Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Roja Zimanê Kurdî Li Qamişlo

 


Konê Reş

Doh (15.05.‏2011), bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî birrek ji rewşenbîrên kurd di gel berpirsên kovara Gelawêj, Pirs û Gulistan, vejandina vê rojê li bajarê Qamişlo pêk anîn. Di destpêkê de, li dor vê rojê axifîm, giringiya vê rojê min anî ziman û çima ev roj bi navê Roja Zimanê Kurdî bi nav bûye, şirove kir û di nav re, min rola mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê ji bo parastina zimanê Kurdî diyar kir û got: Eger UNESCO di 1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja Zimanê Dayikê” bijartibe, yê me Kurdan, roja 15 gulanê ye û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin û di nav Kurdan de belavkirin.


   Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..

   Erê rojê (15ê Gulenê), roja zimanê Kurdî ye wek ku çawa 21ê adarê cejna netewî Kurdî Newroz e û 22ê Nîsanê roja rojnamegeriya Kurdî ye.

   Zimanê me ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Zagros, Toros û Ararat re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye.. Û her wiha min 113 saliya rojnamegeriya Kurdî jî anî ziman.. Di pey gotina min re hina ji beşdaran baweriyên xwe anîn ziman û gotin: Nivîskar û rexnevan Xalis Musewer: Roja zimanê Kurdî roja dîroka miletê Kurd e, zulmê qebûl nake, li ziman û dîroka xwe xwedî derdikeve ji ber ku zimanê me hebûn û şerefa me ye.. Nivîskar û Zimanzan Berzo Mehmûd: Zimanê Kurdî nişana netewê Kurd e û nasnama me ye. Pêwîste em guh bidin zimanê xwe û xebatê bikin bo vejîna zimanê dê û bê xwe û ev egera ha bibe navgînek bo riya rizgarkiriya miletê me.. Nivîskar Abbas Ismaîl: Bi hêvî me ku keç û xortên Kurdan li zimanê xwe xwedî derkevin û ez vê rojê li miletê xwe pîroz dikim.. Siyasetmedar û rewşenbîr Mihemed Ismaîl: Zimanê Kurdî nasname û rûmeta miletê Kurd e. ta ku zimanê me hatiye parastin di gelek mercên girçin û delîvên berteng de derbas bûye.. Di qermîçonkên riwê pêrejin û kalemêrên kolanên gund û bajarên me de bi şîn û şahiya miletê me mezin bûye.. Di baweriya min de nifşên bên, wê zimanê me biparêzin wek parastina bînahiya çavên xwe.. Nivîskar û zimanzan Derwêşê Xalib: Zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, navenda daxwaza miletê kurd e, miletê Kurd nikare hebûna xwe biparêze bêyî zimanê xwe.. Nivîskar B. Sefîn: Madem zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, divê em zimanê xwe biparêzin û em xwe û zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.. Nivîskar û Helbestvan Mûsa Zaxuranî: Zimanê Kurdî wek Kurdan kevntirîn milete di rojhilatê de, bav û bapîran ew parastiye.. Taybetiyek wî heye lewra ev 5 hezar sal e xwe li ber lehiyê girtiye.. nivîsandina bi zimanê Kurdî pêdiviyek netewî ye..



Piştî ku axaftin bi dawî bûn, bo her sê kesên ku di ber ziman de, dema dawî her yekî ji wan çar heyv di zindanê de bûrandibûn xelat hatin dan, Abdulsened Mehmûd, Omer Ismaîl û Ehmed Ismaîl..

Dawî bi navê girtiyên ziman helbestvan Abdulsemed Mehmûd (Bavê Helbest), spasiyên xwe bi van gotinan anîn ziman: Ciwantirîn spasî bo hemû berpirsên kovar û rojnameyên Kurdî, bo nivîskar û helbestvanên Kurd, bo amadekarên vê rojê û bi taybetî mamoste Konê Reş ku ev rêzgirtin dane me, em vê xelatê wek Nobela Kurdî dibînin û tu carî zindan û êşkence hezkirina me ji zimanê kurdî re qelis nake..

 
  Qamişlo, 16.05.‏2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark