Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Pêkerê Cegerxwîn Li Diyarbekirê Hat Danîn

 


  Konê Reş

Îro 03.07.2011, min di malpera Diyarnameyê de, di bin vê manşetê de (Busta Cegerxwîn hate vekirin), ev nivîsandina xwarê xwend.
((Amed,02.07.2011
Busta helbestvanê navdar Cegerxwîn bi merasimekê hate vekirin.
Li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya li Kayapinara Amedê
busta Cegerxwîn hate vekirin. Di vekirinê de  Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Cîgirê Şaredar Servet Yilmaz, Serokê Odeya Mîmaran Necati Pirinççioglu û xwendekarên Akademiya Cegerxwîn amade bûn.


Di merasima vekirinê de peyama ku Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin ku ji sala 2009`an ve di girtîgehê de ye şandibû jî hat xwendin. Karatekin di peyama xwe de wisa got: "Ez di wê baweriyê de me ku, berhemên ku xwendekarên me derxistine holê dê kedeke wan a çandî û civakî ji bo bajarê me hebe. Ji ber vê yekê hevalên me yên di Akademiya Cegerxwîn de dixebitin, dê keda wam pê çêbibe ku çanda me ya tê asîmîlekirin bigihînin pêşerojê."
Paşê Wekîlê Şaredar Mahmut Dag axivî û got ku di sala 2010`an de navenda wan a çandê vebûye û ji wê rojê de 2 hezar xwendekar beşdarî qursên cur bi cur bûne." Piştî axaftinê busta Cegerxwîn hate vekirin)). Jêder: Diyarname
Vê sibehê li çarşiyê çav bi Salihê Silo (Bavê Muslih) ketim ku, yek ji dost u hogirên seydayê Cegerxwîn e û heyşt dîwanên wî ezber kirine, min xeberiya danîna pêkerê Cegerxwîn li Amedê jêre got.. Piştî kêlîk bêdeng, camêr ji kêfan re ev gotin û helbesta Cegerxwîn got: Îro û doh wek hevin.. Di van rûdawên ku roja îro li sûriyê diqewimin, gereke ku maf, daxwaz û armancên Kurdan wek ku pêdiviye bêne destnişan kirin û xwestin.. Cihê Kurdan wek ku di nexşeya sûriyê de heye bê zelalkirin..  Û got; berê şêx û mele rêber û zanayên milet bûn, digotin zarokên xwe neşînin dibistanan bela fêrî ilmê şeytanî nebin, wan bişînin ber destê mela bela bibin sixte û ilmê Quranê bixwînin.. Û digotin Cegerxwîn bûye gawir bi ya Cegerxwîn nekin.. Cegerxwîn jî bi vê helbesta xwarê bersiva wan daye. Em jî ji dil û can spasiya şaredariya bajarê Amedê (Diyarbekirê) dikin bi vî nirxê ku dane seydayê Cegerxwîn û bi hêvî ne ku di nêzîktirîn dem de em pêkerê wî di navtarên Qamişlo de jî deynin..
Ey sixteyê bê nav û deng, dijmin li ser balafire
Pir leşker û top û tiving, seyda ewe, ew mahire
Şêxê ku tac û teylesan, wergirtiye rengê Xidir
Rûniştiye li Birca belek, şahê ecem, şah Nadire
Ew sofiyê dîl û reben, serqot û xwas û tazî ye
Digrî bi fîxan û eman, şêxê min Ebdulqadire
Carek li şêx ew nanerî, da zanibî rast û derw
Kincê li şêx şal û qumaş, kincê li sofî çadire
Sed sale ev Zeyd û Omer, cenge di gel rîşa melê
Mertal di dest wan de bihuşt, gurzê di dest wan agire
Axa bi deh gundê xwe ve, bawer dike Keyxisrewe
Talanker û diz û keleş, wî daye ser rêça gure
Halê me Kurmancan eve, em dê çilo serbest bijîn
Herçî ku çûye guh nedê, silav li sifra hazire
Seydayê rast û roniye, lewra Cegerxwîn namîdar
Zana dizanin bê kîye, ên ker dibêjin kafire.
Qamişlo 03.07.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark