Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ferqa Newroza Başurê-Rojavayê û Bakurê Kurdistanê…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Ez cara yekem di sala 1979-an de çûm Başurê-Rojavayê Kurdistanê. Dema ku ez çûm Başurê-Rojavayê Kurdistanê min bi partiyên siyasî yên Başurê-Rojavayê Kurdistanê re danûstandin kir, min wê demê tespît kir ku ferqeke mezin ya tevgera Başurê-Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê heye. Berpirsiyarên Partiyên Başurê-Rojavayê Kurdistanê zêdetir xwediyê ceribandin bûn û bi temen bûn û di qada siyasî de jî zanatir bûn.


Lewra li Başurê-Rojavayê Kurdistanê pêvajoya rêxistinî ya tevgera milî di sala 1954-an de dest pê kiribû û di sala 1957-an de Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyeyê ava bibû. Li cem vê yekê girîngtir pirse ew bû ku li Başurê-Rojavayê Kurdistanê tevgera milî civakî û kîtlewî bû. Her kurdek bi awayekî bi tevgera kurd re xwediyê pêwendî bû. Li Bakurê Kurdistanê tevgera milî, tevgerek civakî û kîtlewî nebû, bes ji aliyê xwendevan û rewşenbîran ve dihat meşandin, di heman dem de jî bingeh û kîtleya tevgera milî, xwendevan û rewşenbîr bûn.
Beriya Darbeya Leşkerî ya 12-îlona 1980-yî, ez çend caran çûm Başurê-Rojavayê Kurdistanê, wê demê min civat û tevgera milî ya Başurê-Rojavayê Kurdistanê ji nêzik de nas kir. Piştî Darbeya Leşkerî jî, ez jî wek gelek siyasetvanên kurperwer yên Bakurê Kurdistanê çûm Başurê-Rojavayê Kurdistanê cîwar bûm.
Ez, di sala 1981-an de cara yekem li Başurê-Rojavayê Kurdistanê beşdarî pîrozbayî ya Newrozê bûm. Min, di Newroza de hîn baş dît ku tevgera milî ya Başurê-Rojavayê Kurdistranê gelek rengîn û civakî û kîtlewî û rêxsistinîkirî ye. Lewra li her bajarekî Başurê-Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran kes, xweser beşdarî pîrozkirina Newrozê dibûn. Li her bajarekî her partiyek siyasî ya kurd, di Newrozê de programên xwe pêk dianîn. Her kurdek î jî, ferqek nedixwist navbeyna partiyan, beşdarî hemû programên partiyên siyasî dibûn.
Li cem vê yekê di civata kurdan de pêşketineke gelek medenî û civakî û sivîlîzasyonî hebû. Bi sedhezaran xort, keç, jin, mêrên kurd bi hev re Newroz pîroz dikirin, bi hev re dixwarin û vedixwarin, lê bûyerek krîmînal jî nediqewimî. Her kesî ji hevûdu re hirmet dikir. Piştî sala 1981-ê jî, ew taybetiyên Newroza Başurê-Rojavayê Kurdistanê dom kir.
Ez, di sala 1987-an de ji Başurê-Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê çûm li Swêdê cîwar bûm. Heta îsal derfet nebû ku ez Newrozê li Başurê-Rojavayê Kurdistanê pîroz bikim.
Min û hevjîna min Gulferê, dostên me Reşad û Gulten Somukê, me îsal, Newroz li Qamişliyê pîroz kir. Di 20 Adarê de em çûn Serêkaniyê. Êvarê em vegeriyan Qamişliyê. Wek tê zanîn navbeyna Serêkaniyê Qamişliyê 110 kîlometre ye.  Heta em bên Qamişliyê, me dît ku li her gundekî, li çiya û baniyek Kurdistanê agirê Newrozê pêketibû. Her malekê agirê Newrozê pêxistibû.  Li her gundekî dîlan a Newrozê hatibû girtin. Ev jî nîşan bû ku li tevayî Başurê-Roavayê Kurdistanê agir pêkitibû û dîlan hatibûn girtin.  Ev agirpêxistinê û dîlanan bi şev jî dom kir. Li Qamişliyê her malekê li ber mala xwe çirayê rengên kurdî pê xisti bûn. Li nav bajêr li gelek ciyan, hem partiyên siyasî û hem jî gel xweser mîhrican saz kiribûn. Dev û zurneyan û orkestrayên muzikê bajar, çîya û deşt dagirtibûn. Bi deh hezaran xort û keçên kurdan li nav taxan û bajarê Qamişliyê Ala Kurdistanê hildabûn û slogan a “bijî Kurd û Kurdistan” li her aliyê bajêr belav dibû.
Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê jî, her dem polîs û îstîxbaret mudaxeleya Newrozê û xwepêşandanên kurdan dikirin. Lê ev car mudaxeleya polîs û îstîxbareta Dewleta Suriyeyê tune bû. Lewra Dewleta Suriyeyê nedixwest ku cephe û eniya li dijî xwe fireh bike. Li herêma Deraayê serîhildan û xwepêşandanê radîqal dest pê kiribûn, dewletê nedixwest ku kurd jî serî hildin û xwepêşandana organîze bikin.
Roja Newrozê, pêşî di destpêkê de em çûn ciyê ku Partiya Demokrat ya Pêşverû a Kurdên Suriyeyê Newroza pîroz dike. Dema ku em çûn li ser konê Serokê Giştî yê Partiya Pêşverû Kek Hemîd Hecî Dewrêş Ala Suriyeyê hatibû rakirin. Di 20-ê Adarê de dema ku em çûn buroya Kek Hemıd û Hola Dr. Nureddîn Zaza jî, li holê wêneyê Beşar Esad û Ala Suriyeyê hatibû daleqandin. Ev jî, ji bona me gelek xerîb hat û Ala Suriyeyê ya li Newrozê jî hatibû daleqandin jî, ji bona me xerîb hat.
Em li wir zêde neman, em çûn gundê Dirîcîkê. Gundê Dirîcîkê, di navbeyna Tirbaspî û Derîkê de ye û ciyekî gelek xweş e. Li wir ji bona Newrozê bi sedhezaran kes civiya bûn û konê xwe danîbûn. Xelk ew kes zêde û qelebelix bû ku ji bona ku em biçin ciyê xwe, em seetek bi erebeyê meşiyan.
Li wir jî, kontrol aDewleta Suriyeyê tune bû.
                                                                 *****
Li tevayî Başurê-Rojavayê Kurdistanê li sedan ciyan Newroz dihat pîroz kirin. Bi mîlyonan, heta ez dikarim bibêjim ku ji derveyî nexweşan her kurdek beşdarî pîrozkirina Newrozê bibû. Kurd qasî serhejmara xwe, yanî 3 milyon 500 hezar kes beşdarî pîrozkirina Newrozê bûbû.  Xuya dikir ku rêxistinên siyasî yên kurd di organîzekirina Newrozê de xwediyê rolekî biçûk in. Diyar bû ku xelk/gel xweser Newrozê organîze dike û pîroz dike.   
Li her meydanek Newrozê, her rengek civakî, siyasî, îdeolojîk hebû. Li her ciyî Ala Kurdistanê hatibû rakirin. Şiyara popûler, “Bijî Kurd û Kurdistan” bû. Hem hevbeş û hem jî xweser herkesek beşdarî dîlanê dibû. Dîlanên Newrozê bi seatan domand.
Li ser Newroza Başurê-Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya rêxistinek û îdeolojiyek û elîtekê tune bû. Newroz, Newroza Gelê Kurd û civata kurd bû. Her kesek ji hevûdu re xwediyê hirmet û rêzê bûn. Her kesekî xwe di Newrozê de îfade dikir û herkesî Newroz ya xwe didît.
Newroza Başurê-Rojavayê Kurdistanê gelek demokrat û pirrengî û plural bû. Herkesî gorî dil, karektera xwe ya civakî/sinifî û baweriya xwe Newroza xwe pîroz kir. Oldaran gorî xwe, sekuleran gorî xwe, siyasetvanan gorî xwe, xelkê xwezayî yên milî gorî xwe, bajariyan gorî xwe, gundiyan gorî xwe û çanda xwe Newroz pêroz kirin.
                                                              *****
Ez di sala 1998-an de vegeriyam Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Heta nûha ji derveyî salonên biçûk derfet nebû ku ez beşdarî Newrozek civakî û kîtlewî bibim. Lewra li Bakurê Kurdistanê li ser Newrozê monopolek otorîter heye. Newroz di bin monopol û otorîteriya PKKê de ye. Her çiqas bi sed hezaran kes jî beşdarî Newrozê dibin, ew Newroz dîsa dibe Newroza PKKê. Li Newrozê qanûn û pîvanên otorîter û ruhê milîter hikum dike.
Li Bakurê Kurdistanê, Newroz rengın pêk naye. Di Mîhrecanên Newrozê de demokrasî û pluralîzm tune ye. Yek rengek îdeolojîk û siyasî li mîhracanê Newrozê hikum dike.
Loma jî, her kurdek beşdarî mıhracanên Newrozê nabin. Newroz nabe Newroza Gel, dibe Newroza PKKê û heta dibe Newroz a Ocalan.
Îsal jî li Bakurê Kurdistanê ev karektera Newrozê domand. PKKê gorî hesabên xwe yên siyasî formetek da Newrozê û Newroz di saet 13.00-an de qedand û beriya gel da tevlihevî.
Ew rewşa bê sedem nîn e. Li Bakurê Kurdistanê ji bona ku di tevgera siyasî de monopol û otorîterîzma PKKê hikum dike, loma jî Newroz dibe Newroza PKKê û Ocalan.
Divê di vê statuyê de guhertin pêk bê. Ew jî, girêdayî guhertina statuya tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê ye. Heta ku di tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê de guhertin nebe, tevgera milî ya neteweya kurd ava nebe, Newroz, dê bibe Newroza PKKê û Ocalan. Gel jî bi tevayî beşdarî Newrozê nabe.
Amed, 24. 03. 2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark