Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Destên 12ê Avdarê..!

 



Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Destên te, li çolistana dilê min, pêþwaziya sirûdên tozê û pêþwaziya kajên goristanên nenas û pêþwaziya sîberên ji hesin ên birînan dikirin.
Hespên te yên birîndar, kolan bi kolan, govend bi govend, çîrok bi çîrok, di neynikên qederê de dibeziyan û di þewatên nêrgizan de wenda dibûn.


Tu ji dergûþa xwe ber bi xilwetgeha min ve direvî,
Tu genimên xwe ji bîr dikî, tu ji xwîna min dadikevî,
Tu afsaneya bîra xwe dagîr dikî, di bîra min de dilivî,
Tu nexþeyên evînê vediçirînî, di xewrevînê de radikevî,
Tu bahozan dilorînî,
Stêr û stiriyan,
Sosret û keziyan,
Darbest û miriyan di reþgirêdana xwe de dicivînî..

Destên xwe radestî dilovaniya destên helbestê bike, dilbijînên xwe bi hîveronê biþewitîne, þevistanê ji ser sînga xwe kevirînî bavêje, li ewrên xwe yên çavbirçî mikur were, xwe ji sînorên xwe yên sawîrane rizgar bike, guliyên narincî yên xewna xwe vehûne, çirayên destên xwe yên ji bîranînên elindê vêxîne, hinsên xwe yên ji bendemanê bi çurisînê bixemilîne, þehîdên xwe bi guleyên gulavê bipesinîne, keskesora xwe bi dînbûna rengan biparêze, morîkên xwe di þînê tarî de veþêre, demsalên xwe li bajaran bi dadmendî belav bike, dûrî þîniya xwe bikeve, dergehên xwîna xwe asê bike û bi tîrêjên çavên xwe yên tolhilgir bagerê rawestîne, zengilên þînê ji destên xwe bi ser dilê min de bavêje, ji welatan re bibêje: Ez welatê pêxemberên yekemîn im!

Destên min baran in, goristan in, gulgenim û xunav û perwan in
Destên min giriyan in, biyaban in, gazin û asîtank û karwan in
Destên min pasvan in, dengvedan in, þevnem û nîçîra xwedan in

Destên min wek balindeyan ber bi we ve dihatin, min sal û demsalên we bi zimanê taristanê dihejmartin, dilê þevê di sînga min de dijeniya, rêberên xewnê bêgav diman, di sêdaran de zemawendên min li ba dibûn, min tilîliyên xwe bi bend û ayetan dorpêç dikirin, min lorîkên xwe, payizokên xwe, lavij û xoþxwanên xwe li ser lêvên komegoran ji bîr dikirin. Min pêçiyên Qamiþloka dîn bi xwînê hine dikirin û min gulistanên evîna xwe, li pey xwe, ji pinpinîkên þewatê re dihiþtin.

Destên min mizgîniya avdarê bûn,
Destên min bînvedana gulhinarê bûn,
Destên min arama giranbarê bûn,
Destên min kîmya û sira dildarê bûn,
Destên min tavsorka porê buharê bûn,
Destên min kurtepista êþ û azarê bûn.

London
10. 04. 2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark