Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Sê birûskên çêrokî

 



  Ebdilmecît Þêxo

     (1)
Gundekî di nav herdu pêsîrên lêlûna dêrînî de, xwe li ser enîþkeke zamdar palveda bû, ewî mîna dapîreke qisawetxwar stêrkên ezmên yên wek zerdelên Basotê ji neviyên xwe re dijmartin û bi dengekî nermîn û hêminî ewanan dikirin xewa ne xew . Lê nobetdarekî mîna qantirê Aleman bi pekandina kevirên bin lingên xwe ,serê xewa ne xew jî þikaaaand.


     (2)
Di þikefta Duderiya min de , zarokek  40 hezar sal nobetdar bû, gava pêriyên bajarê min rasterast ji wî pirsîn;  ma tu,  me jî nasdikî ? Hestiyên nobetdar lerizîn, keniyan, dagrîn û gotin : Çiqas Mîtaniyên we sersiyên xwe li min dikirin û ji min hezdikirin  ! Lê hûn dikanin ji min re  bêjin ; rewþa Nefertîtî çawa ye ?

   (3)
Du þivan simêlbadayî , pezên xwe li ser sîngê çiyayê Lêlunê de  diçêrandin, taveke baranê bi zerp lêkir , þivanan pezên xwe bi lez ajotin  nava þikefteke nîzîk,  þivanekî di wir de pirtûkek çiriyayî , rizyayî  ya Cegerxwîn (Kî me ez) dît. Þivanekî ji yê din pirsî ;  çiye ev ? Ewî gote hevalê xwe , pir mixabin ,ez jî mîna pir siyasetmedarên me hîn bi kurdî nizanim bixûnim, lê va ye ez wêneya Cegerxwîn li ser pirtûkê dibînim û herweha jî pir baþ tête bîra min , ku beriya 40 salî ,þagirtên dibistana Efrînê cejna Newrozê di vê þikeftê de bi nehînî pîroz dikirin û dilên hevdu bi hêviyên cejnên meziiiin geþþþ dikirin .   
  Efrîn. 21.03.2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark