Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwîna ciwanên Deraayê dihêlin ku Kurd Kurd bin

 


 Sîrwan H. Berko – Berlîn

Dem adara 2004ê ye. Li Qamiþlo, Efrîn, Kobanî û bajarên din xwîna ciwanên kurd dirije. Qêrîna Kurdan sînorên herêmên kurdî derbas nakin. Kurd xwe davêjin bextê cîranên xwe yên sûrî. Kurd xwe davêjin bextê cîhanê. Xwîna ciwanên kurd dirije û dirije. Qêrîna ciwanên kurd di zindanan de tê kuþtin. Demeke dirêj xwîn, qêrîn, birîn û êþ dibin navnîþanên Kurdan li Sûriyê. Kurd bitenê dimînin û gazinan dikin.


Dem adara 2011ê ye, heft sal piþtî adara êþê ya Kurdan. Li Deraayê xwîna ciwanên bajêr dirije. Dengê qêrîna wan perdeya ezmên diçirîne. Dengê rijandina xwînê dikeve guhên cîhanê. Dengê fîþekên mêrkuj dikeve guhê her welatiyekî sûrî, di nav wan de welatiyê kurd. Li Deraayê xelk tên kuþtin û cîranên wan bêdeng in. Kurd jî bêdeng in.
Xwîna ciwanên Deraayê dibe sedem ku Kurd îsal ji bo yekemîn car di dîroka xwe de li Sûriyê bê pirsgirêk Newrozê pîroz bikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de nûnerên rêjîma Sûriyê Newroza Kurdan pîroz dikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de alavên ragihandinê yên rêjîma Sûriyê behsa Newroza Kurdan dikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de li Sûriyê Kurd dikarin Kurd bin bêyî ku kesek bê girtin an kuþtin. Ev ne serkeftina Kurdan e, lê bûhayê xwîna ciwanên Deraayê ye. Bêdengiya li hemberî rijandina xwîna ciwanên Deraayê pejirandina wê ye.
Di van rojên dijwar de divê her Kurdek ji xwe bipirse: Gelo ez çi dixwazim? Divê tevgera kurdî ji xwe bipirse bê ew çi dixwaze. Divê ev tevger herweha vê pirsê ji xwe bike: Gelo çima rêjîma Sûriyê van rojan dihêle ku Kurd Kurd bin? Rêjîm dizane çima. Lê ma gelo Kurd jî vê yekê dizanin?
Di van rojên dijwar de rêjîma Sûriyê ji Kurdan hesaban dike. Ew ne ji bo xêra Kurdan dihêle ku ew bi kurdbûna xwe þa bin. Ku em bixwazin qebûl bikin an na, rastiyek derket holê: Rêjîm dîsa bi Kurdan dilîze û wan ji bo armancên xwe yên demî bi kar tîne. Kurd þaþitiyeke dîrokî ya pir mezin dikin: di heqê xwe de û di heqê her Kurdekî de, ku bûye goriyê kurdbûna xwe.
Di van salên dawî de rêjîma Sûriyê gelek soz dane Kurdan ku hin pirsgirêkên wan çareser bike. Bi zimanê rêjîmê soz yanî derew. Yan tevgera kurdî fêrî zimanê rêjîmê nebûye. Yan ew dixwaze ku berdewam derew lê bên kirin. Di herdu rewþan de jî tenê rêjîm qezenc dike û tevgera kurdî careke din teqez dike ku ew tevgereke ku nizane çi dixwaze!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark