Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ka em tovê tirsê diyarî hev bikin...!

 


Diyar Ehmed

Di zimanê bazar û kirîfirotinê de têgeha xwestin û raxistinê serdestî û serdariyê li buhayê berhem, kel û pelên bazarê dike.
bi gotineka dîtir çi dema ku tiştek pir bibe û bi dêz û koman di bazarê de were raxistin,bê guman wê xwestin li ser kêm bibe û bi vê yekê wê nirx û buhayê wê jî bikeve.lê eger ew tişt kêm bibe, yan jê di bazarê de nemîne,wê daxwaz û xwestin li ser pir bibe,  li ser wê yekê buhayê wê jî bilin dibe .


Eger em li têgeha tirsê di bazara me de bi nêrin,emê bibînin ku dêzên tirsê di ser hev de ketine,tirs bi koman hatiye raxistin, îro di bazarê de, bazirgan  û bazarkeran xwe dane ber siha dêzên tirsê,li ber hênkaya siha wê bazarên xwe dikin,ava cemidî û çayê vedixwin û pê re gilî û gazindên xwe ji hev re dibêjin,û çixara xwe dikêşînin. 
Ev ne tiştekî nû ye, ji berê ve di welatê me de, dema yek tovê şîniyekê nû tîne yan jê diçîne,cotyarên deverê tev de wê salê, ji wî tovî diçînin.çavlêkirine,zikêşî û dilreşiye,nimizbûna astê rewşenbîriya çandinê ye, û ji ber wê jî, berhemê wê di bazarê de pir dibe,buhayê wê jî kêm dibe,cotyarê belengaz berhemê wî, wê salê, yan bi buhayekê erzan tê firotin,yan jê dimîne di nav çavên wî de,ji dost û hijêkerên xwe re  dike xelat û diyarî.
vêca va îro berhemê tirsê di bazara me de bû ye dêz,ne tê dizîn û ne tê firotin.me her tiştên xwe paş guhên xwe ve avêtine,axaftin,çîrok,xewin,xelat,civat,dan û sitandinên me li ser çinîn û çandiniya tirsê ye, û tirsê rayên xwe berdane herderî,koçik û dîwana,mal û dikana,civîn û civata.piştî ku tovê tirsê bi vê berferehbûnê di nava cotyarên me de belav bû, em di tirsan ku em bimînin li paş,havî bibin, ji derveyî refê xwe bistirînin,dawiyê xelik bêjin teredînin û mejî jî nînin. tirs ketiye di kelşên hinavê me de,di nava qurmûçekên rûyê me de zîl daye,li ber rûbarê rondikên dayîkên pakrewanên me di seride,kate dide,û bi me re weke guloka berfê  mezin dibe,bû ye hevalcêwiya kul û xemên me, û mîna sihika me bi me re diçê û tê,û  tucarî ji me venaqete.
Eve çend salin em tovê tirsê diçînin,diçinin û tovê wê divewejêrin,pir dikin, li herêmê belav dikin,şarezayî û pêzanînên berkerî li ser mifadariyên wê ji nexweşiyên dûrbihîstina guhan,dûrdîtina çavan,rehetiya dilan,canê giran,qurmûçekên rûyan, piştpehinbûn û zikmezinbûnê re didin xuyanîkirin.hûn di zanin ku tiris dermanê gelek nesaxiya ye,derdê gelek nexweşî û birîna ye,û bi me re pîrbûye û şax û rîçalên xwe li dora hiş û sewdanê me pêçaye, hêvî û xewnên me dorpêç kirye.
 Tovê tirsê di pêma û keleporê me kurdan de jî kevinare,di ferhenga zimanê me ye şêrîn de hatiye dîtin û di zargotina me de hatiye bikaranîn,bav û kalên me di berê de gotine: (Tirsoneko... temen dirêjo) .ji ber wê jî tiris di civaka me de ne şerme,yê tovê tirsê neçîne ne zane,û yê ne tirisê ji xwe ne zilame, bê mejî û sewdane,mirovê tirsonek serê wî bilin de,rûyê wî geşe û dilê wî xweşe, îro ew cihê rêz û siyanetiye di civaka me de,xelk ne tenê bi destekî silava wî vedidin,lê belê li semta wî disekinin,silava wî  bi herdu destan vedigerînin û pêre serê xwe jî jêre ditewînin,û amadene ka çi weca wî heye jêre biqedînin,çi daxwaz û xwestekên wî hene jêre pêkbinin…!?.li Ser bextê wan be, ji ber ew xwediyê şêwir û beryara ne, dibêjin wê îsal deriyê berîkana tirsê di miha avdara bê de were vekirin,û wê binêrin ka kî pir tirsonek û bizdoneke di welatê me de , ji ber mirovê tirsonek çeleng û kêrxwehatiye,jêhatî û serketiye di jîn û jiyana xwe de, û ji bo mafê wî wenda nebe pêtviye navê wî bikeve di nava lîsta kitêba Gênsê de, bawernama danerê têgeha tirsê û kilîta zêrîn ya dilê tirsonekan di serê sala nû de diyarî wî bikin. Ji ber jiyan bê tirs nabe,tirs xuye,tirs havên û hevîrtirşke, tiris bûye ba, xwarin û vexwarin, û her û her di gumana me deye,tu devê me vekê wê zincîra têgeha  tirsê  ne yê birîn, û ji xwe tu zikê me biqelêşê wê îsir û kewarên tovê tirsê birijin xwarê, me tirs li ser delavê  bilind di axurên hespan de daniye kurik,ji bala me dernakeve,eger carna ji bîra me diçe, yan em bi xwazin ji bîr jî bikin, xêrxwaz hene ku bînin bîra me,li me negirin...li me biborin...!!
eger şensê we hebe û hûn di miha avdarê de li me bibin mêvan,hingî hûnê merasîmê ahenga vekirina berîkana tirsê amadebibin,û em jî wê derfetê ji dest xwe bernadin,emê xelata mêvandariya we çengek tovê tirsê ji we re bikin xelat û diyarî.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark