Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Modernîteya kapîtalîst û du zarokên kurd

 


MÎRZA RONÎ

Dema ku hûn vê sernivîsê bixwînin; dibe ku hûn bi bêjin ma çi girêdana kapîtalîstiyê û zarokan bi hevre heye. Lê ka em liser vê sernivîsêre xwe berdin naveroka mijarê.
Belê heval no. Wek ku hûn di zanin pergala ku îro di cîhanê de ked xwariyê, kirêjiya pergalê liser pişta kedkar, karkera ferz dike; a ku xwe jor de berbi jêr de, berdidê xwar û pergala xwe wek tevnê anjî tore, di nava civakan de saz dike û heta xwe berdide nava mejiyê mirovan de nû disekine pergala kapîtalîzmêye.


 Ezê di vê nivîsêde nikaribin xwe kûrahî berdim nava mijara kapîtalîzmê. Lê tişta ku ez dixwazim binim ziman ewe ku Carna dîmenek tenê jî dikarê hin pergalan û têgehan ji mirov re bide şîrovekirin û girêdana wê a bi civaka re didê xwiyakririn. Li gor wan dîmenên ku her roj li ber çavên mere derbas dibin zelal didin xwiyakirin ku mejiyê ku ji hêla kurme kapîtalîzmê ve hatîn afirandin. Birînên mezin di nava civakêde vedike. Pergala kapîtalîzme liser serî rûdine û qamçiya wî didest de, ji jor berbi jêr fermanên xwe dide û pergalên wek netewdewlet, bi destên deshilatdariyan dide rêvebirin. Dema ku çerxa wê dizivire; hemû kedkar, karker, xîzan û belengazan dimînin di nava wan diranên çerxêde û diperçiqin. Kesê ku nekeve wê çerxê kapîtalîzme jî birçî tê hiştin û bi birçîbûnê tên perwerdekirin. Dema ku pergal bi xwaze ewî kesî bike nava xwede jî PERA şanî dike û dibeje: ‘an tê birçî bimîne, anjî tê bi PERA bibî xwilamê vê pergala kapîtalîzme. Dema ku kesê îrada wî ne qayîm be jî çav PERA dikeve devji hebûna xwe berdide, diçe dibe xwilamê çerxa modernîteyê çerxa kapîtalîzmê.

Ji sedsalên nozdemîn berbi sedsala bîst û yekemîn ve pergala netewedewletê heta niha dizivire. Vê pergala netewedewletê jî ne kariye xwe ji pergala modernîteya kapîtalîst qut bikin anjî ne xwestine xwe jê qut bikin. Bi têgeha ‘‘lîberalîzme’’ pergala kapîtalîst liber dilê civakê şîrin kiriye û xwe liser civakan serdest girtiye û rêve dibe, hemû keda civakê dinav çerxa kapîtalîstê re derbas dike. Keda civakê pariyê mezin ji bo xwe; pariyê piçûk jî dide civaka bindest. Peyama ez mezinê teme, eve jitere evî pariyê he bixwe dide civaka bindest.

Di vir de a ku me kurdan eleqeder dike; ewe ku em kurd çiqeder ketine nava vê çerxê û emê çawe xwe ji vê pergala kedxwar û kirêj bikin.

Mixabin civaka kurd jî bi serê sed salane ketiye nava pergala netewdewlet de û dibin çerxa diranxwînre tên derbaskirin û nasnama wî bi kuştinê, girtinê û bertildayîna PERA tê şiştin. Ango civaka mejî pariyê xwe ji pergala kapîtalîst xwariye û ketiye navê. Gelek malbatên me kurdan û kesayetiyên xesandî mejiyê wa em dibînin ku ketine nava vê çerxa kapîtalîst û wa rêve dibe. Ew mejiyê ku pergala kapîtalîst xwe navde cih kirî êdî ew dîl hatiye girtin û na hêle ew kes xwe azad bibîne. Dema ku bandora kapîtalîzme dikeve nava mejiyê wan mirovên xesandî de; êdî ew ji bo civaka xwe ‘‘wek kurmê darê lê te û civakê xwe dirizîne’’

Bi vê gotara min re girêdayî wê şevê min dîmenê modernîteya kapîtalît di nava civaka xwe de dît. Wê şevê ez û hevalên rêveberiya; partiya aştî û demokrasiye a rêxistina Cizîrê ji bo xebatekî em çûn gundêkî Cizîrê. Dema em ji cizîrê derdiketin seêt heft bû û me le ber kêleka riya ku berbi Nisêbîne ve diçe, du zarokên temenê wa neh-deh salî dîtin. Di wê seêtê de wa zaroka bala me kêşa. Lê me jixwere got: wê herin mal em ne sekinîn. Em çûn gund me karê xwe qedand seêt bû deh em vegeriyan Cizîrê. Lê hêj em ne gihiştî Cizîrê me dîsa li hemandere liber kêleka rê ew zarok dîtin; destê xwe ji bo erebeyan bi sekinînin bilind dikirin. Em man matmayî û em şûnde liwa vegeriyan. Me herdû siwar kirin û me got wa: hûnê kude herin. Zaroka bê tirs bersivdan û gotin: emê herin cem bavê xwe, bavê me bekçîyê li wî çemê he. Lê me liwa zarokan derxistibû ku Derew dikirin. Me zarok berbi çêm de birin û em ketin rê. Dema em gihiştin cihê wa me dît ku ewder cihê îçkî vexwera, serxweşaye. Dema zarok piya bûn rastî jimere gotin: em livir şûşeyên îçkiyê ên vale kom dikin û dibin firoşin. Min ji wa pirsî: ma hûn didin çiqasî wa şûşa, gotin: em didin şeş tl’yî. Ez mam matmayî, ecepgirtî di wî temenê zarokî de, di wê seêta şevê de, li wê çolê û ew karê ji bo şeş tl’yî. Me ji zarokan pirsî bê ma ka zarokên kî ne, xwedan naskirin me yek ji wa bavê wî mirovekî re nas kir. Me her du zarok siwar kirin û vegeran Cizîrê berbi mala wade. Me zarok şîret kirin û radestî malbata wakirin.

Belê hevalno di wî dîmenê wê şevê seêt dehan de me dîtîre gelek şîrove ketin serê min. Ez gelek liser we rewşe fikirîm. Dive em baş bizanin ku ka çima ew zarok; ji wa zarokan zêdetir dikevin vê rewşe û ji wî dîmenî cudatir rewşên nebaş ên dî de jî. Zarokên serdesta di wî emrîde diçin koleja, dibistanên herî pêşketî de dixwînin. Ê çima ê me ketine wî halî? Çima zarokên me anjî ciwanên me dikevin wî halî û li ser riyên ne baş dimeşin? Divê em civaka kurd ji vê pergala xwînmij, kedxwar û mirovkuj a deshilatdaran derînin û zarok û ciwanên xwe ji wê gemariya ku pergalên kapîtalîst têxin mejiyê wan de bişon. Divê em bi zanibin ew ciwanên me bi zanistî destê wê pergala kirêj xira dibin û dikevin wa riyên ne baş. Di vir de tu kes nikarê bibêjê ku girêdana wî dîmenî û kapîtalîzme bi hevre nîne. Heke ew herdu zarok ne nabûna dibin bandora PERA de wê, wî demê şevê ji bo çar kurîşa biketan çola û şûşên îçkiyê wê kom bikirane di nava serxweşande. Xetereya ku ew zarok ketîne gelek mezine. Heke yek ji wan serxweşên çolê ew zarok bikuşta, anjî binavê gomanek dî baniya serê wan zaroka ma ev ne tofanek civakiye. Kurt û kurmancî yek jî sedemên vî dîmenî PEREye. PERE çiye? Çeka kapîtalîzme a li ser mirovan dide kar anî ne, ewî ji mirovatî derdixe û wek peleystokê (kukla) lê dike. Kese mirovatiya xwe winda kir bi mirovatiya xwere nasnama xwe jî winda kir, ew dibe peleystokê kapîtalîzmê. A ku wê şevê berê wan zarokan dayî wê çolê jî ev peleystokiye. Lê a nexweş ewe ku ew zarok ji nava malbata xwe derketine. Ango divê malbata wan zaroka xwe ber çavan re derbas bike û xwe ji mejiyê kapîtalîzmê bişûn û li xwe vegere.

Heke em tev malbatên xwe, mejiyê xwe ji we pergala gemar ne şûn; dê paşerojê de we xetimandinên civakî wê çêbibin. Wî demî emê di nav gemara kapîtalîzmê de, an jî dewletê de nok bibin. Di vir de divê em tev civaka xwe ji bo pakijkirina jî kapîtalîzme hişyar bikin û bikevin nava hişmendiya xwe parastina rewa a civakî. Ji îro û şûnde dive civaka me di nava rûne konfederalîzmêde bê qelandin û ji gemara moderniteya kapîtalîst berbi pakijiya konfederalîzma demokratîkde biçe. Em li gunda û bajaran bikevin nava civaka xwe de û komînên xweseriya demokratîk ava bikin û yek bi yek malbatên xwe re bi axivin û lê bidin zanîn ku; dive em xwe ji gemariya pergalên kapîtalîzme pakij bikin û li pergala komînal a mirovatiya dîrokî xwedî derkevin. Heta ku em xwe li mejî û nasnama xwe nekin xwedî; wê pergalên kedxwar hêlîna xwe di nava mede çêbikin. Lê dive em berî her tiştî wa hêlîna wa xira bikin.   


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark