Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Dilberź sibe cejn e

 



Ezîz Xemcivîn

Çaržemb e…
Destpêka sala me ye.
Roja pîroz e

"Çaržema serê nîsanê
gul û çîçek hatine meydanê
Tawisî Melek serokê îmanê"
Di evê roja pîroz de dixwazim li çavên te binerim.


Were em bi hev re pêtiya xweziyan vêxînin…
Dixwazim li ber agirê gež, em lavelavê ji Xwedayê xwe bikin.
Delala minê, bi kenê çavên me sal dest dike. Evîna me her dilê hêvîdar gežbîn dike.
"Ažiq û mažûq kurê me yarek divê ye
li wê herfê mikur tê ye
Ka dur ji padžê ye yan padže ji durê ye?
Ežqa arifê çê ye
Teftîža me ji wê cewabê ye."
Bi hêsirên žahiya te evîna min, em ê berata xwe ji ava kaniya spî û axa Laližê amade bikin.
Ew heyvanê dunya me ye. Em bi xaka xwe ve girêdayî ne, yara min ev soz û sonda me ye…
Bila Xwedanê me, dilê me bi welatê me žad bike. Bila hêlîna me biparêse. Evîn û hezkirinê di nav me de belav bike.
"Ez çûme dîwana padžayî,
min li wir dît xwežî û žahî
serê hemû tižtî tifaq û tevayî "
Ewê roja ko li hilma buhara te rast hatim, û di nav ewê gulzarê de vejiyam. Ji xayizbûna xwe hižyar bûm. Ji alala lêvên te, peyvên min bi xumavrengîniya xwe žad bûn. Belê canê nermovingî, bû žitleke žînahî… Pelgekenê payîza wežiyayî, ji pergendeyê bû jêhatî…
Dilberê sibe çaržemb e, em ê bibin mêvanê Laliža ronahî …
Destên bi omîda gelwazê li hevûdu badayî ne…
Di nav ava kaniyê de wêneya me, zelal evînê ew meyandine.
Tu ew cîhana bendewar î, mebest Peyambera dilî, li ser sînga pelê pertûkên qidožyê,
Xweda ji min re tu žandî…

Di bîranîna Çaržemba Sor de min nivsîand
Cejna we pîroz be Kurdino 19.04.2011

02.05.2011

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark