Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd û Gilobelîzm

 


  Berzo Mehmûd

Di mijara gilobelîzmê de ezê bi şêweyekî sade û seresere û vekirî baxêvim dûrî têrim û kûratiya vê mijarê, nemaze di aliyê siyasî û abûrî û rewşenbîrî û gelek aliyên dîtir de. Ezê li ser hin tiştên xuya û berbiçav ji gilobelîzmê ku di riyekê ji riyan de kurdan û gelek miletên dîtir karîn feydê jê bikin, nemaze gihandina dengê hejar û bindestan. Lewre jî, hin zana navê (şoreşa hevgihaştinê) li vê qûnaxê dikin.


Îro roj cîhan hatiye guhartin, nemaze di warê teknolojî de bi awakî weha ye ku pêşketineke mezin di pêwendiyên hevgihaştin û rageyandinê navbera herçar kenarên dinyayê de dirust bûye, ango (dinya bûye gundekî biçûk), ku xelk hemî wilo jêra dibêjin, ango bi hesanî mirov dikarê xwe bigihênê agahî û zanyariiyê, yan agahiyê ji xwe re bibînê yan bibihîze. Ev şoreşa teknolojî di van her bîst salên dawî de çê bûye, em nema êdî di xema cirîdekê ne ku bi çend peyvan basa kurda bikê, bo hêviyeke bixê dilê me de, em êdî bi `ilba mezin dipîvin, em nema êdî di ber kenalên asmanî re digihin, hingî zêde bûne. Ev dem ne ew dema ku li hisret bû, em kenaleke Kurdî bibînin yan straneke Kurdî bibhîzin, îro roj kenalên Kurdî ji jimar ketine, û her zêde dibin. Ev bidestxistinên rageyandinê ku ji Kurdan re pêkhatine hem saye serê van xebatkarên meyî kevin in, hem jî pêşketina teknolojî em alîkariya me kir bo ku em bi pêşde herin. Inca ev dema ku Kurd pêwîstî bi hişekî vekirî, hişekî li gor kompyûter û serdema rageyandinê biguncê, Ji ber wilo jî îro roj ya giring ew e rewşenbîrên Kurd ji hemî parçeyan xebatê bikin bo gurrkirina canê kurdayetî û ferekirina pêwendiyên partiyên Kurd ku ji hev re bibin palpişt wek kûrbûneke stratîcî. Em Kurd bikarin feydê ji gelekbûna jimara Kurdan bikin, ji ber ku mirov çi jin û çi mêr hêzeke pir giring e di hîsab û hişên siyasetmedar û abûrînasên cîhanê, lewre ya baş ew e em wek mirov eger em pêkarîn û hêza xwe ya takane bi zanistî bikar bênin, nemaze di rêkxistineke partîzanî de, di baweriya min de emê bikarin gelek qazanacn ji miletê xwe re pêk bênin. Ev kêşe pêwîstî bi lêkolînê heye, ku rewşenbîr û siyasî têde binivîsin û bîr û rayên hev bixwênin. 
Ji berî çend salan min di riya internêtê de gelek malperên Kurdistana Turkiyê nas kirin û ez gelek pê şa bûm ji ber ku wek van malperan mirov digihênê nav welatê me. Di riya van malperan de mirovê kurd dikarê dengûbasê gelek agahiyên şoreşa Kurdistanê bibihîzê, dikarê zanyariyên tevgera rewşenbîrî jî bixwênê, dikarê keltûr û huner û pêşketina komelgeha Kurdewarî nas bikê. Inca internêt bi hemî alav û pêçêbûnên xwe ve dibê pencereke fere em têre hem xwe û tevgera xwe bibînin, hem jî nûçe û dengbasên cîhanê bibhîzin.  
Mirovê Kurd gelek azariya derûnî ji pey parçebûna welatê xwe û nebûna dewleteke xwe dîtiye, lewre dema pêçêbûn û pêkarînên hevgihaştinê bi dest wî dikevin, helbet wê pir dilxweş û bextewer bibê. Bi ser ku gilobelîzimê gelek delîve bo me dirust kirin, gelek dergeh bo me vekirin, bo nimûne, em dikarin ta radeyekê bi serbestî binivîsin û belav bikin, em dikarin bi hesanî gotar û pirtûk û bîr û rayên nivîserên Kurd yên parçên dîtir bixwênin. Bi hezarê pirtûk û gotar û lêkolînên zimanê Kurdî û bi zimanên dîtir li ser Kurda hene, yên kevin û nû, û li ser berperên internêtê belav in. tu nivîser nema dikevê kula çilo berhemê xwe belav bikê, malper bi seda ne, di maweya çend deqîqan gotar û lêkolîn têne weşandin.
Lê em wek rewşenbîrên Kurd ta niha em di karê xwe de qels in, nemaze di karê danîna pêwendiyan de di astê siyasî û rewşenbîrî û hunerî de. Inca bo em xwe nêzîkî hev bikin pêwîst e em mitodên rageyandinê, nemaze internêt wek navgîniyeke arzan bo miletên hejar wek Kurdan tiştekî gelek baş e em bikarin li vî dergehî bixin û têre herin seredana parçên Kurdistanê di warê dengûbasan û nûçeyan û herin nav baxê stiran û wêje û huner û nivîsarên rewşenbîrên Kurd yên hemî parçên Kurdistanê.
Ya dîtir jî avakirina malperekê bibê mêzgirdek ji danûstandinê re bo hemî rewşenbîrên Kurd yên ku bi zimanê Kurdî dinivîsin bi hemî zarên xwe ve (Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewremanî). Ev malper bibê baregehek ku rewşenbîrên Kurd ji hemî layen û hemî parçên Kurdistanê lê rawestin, û hevdû lê bibînin, ne tenê her yek ji me bi malperên parçê xwe ve bê girêdan, belê em xwe bigihênin malperên hemî parçên Kurdistanê da ku em bikarin rewşenbîriyeke Kurdistanî ava bikin. Ya dîtir ev kar û bizava han wê berhemên keltûra Kurdî pêş bixin, û wê zimanê Kurdî pir zengîn bikê û hin bi hin ev pêwendiyên rewşenbîriya Kurdistanî di riya nivîsîn û xwendinê di malperên Kurdistanî de wê derfetekê dirust bikê ber bi yekîtiya zimanê Kurdî de, lewre hevgihaştin û hevdîtin û hevnaskirin û li hev guhdarkirin di malperine kurdistaniya giştî de gelek giring û pêwîst e. Helbet vekirina dergehekî weha pêwîstî bi pêçêbûnên darayî heye, û çend rewşenbîrên dilsoz û kurdxwaz jêre divê. Ev karên di baweriya min de barê Kurdên Ewrupa ye yên ku ji hamî paçên Kurdistanê lê hene, û dikarin bi hesanî lê bicivin û kom bibin. Inca, globelîzm bo me Kurdan gelek giring e, bo hemî miletên bindest yên ku dixwazin ji bin nîrê serdestan rizgar bibin.
Di demekê de ku miletê Kurd tihniyê dîtina çirîskekê bû di telefizyonên xakî de ku carcar straneke Kurdî TîViya Iraqê pêş me dikir, em guhdîkê bihîstina gotinekê bûn di riya radiyoyên Erebî wek ya London û ya Montîkarlo, çavê me li rojname û govaran digeriya bo dîtina peyva Kurdî, bi hêviya em nûçeyekê ser kêşeya Kurdî bibhîzin . Belê roja îro rewş ne rewşa berî sih yan bîst sala ye. Îro em kurê internêtê ne, asmanekî berferehî vekirî ye, kî bixwazê, dikarê konê xwe lê vegirê, û dengê xwe  têde bigihênê herçar kenarên dinyayê.   
Berî demekê min namek ji malpera partiya Kurdên Îranê re şiyand û bi awakî siruştî û efewî bi min re weha derket: "Ez îro gelek kêfxweş im ku min malpera partiya Qasimlo vê dawiyê nas kir, … sipas ji internêtê re, sipas ji globelîzmê re ku ev delîve bo me peyda kir bi ser ku ez wek mirov bi cografiya xwe ji bajarê Qamişlo me. …  Ez yek ji wan kesên ku ji sala 1970-yî ve ligor pêçêbûnên xwe pey agahiyên Kurdistana Îranê diketim, bo bizanim ka çi li vî parçê Kurdistanê diqewimê", lê me nikarîbû em başbaş bigihin armanca xwe, mijar bi qitûtî di riya rojnamekê ji vir û nûçeyekê ji dera han digiha me, belê îro roj di riya malperên Internêtê mirov eger bixwazê, dikarê bi hesanî bigihê deng û basên kîjan welatî li dinyayê, nemaze tew ku  zimanekî biyanî wek zimanê Ingilîzî têbigihê.
Hatina navgîniyên gihaştinê û şoreşa teknolojî ya sayberspêsê (cyberspace) di hundurê sîstima gilobelîzmê de, nemaze malperên hevgihaştinê, wek (facebook, twitter, youtube) yên kursiyên diktator û zordestan di cîhanê de hejandin, û tirs di cergê wan de zêde kir. Ne tenê wilo jî rageyandin di barekî weha de, bi roleke giring û bilind, dileyizê ku giha radeyekê tevahiya xelkê li qenalên wek Al- Erebîyê, Cezîrê, BBC, Alhurre û yên dîtir seraqet dinerîn, û bi çavê xwe dîtin, û bi guhê xwe bihîstin, çilo xortên Tûnis di riya malperên Internêtê de wek (facebook) karîn tevgera şoreşa xwe bigerênin, û xwepîşandanan dijî damûdezgehên rijîmê bi rêve bibin, dengûbasan ji xelkê xwe re jî deqqe bi deqqe, se`et bi se`et bigihênin, herweha  qenalên asmanî û rageyandina Erebî nemerdî nekir, û ji wan re bûn alîkar û navtêdan ku milet netirsê, û di şoreşa xwe de berdewam bikê, ta giha qûnaxa ku berra serokê xwe bidê, û hikûmetê jî ji hikûmetî bixê.
(Bin Elî Hereb, Bin Elî Hereb) 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark