serfirazî .
Bi dest te bû .
HEY LO MÎRO .
Millet bi pêþwaziyek germ .
Te himbêz kir .
Kirin govend .
Kirin dîlan .
Keç û xort .
Bi þabaþan û bi nav têdan .
Kal û pîr jî .
Didan halan .
Tevan bi hev re digotin .
Lêxin bavê min lêxin .
Pehniyê solan li erdê xin .
Sol qetiyan pînan lêxin .
Pîne ji bêrîka þêxin .
HEY LO MÎRO .
Xelatek bi te re bû .
Te ji me re anî .
Diyarî bû .
Pir sipehî bû .
Giran buha û bi nerx bû .
Elîfbêya Kurdî bû .
Bi bingeh bû .
Bi binyad bû .
Tev bi tîpên latînî bû .
HEY LO MÎRO .
Em winda bûn .
Tar û mar bûn .
Bi dîtina te me xwe dît .
Me xwe nas kir .
Ew nêrdewana te danî .
Em tev pêve .
Rapelikîn .
Hilkiþiyan jor .
Çûn asîmanê banî .
Gihiþtin dibistana Feqê Teyran .
Herîrî û Cezîrî û Ehmedê Xanî .
HEY LO MÎRO .
Tu bû sitûna wêjeyê .
Li gerdûn û li Botan .
Li Adeyê .
Tu find û çira û fener .
Tê bimîne .
Ji her nifþî re .
Lêveger .
Li ber çavan tê keleh be .
Diyarok be .
Simbol be .
Nayê ji bîr kirin .
Tê sermedî be .
Li her warî .
Li her cî be .
Ta hebe gerdûn û cîhan .
Ta hebe jiyan .
Hebe Kurd û Kurdistan .
Mîrê min .
Mîrê mîran .
HEY LO MÎRO .
         Mîr Celadet Bedirxan .
         …………………………………….
                                             Dilêrê Kurd
                                           15 – 7 – 2011 Z
                            Bo bîranîna þêst saliya koçkirina ..
                            Mîrê mîran Mîr Celadet Bedixan .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark