Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Şevbuhêrkên kurdî li şamê Şeva 102 an

 


Bavê Şiyar
Komîta Amedekar ya Şevbuhêrkên kurdî li Şamê, şevek ji şevên xwe yên hemereng, ku her meh li dardixin, bi beşdariya rewşenbîr, Nivîskar û helbestvanên kurd.  
di vê şevêde Rêvebirê şevê Mihemed Qasim anî ziman
bi lêvegerek  li sala bûrî ya 2010 an ji ber ev Şeva me
kete sersala nû ya 2011 an, ji ber vê yekê, divabû em li sala bûrî vegerin û li bîra xwe bînin û hêjaye vê lêvegerê
ji ber me gelek kesên hêja û giran buha di 2010an de ji nav me koçberbûn û Çûne  dilovaniya Xwedayê xwe.
hêjaye ku em wan bînin ziman, hin ji wan siysetmedar
û hin rewşenbîr bûn.


1-Mamûste Ismaîl Omer serokê partiya Yekîtî ya dîmuqrat a Kurd li Sûryê
2 - Mamûste  Reşîd  Hemo yek ji wan, kesên ku partiya yekem kurdî damezirand
 3-Mamûste Ebdulrezaq Osê( Rizo) rewşenbîr û nivîskar û lêkolîvan bû.
 4-Mamûste Mihemed Xelef ( Rêwî) rewşenbîr û hebestvan û nivîskar bû.
5- mamûste Selah Berwarî bavê Alan rewşenbîr, wergêr û helbesvan bû.
Sed û sed rehme li giyanê wan be û Xweda wan bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wan buhişt be.
 Rêvebirê şevbuhêrkê daxweyankir ku, Diya Çiwan bû endamek Komîtê.
Piştî vê daxuyanê, di vê  êvara ser sala nû, ya 2011an de, mêvanê xwe yê vê  şevê mamûsta û hunermend Remzî
 Bavê Mihemed da pêş û danasîn, ku ev şev li ser
hunermendê nemir Cemîl Horo ye, mamûste Remzî li ser jiyana Cemîl Horo axivî û got: mamûste Cemîl ne dengbêjê Efrîna rengîn û Çiyayê Kurdaxê bû, lê dengbêjê Kurd û Kurdistanê bû, hin ji helbestê hunermnd Cemîl Horo bi lêv anîn û bi deng û awazên xwe yên nêzî dilan sitiran û got birastî ez wek şagirtekî wî li xwe dinêrim
û ez duxwazim bi bêjim şevbuhêrkin din ji mer re dibên ku em mafê hunermend Cemîl Horo bi dinê û sipas ji guhdariya we re.
 
 Şam 31-12-2010
b.siyar@hotmail.com

















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark