Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pīlanźn rźjīma sūrī ū žert ū mercźn hevdītinź!!

 


  Dr. Zara Salih
 
Bêguman rêjîma sûrî ya diktator îro roj di tengasîk mezin de derbas dibe, pižtî berdewamiya žoreža miletê sûrî ji berî 3 heyvan û virde, û lingê wê ketiye soleke teng de û êdî ber bi roxandinê ve diçe. Û ev pêvajok normale bo rêjîmek xwînmij ku ti derfetê dan û standinê  pêre nemaye, ji ber nama rêjîmê ji roja pêžî de hižkere û diyar bu, û wê rêya ležkerî- ewlekarî hilbijartibu, û ta niha jî ev biriyara wê ye bo çareseriya rewža welat.


Loma rêjîm dixwazê derzekê bixê navbera rikberiya sûrî de, û bide xuyakirin ku kurd li rexê wê rawestiya ne, û jibîr dike bê çi aniye serê wan di van salên bihurî de. Ev pêka han ji aliyê rêjîmê ve li cem her kesî xuyaye û em dizanin armanca wê jî çiye, loma tevgera kurdî ya Sûrî helbet zanê sedema vê dozdariyê û çima di vê dema niha de!! Em bawerin ku tevgera kurdî bi berpirsiyarî wê vê ezmûnê derbas bike û wê karibe roleke serete û balans bileyzê di rewža guhertina demokrasî di pažeroja welat de.
Berî her tižtî ma bawerî bi vê rêjîmê heye? Ev bi xwe cihê gumanê ye, pêwîste ku rêjîm gavin rastî bavêjê div ê derbarê de ( ev jî gelekî zehmete ), bi kêmanî kužtin, girtin û hilanîna hêzên ležkerî û emnî ji hemû deveran, berdana hemû girtiyan û rûnižtina bi rikberiya sûrî tevî re bo lidarxistina gongirekî nižtimanî bo çareserkirina rewža welat û guhertinên bingehîn û destûrî bo rakirina desthilatdarya partiya baes li ser welat û gel, û ev gav bixwe wê rêjîm ticarî nikaribe pêk bênê, jiber rêjîmên totalîtar nikarin bidin û xwe na guherin, lê pêwîste ku millet û hêzên xwe wê biguherin.
Žoreža Sûrî lidare û êdî ferehtir dibe her în, veger bi žûnde nema heye û ev rêjîm jî wê bikevê weke xeynî xwe ji rêjîmên erebî, û wê kurd ji vê proseyê ne bêpar bin, jiber hêzeke li ser heve , û gereke di derbarê vê pirsê de jî yekbin û rêjîm nikaribe wan jihev bixê. Loma pêwîste ku žêwra rikberiya erebî jî bikin û yeke xwe bixin aliyê wan de û doza xwe weke erkek nižtimanî fereh bo tevayiya Sûrî diyar bikin û xwe parçe nekin ji rikberî û žoreža gelerî ya Sûrî, jibe rev kužtina hovane li gelek bajarên Sûrî ne dûre ku nêzîkî deverên kurdî jî bibe, çikû rêjîm bûye weke tebakê dev bixwîn û birçî û çi ji destê wî werê, wê bike bo ku temenê xwe dirêj bike. Baweriya civaka navnetewî jî êdî nema bi gotinê Bažar tê û nêzîk wê biriyarên nerewayiya vê rêjîmê bête daxuyanî û ew sîwan ji ser rabibe, ji xwe baweriya gelê Sûrî her bi wan nayê, nexasim pižtî van kužtina û buyerên dawî, sedema vê nexžeya zelal gereke bizava kurdî nerîna xwe bi mêranî bide xuyanîkirin û nama xwe hižkere ji rêjîmê re rêkê berî ku here hevdîtinê bi serok re, jiber gaveke žaž ji aliyê wan ve wê qelenê wê gelek be, lê ez bawerim ku bizava me hižyare û agahdare û wê karibe pêkek zîrekî bavêjê û helwesta kurdî bi hêztir bike di hundirê sûrî de û sûd bigrê ji vê derfeta han bo çespandina mafên netewî yên kurdî di pažeroja Sûrî de û bi hêviya serkeftinê û yekîtiya millet û tevgerê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark