Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rûpelek Ji Dîroka Mêrxasekî.. Elîkê Betê (? – 1919)

 


Konê Reş

    Çiyayê Bagokê, çiyak ji çiya-rêzên Toros e. Ev çiya li herî başûrî zincîra çiyayê Toros dikeve; ji rojava ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Mirov dikare bibêje ji çiyayê Omeriyan û bajarê Nisêbînê ta bi tixûbên bajarê Cizîra mîr Şeref (Cizîra Botan) û çiyayê Spî dirêj dibe û bi gelek navan hatiye naskirin; çiyayê Torê, Torabdîn, Çiyayê Çêlka, Qelaçê Dasika, lê bêtir bi vî navê dawî (Çiyayê Bagokê), di nav kurdan de hatiye nas kirin. Ji vî çiyayî û ber bi başûr ve deştek dûz û firehe bi navê Deşta Xelef Axa (Sinceqa Xelef Axa) an Deşta Dasika dirêj dibe ta ku digihêje girê Qeresiyê û çiyayê Şingalê.


   Herêma Hevêrka jî, cihekî mezin ji vî çiyayî digire. Dibêjin; navê Hevêrka ji navê eşîra Hewêra ya Êzidî hatiye girtin û bi demê re bûye Hevêrka. Di baweriya min de jî, Hevêrkan herêmeke, gelek eşîr têde dijîn û her eşîrek bi serok û gundên xwe naskirî ye. Her ku eşîrek ji eşîrên Hevêrkan xurt û bi hêz bûye, wê eşîrê, eşîrên din kiriye bin destê xwe de û desthilatiya xwe li ser wan meşandiye.. Vêca ev herêm (Hevêrkan), pêlekê ketiye bin destê eşîra Baraviya de, pêlekî eşîra Dilmemikan de, pêlekê eşîra Erebiyan de û vê paşiyê ketiye bin destê mala Osmên (Serhan û Haco) de.. Mirov nikare bibêje ku Hevêrkan fedrasyoneke ji eşîran.. Eger wiha be jî, ew fedrasyoneke bi zor û kotekî ye..
   Ji sedê salan ve gelek êl, hoz, bavik û ber ji Êzîdiyan, Misilmanan û Xiristyanan di vê çiyayî de bi hev re jiyane û hêjî dijîn û tev di bin desthilatiya mîr Botan de bûn. Lê piştî jihevketina mîrnîşiya Botan di sala 1847 an de bi serokatiya Mîr Bedirxan û têkçûna şoreşa Ezdînşêr di sala 1855 an de û di pey wan re fermana Xelef Axa û malbata wî, hin bi nin rewşa civakî di çiyayê Bagokê de bi tevayî û herêma Hevêrkan bi taybetî lihevketiye; hin ketine û hin nû rabûne..
   Her ku eşîrek bi mêraniya xwe xurt û bi hêz bûye Hevêrkan ketiye bin desthilatdariya wê de û wiha di bin desthilatdariya gelek eşîran re derbas bûye.. Dibêjin ji mêj ve desthilatdariya herêma Hevêrkan di destê êşîra Baraviya de bû, bi seroketiya mala Osmanê Xelîl ku paytexta wan gundê Dêrhavê bû.. Di pey wan re ketiye destê eşîra Dilmemikan de, bi serokatiya mala Ismaîlê Werdê ku paytexta wan gundê Keferzê bû.. Vê paşiyê, mala Eliyê Remo ku ji eşîra Erebiyan e, li ber wan rabûne û serkêşiya herêma Hevêrka ji wan standine. Paytexta wan jî gundê Çêlik bû. Li Çêlik ji mala Eliyê Remo re dihat gotin mala Axê.. Di pey wan re serkêşiya Hevêrka ketiye destê mala Osmên; Serhan û Haco de, ku ew bi koka xwe ji koçerên Alika ne û paytexta wan gundê Mizîzexê bû. Dibêjin li Mizîzexê ji mala Osmên re dihat gotin mala Qesrî an mala Osmên. Mala Haco û Betê dibêjin; Mîrê Botan ji pêşiyê me re gotiye; here tu xulamokê minî, min mezinatiya Hevêrkan da te..
   Di nav salan re, ji ber mêranîya mala Osmên, nav û deng bi gelek neferên wan ketiye.. Wan jî, berê xwe di herêma Hevêrkan de fireh kirine û wiha bi demê re rola mala Eliyê Remo qelis û lawaz bûye û di encam de mala Osmên şûna mala Eliyê Remo girtine.. Ji kurên Osmên yên ku navdane evbûn: Çelebî, Serhan, Ferho û Hesen. Ji Hesen; Haco, Hemed û Betê çêbûne, ji Betê Elîk çêbûye û nav û deng di herema Hevêrkan de daye.. Û ewe yê ku navê mala Osmên bilind kiriye û navê wî di Kurdistane de belav bûye..
   Di wî heyamî de dema ku gundê Mizîzexê paytexta zarokên Osmên bû, Çelebiyê Osmên û zarokên xwe bêtir ji biraziyên xwe Haco, Hemed û Betê xwedî desthilatbûn û nakokî û dilmaniyek di navbera wî û biraziyên wî de hebû, anko zarokên birayê wî Hesen.
   Dibêjin rojekê Çelebî çend zilamên gund bi xwe re birine ser bêrmên avê (Çalên Avê an sarincên avê), da ku wan bêrman ji pirik, çirav û beran paqij bikin, Elîk ji bi wan re ye (Elîk yekî bi gewdê xwe kinûgulover bû), Çelebî ji Elîk re jî gotiye; tu jî bi zilaman re dakeve bêrmê û paqij bike.. Lê ev gotina mamê wî Çelebî pê nexweş hatiye. Yek ji Çelebî, yek ji Elîk.. Elîk xwe çem Çelebî kiriye, bi herdû guhên wî girtiye û bernedaye ta ku xwînê di wan re avêtiye.. Piştî xelkê ew ji hev cihê kirine, Çelebî ji Elîk re gotiye; Sêwlekê pîs tu jî zilamî, here heyfa mamê xwe hilîne.. Elîk, ev gotin bi xwe re hilaniye û di nav xwe û nefsa xwe de soz daye ku, heyfa apê xwe Haco hilîne..
   Bi vê desthilanîna ku Elîk li ber mamê xwe Çelebî rabûye, nav bi Elîk ketiye û navê wî bi mêranî di nav eşîrên Hevêrkan de belav bûye û wiha dijberî ji berê bêtir di nav mala Osmên de gur bûye; Elîk û kuramê xwe Haco2 ji rexekî ve û Çelebî, Serhan û zarokên xwe ji rexekî din ve..

*          *          *

   Berî vê bûyera Çelebî û Elîk bi dor 20 salan, anko berî ku Elîk çêbibe eşîrên Hevêrkan bibûn du bend. (Di xeleka li dor Haco de ezê vê dubendiya Hevêrkan û bi taybet a mala Osmên bê çawa bûne Hevêrkî û Dekşûrî zelal bikim). Bendek jê bi navê Dekşûrî dihatin naskirin, serkêşiya wê mala Çelebî, Serhan û Ûsivê Axê ji mala Hesen Şemdîn axayên Kercosê dikirin, yên ku wê hingê ji wan re dihat gotin axayên di ser axa re.. Yek jî bi navê Hevêrka bû, serkêşiya wê Hacoyê yekem û herdû birayên xwe Betê û Hemed dikirin, di gel wan gelek ji eşîrên Hevêrkan bi Êzidî, Xiristyan û Misilmanan ve hebûn..
   Di baweriya min de ev jî siyasetek tirkan bû ku di nav hoz û êlên Kurdan de dimeşandin, da ku yekîtî di nav wan de çênebe û her dem û gav qelis û lawaz bimînin..
Osmanî ji (Peymana Pîroz) a ku mîr Bedirxan berî hingî di nav êl û hozên Kurdan de çêkiribû bi tirs bûn, vêca nedivîbûn ev yek careke din dubare bibe. Daxwaza wan ku Kurdan xwe bi xwe berdin hev û wan bikin dijminên hev.. Wek ku êl û eşîrên çiyayê Bagokê kirin Hevêrkan û Dekşûrî, li çiyayê Omeriyan jî, Omerî kirin Mehmûdkî û Etmankî û li Tora Mihelmiyan jî, Mihelmî kirin Xelîlbegî û Îssabegî û wiha..
   Di şerekî de ji şerên navbera Hevêrkiyan û Dekşûriyan de, Cimoyê Hêştrekî yê ku bi koka xwe, ew jî ji eşîra Alika bû û hevalbendê Dekşûriyan; mala Çelebî û Ûsivê Axê bû, keysê li Hacoyê yekemîn tîne; wî dikuje û serê wî jêdike. (Dibêjin dema ku Cimo xincer biriye ser gerdena Haco ku serê wî jêbike, Haco jêre gotiye: Kurê Hacîra kor! Mirov zilama di stikura wan re jêdike ne di zengelorkê re..!). Piştî ku Hacoyê yekemîn hatiye kuştin, Hacoyê duwemîn û navdar hêj çênebibû, di zikê diya xwe de bû.. Dema ku Haco hatiye kuştin, di nav Dekşûriyan bûye kêf, şahî û dîlan.. Lê diya Cimoyê Hêştrekî girya ye, li xwe xistiye û herdû keziyên xwe kurkirine.. Dibêjin dema Cimo bihîstiye ku diya wî digirî û herdû keziyên xwe kurkirine, bi diya xwe de xeyidiye.. Diya wî lê vegerandiye û jêre gotiye: Kurê min! Li ser te digirîm û min keziyên li ser te kurkirine.. Ne wê sibe dora te jî bê, wê mala Osmên te bikujin..
   Piştî kuştina Hacoyê yekemîn bi çend heyvan Hacoyê duwemîn çêbûye. Elîk jî piştî kuştina Hacoyê yekemîn çêbûye. Anko herdû bi temen, nêzîkî hev in.. Wiha herdû pismam; Elîk û Haco bi hev re mezin bûne, bûne xort û heyfa Haco di dilê wan de maye.. Ta ku di şerekî de ji şerên di navbera Hevêrkan û Dekşûriyan de Elîk dikeve pêşiya Cimoyê Hêştrekî û kurê wî Mecîd û herdiwan dikuje. Di wî şerî de Elîk, Mecîdê Cimo dikuje û dide pey bavê wî Cimo, wî jî bi birînên xedar birîndar dike û di ser re disekine, xincera xwe datîne ser stikura wî ku serê wî jêke.. Cimo jê dipirse tu kî yî?
Elîk lê vedigerîne û dibêje: Ez birazyê beranê sor im.
Cimo dibêje: Law heqê te heye, lê ez pîrbûme di heyfa amê te de dernayêm..!
   Elîk jêre dibêje: Mane berî kêlîkekê, min kurê te Mecîd jî kuşt..
Hingê Cimo dibêje: Te Mecîd jî kuşt?! Vêca em dibin heyfa mamê te..
   Lê seyidekî Bêcirmanî keska xwe davêje ser Cimo da ku Elîk serê wî jêneke- Ji ber ku rêzgirtina Seyidan gelekî mezin bû- Piştî ku Elîk Cimo temam dike, guhê wî jêdike, ji diya Haco re dibe, ew diya ku ji ber kerba Haco re kor bibû.. Dibêjin xelekek ji guharê darînî di guhê Cimo de bû.
   Piştî ku Elîk heyfa apê xwe Haco hiltîne, bêtir ji berê, nav û dengê mêraniya wî di nav êzidî, misilman û xiristyanên çiyayê Bagokê û herêma Omeryan de belav dibe..
   Di sala 1913 an de, dema ku Elîkê Betê tê Nisêbînê, jinbiyek xwe dexîlî wî dike ku kurê wê ji zindanê reha bike.. Elîk digire ser zindanê û di encam de tev girtiyan berdide û Nisêbînê dixe bin destê xwe de.. Piştî ku artêşa Osmaniyan di hewara Nisêbînê de tê û dora Nisêbînê digirin, rê li ber Elîk teng dibe, bi devê tivingê ew û hevalên xwe, xwe ji nav wan xelas dikin û berê xwe didin binya xeta Elmanî, gundê Xerabkortê, bal dostê xwe Tahirê Mehmûd. Hingê xelkên gundên derdorî Xerabkortê dibihîzin ku Elîkê Betê hatiye Xerabkortê, deh-pazde peye xwe didin hev û berê xwe didin Xerabkortê ku Elîkê Betê bibînin. Bi rêde, ev bira zilaman li leşkerên tirkan yên ku bi dûv şopa Elîk de digeriyan, rast tên, hingê serleşkerê cendirman ji wan dipirse; bi kûve hûnê herin? Yek ji wî birê zilaman lê vedigerîne û ji dêlva ku bibêje; Em diçin bal Elîk- ji ber ku bi tirkî nizane-  dibêje; (Ben Elîkdir), anko ez Elîk im.. Bi vê gotinê re, cendirme li wan direşînin, ji tirsa canê xwe ku rast ew Elîk û zilamê wî bin wê wan bikujin.. Çimkî gelekî ji Elîk bi tirs bûn. Di wê bûyerê de 13 kes ji wan zilaman hatine kuştin..
   Piştî ku Elîk vê bûyerê dibihîze, êdî nema riya xwe bi gundê Xerabkortê dixîne, berê xwe dide çiyayê Omeriyan, gundê Tinatê, bal hevalbendê xwe Mehmûdê Esed axayê Tinatê. Û her wiha artêşa Osmaniyan bi dûv de ye.. Di wê navê re gelek şerên dijwar di navbera wî û artêşa Osmaniyan de diqewime.. Elîk û hevalên xwe 60 rojî di nav Omeriyan de dimînin.. Daxwaza Elîk ji vê çûna Omeriyan ev bû ku, dostê xwe Mehmûdê Esed û pismamê wî Ehmedê Silêman li hev bûne.. Paşê, ji Omeriyan dizîvire gundê xwe Mizîzexê. Belê her û her cendirmên tirkan bi dûv wî û hevalên wî de bûn.. Ta ku di şevekê de ji sala 1914 an dora Mizîzexê dikin wek xelek û Elîk, Haco, Şemûnê Heydo, Hisênê Ferho û gelekên din ji azadîxwazan digrin, wan dibin Xarpêtê dixin zindanê de.
   Di sala 1917 an de, bi bertîlan, ji zindana Xarpêtê direvin.. Elîk û çend hevalên xwe vedigerin gundê xwe Mizîzexê, lê Haco xwe li zarokên Îbrahîm Paşayê Milî digire.. Li Mizîzexê, ji kêfa vegera Elîk û hevalên wî re, xelkên gund kêf, şahî, govend û dîlanê digerînin û tivingan berdidin..

   Lê sed mixabin, ew kêf û şahiya xelkên Bagokê zêde dirêj nekir.. Salek, dû sal di wê navê re derbas bûn, nebûn.. Di havîna 1919 de Elîkê Betê, sehdike ku li gundê Midihê di navbera destbirakê wî Omerê Şêro û êşîrên derdorê de şere.. Elîk bi hewarî xwe bi destpirakê ve digihîne û di şer de, nav di xwe de dide û dibêje; Ez bavê Ûsiv û Nezîr im.. Pêşî kesî bawer nedikir ku Elîk di şer de ye, ji ber ku teva zanîbû Elîk di zindana Xarpêtê de ye.. Bawer nedikirin ku Elîk ji zindanê hatiye der..
   Dibêjin di wî şerî de Elîk bi guleyekê ji tivinga Emoyê Şemokî hatiye kuştin.. Bi kuştina Elîk re heval û mirovên wî ji hev bela bûne, artêşa tirkan jî destê xwe danîne ser termê Elîk û termê wî birine qeza Midyadê, sê rojan li rastê hiştine, di roja çaran de, mirovên wê bi qeweta zêran termê wî ji wan standine û birine gundê wê Mizîzexê û ew di goristana (Ziyareta Rastê) de veşartine.
  Ji berî çend salan ve neviyê wî (Elîkê Ûsivê Elîkê Betê), ji nû ve gora bapîrê xwe ava kiriye. Ev Elîk hêj sax e û li bajarê Nisêbînê dimîne.
   Du kur ji Elîk dimînin; Ûsiv û Nezîr. Ev hedû kur jî di sala 1926 an de bi pismamê xwe Haco re binxet bûne û li gundê Dirêjîkê, nêzîkî Tirbespiyê cîwar bûne. Lê di sala 1950 î de ji ber sedemna.. wan û zarokên pismamên xwe Haco li hev nekirine.. Ûsiv vegeryaye Serxetê/ Tirkiyê û li gundê Kertwênê, bareşî Nisêbînê bi dor 7 km an cîwar bûye. Nezir li Binxetê/ Sûriyê maye, xwe li Evdoyê Ehmed axayê gundê Xalid Gilo girtiye û lê cîwar bûye. Ev gund bi dor 7 km an li bareşî Qamişlo dikeve û himberî gundê Kertwênê ye.
   Nezîr, di sala 1973 an de, li gundê Xalid Gilo çûye ber dilovaniya Xwedê û ew di goristana welatparêzên Kurdan de li Gundê Dugirê hatiye veşartin. Temenê wî dor 70 salî bû. Ev zarokên wî hene: Nûrî, Ferzende, Îsmet, Dirêhî, Wecdî, Hiznî, Zehreddîn, Xelîl, Kamîran, Zalê, Tengezar û Restem.
   Ûsiv di sala 1992 an de li gundê Kertwênê çûye ber dilovaniya Xwedê û lê hatiye veşartin. Temenê wî dor 85 salan bû. Ev zarokên wî hene: Elîk, Selîm, Behzad, Betê û Medenî.
Ji şerên ku li ser Elîkê Betê hatine gotin: Şerê Nisêbînê, şerê Tinatê (Strana: Hey lê dayê hey lê dayê) û şerê Elîk û Sofî Îbrahîmê Gijalî (Strana: Dêrano).
Ev şerê dawî, di navbera Elîkê Batê û eşîra Elîka de bû. Sofî Îbrahîmê Gijalî jî yekî Elîkî bû, sedema şer ku Evdê Simko, ji gundê Mijmîjokê ji ber pirsgirêka wî bi xizmê wî Gijalîyan re, gilîyê Gijalîyan li cem Elîkê Batê dike.. Ew gilî dibe sedema şer di navbera Elîk û Sofî Îbrahîmê Gijalî de.. Dibêjin ku Elîkê Batê di wê demê de dixwest bide xuyakirin ku, ew di herêmê de qebûl nake kes neheqîyê li kesekî din bike.. Hem jî divîbû bide xuyakirin ku ew hikm li herêmê dike. Û dibêjin ku Elîkê Batê di nav gel de belavkiribû: Ez qebûl nakim ku kesek werê şelandin, zor û tade li kesekî bê kirin.. Yên ku zêde gaviyan bikin, ezê wan talan bikim..
   Dibêjin, vê paşiyê Hisoyê Şemokî û pismamê xwe Mehmûdê Cimikî li ser daxwaza mala Betê û Haco xwarziyê xwe Emoyê Şemokî kuştine û wiha heyfa Elîkê Betê hatiye hilanîn..
   Hêjaye gotinê, çend dostên Elîkê Betê ji misilman, êzidî û xirîstyanan hebûn, di tev şeran de wek şêran li kêleka wî bûn.. Pêwîste em navê wan jî bînin ziman; Şemûnê Hina Heydo ji Xiristyanan, Cirdoyê Êzidî ji Êzidiyan, Hemayê Êlo û Omerê Şêro ji Misilmanan. Ev her çar leheng di gel çend lehengên din yên êzidî di tev şer, rûdaw û bûyeran de li kêleka Elîk disekinîn û navê wan bi navê wî re tê gotin û hêjaye em bêjin ku Cirdoyê Êzidî pêre hatiye kuştin.

* - Ev lêkolîn ji zardevê gelek kesan hatiye girtin; hin ji mala Osmên (Betê û Haco) ne, hin ji wan kalemêrên ku ji bav û kalên xwe bihîstine û hin ji êzidî û filehên Tirbespiyê ne û di encam de a ku min durist dîtiye, gotiye.. Ez nabêjim ku her tiştê di vê xepartinê de hatiye rast e.. Wek ku Kurd dibêjin; goşt bê hestî nîne.. Bi hêvî me ji wan kesên ku a rast bêtir zanin, me serwext bikin.




Konê Reş
Qamişlo, 01.11.2010


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 20


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark