Kamran Simo Hedilî
ez ê
þadrojên çûyî
têxime tûrê xwe û herim
bîranînên me
di dilê xwe de veþêrim
hêviyên xwe
li vir bihêlim
û evîna te
bi xwe re bibim
ez ê guhên xwe
bi þima bêdengiyê bigirim
qêrînên xwe bêdeng bibim û herim
çiyayê hesretê
di nava xwe de mezin bikim
wênê çavên te
li asîman bineqiþînim
kenê xwe
bi ewran ve daleqînim
û
bi bêhnbaraniya çavan
ez ê herim
10.01.2011