Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rêjîma kevir li ser kevir nehêle

 


  Qado Þêrîn

Eger rewþa awarte bi imzeya serokê rêjîma Sûriyê ji ser pelan rabe jî, dê ji ser xakê û pêkanîna rojane qet ranebe, çimkî rakirina rewþa awarte rakirina rêjîmê ye.
Bi gumana min rêjîm kêferata rûxandinê dike. Rêjîm nikare gavên mezin ber bi guhertin û demqratîkirina dewletê ve bavêje, çimkî ew dizane bi avêtina wan gavan re tirba xwe dikole.


Rêjîm bi rakirina rewþa awarte, û dadgeha aramiya dewletê û rewa kirina xwepêþandanên aþtiyane, ne qenciyan bi milet dike, wê danîn û ew radike, bixwe gerek ji kok ve nebana, lê dîsa nebesin li gel ku guman nakim yek ji wan her siyan jî li ser xakê  pêk bê.
Tê ragihandin ku ta ana yek ji biyaniyên kurd li parêzgeha Hisiça nasnameya dewletê negirtiye, dêmek ew jî xapandin bû.
Rêjîm ewqasî hov e, her tiþtî ji xwe bawer dike, ji wê weyê ku xelk jî jê bawer dikin. Bi gumana min rêjîm wan gavan ne ji bo milet davêje, belê ji bo derve û  ji bo medya cîhanî davêje. Eger rêjîm rast e, di eynî roja ‘’qaþo’’ rakirina rewþa awarte de, rojane bi dehan çalakvan û xwepêþanderan li kolanan dikuje, û bi sedan jî dikþîne girtîgehan.
Rêjîm nizane çi dike, gêj û þaþo maþo bûye, wek mirovê bawer neke çi li der û dor û li dij dibe.
Bi gumana min rêjîm bê rewþa awarte, her wisa bê dadgeha aramiya dewletê ne kare bijî ne jî dikare berdewam bike, çimkî bê her duyan, û bê hêza hemû þaxên muxaberatan nikare berdewam bike û ne jî xwe biparêze, ew nêzîk dirûxe.
Bi gumana min piþtî rakirina rewþa awarte, dê rêjîm bi mahneya ku li dijî Isarîlê di þer deye, û têkbirina aramiya dewletê, dê ji berê bêtir hêzê û rewþa awarte bikar bîne, wisa neke berdewam nake.
Rojane rêjîm derewekê dike, geh fitne, geh terorist, geh girêdana bi derve re û geh jî selefî, lê nema kes ji wê rêjîma xapînok bawer dike.
Eger kêr giha hestî, ne dûr e rêjîm þerekî bi Israîlê re derxîne, dibe ku nêzîk be, lê wê gava dawî ya bê hêviya berdewam bûnê be.
Li dawî, bi gumana min dê rêjîm bi gelekî ji Qedafî bêtir bike, dê kevir li ser kevir nehêle, lê li dawiya dawî dê ketinek pîs bikeve.
20/40/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark