Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sebrî Botanî 1925 – 1998

 


Konê Reş

   Di roja yekşemê 25/10/1998 an de, li Oslo, paytexta memleketa Nerwêcê, helbestvan, nivîskar û pêşmegê Barzanîyê nemir (Sebrî Botanî: Sebriyê Ehmedê Temir), çû ber dilovaniya Xwedê û lê hat veşartin.
   Bi koçkirina wî re, stêrek geş û çirisî ji asmanê helbesta Kurdî a resen rijiya.. Belê gelek stêrkên bi ronahî li paş xwe vêxistî hiştin.
   Bi ragihandina peyama koçkirina wî re, evîndarên gotinên wî, ev peyam bi xem û dilekî şikestî pejirandin, nemaze ewên ku helbestên wî bi dengê rehmetî Mihemed Şêxo an Ciwan Haco an Izeddîn Temo guhdarî dikirin, wek vê strana bi dengê Mihemed Şêxo:


Ez bûme pîrê xemcivîn
Mest û bê hest jêr nivîn
Evîna wê ez pîr kirim
Yek car bê huş û bîr kirim
Li dil vebûne sed birîn
Ji derdê wê gula şêrîn..

An ev stran:
Tuyî bihişta rengîn
Gul û rîhan û Nesrîn
Tuyî jan û tu î jîn..

An eva ku Izeddîn Temo dibêje:

Dildarim dil birînim
Ne şaşim ez ne dînim
Ez nexweşê evînim..

   Wek ku diyare mamê Sebrî Botanî, dihat hejmartin yek ji helbestvanên jîr û zîrek, hem jî pêşmergeyekî Barzaniyê nemir bû. Ew Barzaniyê ku mafê kurdan jêre wek nan û avê bû. Sebrî Botanî jî, di wê dibistanê de fêr û mezin bû û dara jiyana wî, bi giyanekî kurdperwerî hat avdan.
   Vêca her dem û gav, hêvî û armancên wî yekîtî û serxwebûna gelê kurd bû. Ev yek, di helbesta wî a bi navê (Zengilê Min) de, xweş belûye û diyar e.. Ev helbest jî Ciwan Haco kiriye stran:

Zingezinga zengilê min
Vaye dîsa deng vedaDengê doza miletê min
Dinya girt û berneda

Zingezinga zengilê min
Xweş hawar û gazî ye
Awaza vî zengilê minJi ferhenga Qazî ye

Her weku birq û birûskê
Xwe gîhand çerxa felekSed xweşî bo vî dilê min
Ku min dî kurd bûne yek..
   Mirov dikare bibêje ku gelekan ji hunermendên gelê kurd, kodên tenbûra xwe bi helbestên mamê Sebrî Botanî xemilandine.. Bi saye belavbûna stranên wan hunermendan di nav gel de, evîndarên helbestên Sebrî Botanî pir bûne û nav û dengê wî belv bûye. Nemaze di nav evîndar û dildarên peyva kurdî a resen de.
Sebrî Botanî kî bû?
   Navê wî Sebriyê Ehmedê Temir e, lê bi navê Sebrî Botanî xwe daye naskirin û di seranserî Kurdistanê de bi vî navê dawî hatiye naskirin. Ew bixwe Botî ye, ji hoza Jêliya ye. Di sala 1925 an de, li gundê (Lûdê), navçeya (Eroh: Dihê), girêdaya bajarê Sêrtê, li Kurdistana bakur, ji dê û bavê xwe re çêbûye.
   Hêj li ser destê diya xwe bû, Tirkan, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî li Amedê bi darvekirin. Vêca di sala 1929 an de, ji ber tirs, zulm û zora tirkan, bavê wî Ehmedê Temir, mala xwe bi dûv mala Resûl axa Mihema û birayê wî Agit axa serokên hoza Jêliyên Botan barkir binya Xetê (Sûriyê) naveyça Eyndîwerê. Hingê Dîrika Hemko, wek bajar nebû, Eyndîwerê bajar bû, misteşarê Fransî li Eyndîwerê rûdinşt. Di sala 1936 an de, diya wî a oldar û ji Xwedê bi tirs, kurê xwe Sebrî dişîne bal melayê gundê Sêgirka mala Mîro (Niha ev gund nema ye). Sebrîyê zîrek di demek kurt de Qurana pîroz nîcî dike, lê ji ber tirs û xwestekên Mele zû devij xwendina olîtiye berdide û berê xwe dide xwendina fermî li Eyndîwerê. Li ser vê yekê di Pêşgotina dîwana xwe (DILISTAN) ê de wiha dibêje:
(…Li hezar û nehsed û sîh û şeş bibûm mîna gulek geş, dayka mina misilman aşiqa dîn û iman, ez birim ber xwendinê ji bo karê dîn û dinê.. Ez rêkirim Sêgirka paytextê mar û mişka, mala Mîro ava bû , Mîro rewşa mêrabû, nimûneyê camêra bû. Seydayê Xwedê kuştî, kar bazbend û niviştî, aşiq mirîşk û qirûş, dem û gavê şer firoş. Hema bi nav mela bû, rastî, derd û bela bû, çav li hêk û sabûnê, heta roja rabûnê. Ewê Xwedê nehiştî, darfeleqe li destî, her hejand û rahejand, heta jê hat veweşand, patk li min herişand, dilê min pê lerizand, wî dil bi kesî nedisot, dar rakir û hat got: Hey kurê wî sehê pîs, kê dît mizgeft û nivîs ? Nivîs ne karê meye, diyanet yarê me ye, tu hatî nîvê Quranê, pa xelatê min kanî?).

   Wiha Sebrî Botanî xwendina olîtiyê li paş xwe dihêle û li Eyndîwerê, di gel kurên mala Mîro, ku yek ji wan Hecî Dehamê Mîro bû, berê xwe dide xwendina fermî, ta ku digihêje rêza çaran. Ji ber gelek sedemên çetîn dev ji wê jî berdide.. Di vî warî de wiha dibêje:
(..Ez giham rêza çarê, nexwezî min bi wê biharê, min xwendina xwe hêla, ji nû ketim ber pêla. Bêçare û derbider, derdê welat hate ser. Ji eşqa welatvanê min xwe beda meydanê..)

   Sebrî Botanî, biçûkanî û xortaniya xwe li Suriyê, navçeya Eyndîwer û Dêrikê di nav zarokên mala Mîro de derbas kir û di wan salan de çav bi gelek welatparêzên kurdan ket. Nemaze ewên ku di civata Xoybûnê de bûn, hem jî xwendevanên kovara Hawarê bûn wek: Resûl axa, Egît axa, Abdulkerîme Melle Sadiq, Haco axa û kurên wî, Hemze begê Miksî: Yê ku wê demê mamosta bû li Eyndîwerê, Dr. Ehmed Nafiz Zaza: Yê ku wê hingê kilînîkek li Eyndîwerê vekiribû.. Dibe jî, ku çav bi mîr Celadet Bedirxan jî kiribe, dema ku mîr bi serdanî diçû Cizîrê. Hem jî dibe ku Cegerxwîn jî di demê de dîtibe.. Jixwe di bin hezkirina helbestên Cegerxwîn de, wî helbest hunandine.. Di destpêkê de, wî piraniya helbestên Cegerxwîn jiber kiribûn. Ew helbestên ku di kovara Hawarê de dihatin weşandin. Mirov dikare bibêje ku Sebrî Botanî yek bû ji şagirtên Cegerxwîn yên pêşîn. Hem jî mirov dikare bibêje ku bi saya kovara Hawarê giyanê niştimanperwerî, di huş û mejiyê wî de hat çandin..
   Di pêşgotina dîwana xwe (ŞÎN Û ŞADÎ) de, wiha dibêje:
(..Kuro Sebro! Hê hê êdî piştî îro ez te nebînim ha.. Heke, ezê lingê te bişkînim. Wey babooo, tu dibêjî qey wî kafirê Cegerxwîn tifkiriye devê wî de, wê roja hanê li ser berbanga Mele Xelîlê Xello zire zira wî dihat û qîrkirbû Pîra Torê û  Ey Felek..).

   Li Suriyê, Sebrî Botanî hez helbestan kiriye û dibe ku nivîsandibin jî. Bi texmîn ew di sala 1946 an de, çûye kurdistana başûr û di eynî salê de, ew li wir hatiye girtin.. Hingî di zindana Mûsilê de helbest gotine û nivîsandine. Ew bi xwe vê yekê şirovedike û dibêje:
(Ji sala 1944 ê ve, ez û şîir bi hevre dijîn, lê ji sala 1946 ê, di zindana Mûsilê de, jîna min di gel vehandinê dest pê dike; dost û hevalên min dixwendina şîiran de kêf xweş dibûn; lê ji nivîsîn û hilgirtina wan dilgiran dibûn..).

Temenê wî dor 20 saliye dema ku diçe Kurdistana başûr. Xuyaye li Zaxo akincî dibe û di sala 1957 an de dikanek lê vedike:
(..Li sala 1957 ê ku dikandar bûm li Zaxo, ji nûyî; lezke bi lezîne ey qelem.. Gelek bûrîne sal û dem.. Ev jîna tehil û derd û xem.. Li dil dijenin sed kelem.. Derke ji dil jana sitem.. Da vejînim gurzê Rustem..).

Li başûre Kurdistanê dibe endamê partiya (P.D.K-Îraq). Û wek kadirekî çeleng û jêhatî kar ji gelê xwe re dike di gel hevalên xwe wek (Elî Esker û hin din).
   Di sala 1961 ê de, beşdariyê di şoreşa Îlûnê de dike, ta ku 1967 an de li Kerkûkê tê girtin û pêlekê di zindana Mûsilê de dimîne.. Vê paşiyê bi alîkariya hin hevalan ji zindanê direve û xwe bi serê çiyayên bilind û azad ve digehîne..
   Rojekê ji rojan Sebrî Botanî xwe ji ber şerê azadiya welatê xwe ne da alî. Bê tirs dinav bazên serê çiyayên Kurdistanê de dijiya. Ta ku 11 ê Adara 1970 ê pêkhat.. Wiha jî beşdarî di şoreşa Gulanê (1976) de kir û qet xwe ji rêçika Barzaniyê mezin neda alî..
Di sala 1991 ê de, ji neçarî di gel kerwanê penaberan çû Kurdistana bakur-Silopî- û di sala 1992 an de wek penaberekî siyasî çû Ewropa. Li bajarê Oslo, paytexta memeketa Nerwêcê bi cî û war bû.
Ne tenê helbestvanekî zarxweş bû an helbestên wî nêzîkî dilê xelkên kurd bû, lê belê hem jî ew rojnamevanekî jêhatî dihat dîtin û gelek rojname bi nivîsên wî dihatin xemilandin wek: Birayetî, Teaxî, Eliraq, Rewşenbîrî..hwd
   Her wiha jî, bi saya navtêdanên wî, gelekan ji dostên wî yên nêzîk, dest bi hunandina helbestê kirin. Wek ku çawa ew bi xwe bi navtêdana seydayê Enwerê Mayî li ser hunandina helbestê gur bûye.. Ji wan dostan, mirov dikare van navan bi nav bike: Abdulrehman Mizûrî. Xelefê Zîbarî, Dr. Bedirxan Sindî.. Gelekî hez hunermendên kurd dikir û bi merdî helbestên xwe dida wan, ji ber vê yekê jî, gelek helbestên wî bûne stran.
   Dema ku gotin bê ser Sebrî Botanî, nexasim jînenîgariya wî, mirov nikare di ser hezkirina wî ji dengbêja kurd (Gulbihar) re biqevêze.    Çiko wî gelekî hez Gulbiharê dikir û gelek caran navê wê di helbestên xwe de gotiye. Werim em bi hev re gotinên wî seh bikin, bê wî di vî warî de, çi li dor Gulbiharê gotiye:

(..Min Gulbiharê bi çav nedîtiye, lê ji mêje ku min ji dûr ve naskirî. Naskirinek baş. Nivîsarên min ku hemû ji pesnê wê dagirtîne û bes. Belko hozan jî, ji zarê wê min vehînane û hem li ser wê jî nivîsîne.
   Her perça tu dixwînî, bêhna gulê jê tê. Gula hunermend, pencera min e. Ez geşatî û spiyatî ya hemû dol û nizar û çiyayên Kurdistana rengîn têra dibînim..)

   Sebrî Botanî; piraniya rojên jiyana xwe bi tirş û talî derbas kirin, gelek qiriktalî û dijwarî di rojên xwe de dîtin, ji roja çêbûna wî li herêma Botan ta roja mirina wî li Ewrûpa, tevi ku ew çend salên li Ewropa jêre xweş bûn û bêhna wî hinekî hatibû ber, lê di baweriya min de ji kalemêrekî weke wî re, dûrî welat, heval, dost, xizm û karan ne tû xweşbûn bû. Wek ku kurd dibêjin: (Xanîkê pîrê xweştire ji birca mîrê Cizîrê).
Sebrî Botanî li ser dijwariyên rojên xwe wiha dibêje:
   (..Eger xweşiya jînê diravê pir û xanim û meyxaneye, min dedît, eger geşt û seyran û tenahiye, dîsan li min heram bit, her weku goştê berazê boz li sofî Simo heram. Lê eger xweşiya jînê hezkirina xebat û kêferata rast û paqije, eger xemdariya ji bona welate, ez kesî ji xwe kêfxweştir û bextiyartir nabînim..)
   Û eve şîreta wî ji keç û lawan re:
(..Qîzino, Lawino! Herdem haş û şad bin, da hûn tam bêhna xweşiya jînê bizabibin. Çiko kesê ne haş û şad bit, bi kêrî xebatê jî nayê. Her gav xeman ji xwe re çênekin, ji bil xema milet û welat û mirovantiya dinyayê..)

Berhemên Sebrî Botanî:
Li gor ku li paş dîwana wî Dilistan: 1984, rûpelê 73 an hatiye nivîsandin, berhemên wî yên çapkirî û ne çapkirî evin:
A – Çapkirî:
1 – Şîn û Şadî, 1979 Bexdad
2 – Dilistan, 1984 Bexdad
B – Jêrçap:
1 – Dibêjin (1)
2 – Şîn û Şadî, çapa duwem
C – Neçapkirî:
1 – Bilûra Çiyan, dîwana sisyan
2 – Pîra Gerok
3 – Dibêjin (2)
4 – Kulîlkên Mam Behdîn: (Çîrok û şîir ji zarokan re)
5 – Pak û Pîs (çîrok)
   Lê ji berhemên wî, li gor ku kurê wî Beşîr Botanî, di hevpeyvîna  roja 28/10/1998 de, di dengê Emerîka, beşê kurd de, ji seydayê Xelefê Zîbarî re got ku, pirtûkên bavê wî yên çapkirî evin: Şîn û Şadî, Dilistan û Dengê Metîn û Cûdî ye, lê yên neçapkirî evin: komek çîrokên gelêrî û romanek li ser gelê Kurd.
   Di bîranîna Sebrî Botanî a 10 an de/2008, sê dîwanên wî (Şîn û Şadî, Dilistan û Bilûra Çiyan), ji rex Yekîtiya Nivîskarên Kurd/tayê Duhokê ve, di pirtûkekê de hatin çapkirin. Wek ku diyar e, herdû dîwanên pêşî berê jî hatine çapkirin, lê dîwana wî (Bilûra Çiyan), cara yekîne ye ku çap dibe û dikeve ber destên xwendevanan.

Jêder û çavkanî:
1 - Dengê emerîka beşê kurdî, hevpeyvînek telefonî bi kurê wî (Kawa Botanî) re, di roja 26/10/1998
2 - Dengê emerîka beşê kurdî, hevpeyvînek telefonî bi kurê wî (Beşîr Botanî) re, di roja 28/10/1998
3 -  Pêşgotina dîwana Şîn û Şadî / 1979
4 – Pêşgotina dîwana Dilistan / 1984
– Gelek pêzanîn jî, ji min re hatin gotin ji gelek kesan, nemaze ji Mîcerê Egit axa, serokê eşîra êliyan li Binxetê û ji kurê Hecî Dehamê Mîro, yê ku xwediyê gundê Sêgirka Mîro bû.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark