Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: ŽĪNA SER ŽAGIRTŹN AMŪDŹ

 



Seydayê Tîrêj

Žermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan
 
Rabe vê sibê xwe rež girêde
Karwanekî bož va tê ji rê de
 
Karwanekî bi hêl û mêl û nîžan
Va tête ji Amûda perîžan


Ne koçer in ew , ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev , ew bi rêz in
 
Nêzîk in ne dûr in xwež xuya ne
Wek težneyê rahê Kerbela ne
 
Mêvan in , delal in pir ezîz in
Hilmižtî ne paqij in , temîz in
 
Sînga xwe veke li ber delalan
Himbêz bike xwež ewan žepalan
 
Zaro ne , ciwan in nû gihîžtin
Ew teyrik û bilbilêd bihižtin
 
Amûd li wan bûye pêt û agir
Naçare revîn berê xwe dan vir
 
Zan in ku tu dayika henûnî
Bê žik e , li ser wan dê tu rûnî
 
Rêber Mihemed kurê Seîdî
Sed rehmet li gora wî žehîdî
 
Wan çakûç û bêr digel xwe anîn
Koça xwe li dor êla te danîn
 
Žingîn kete çak û çan û bêran
Borîn kete pîrekan û mêran
 
Porên xwe keçan hemî kižandin
Hinarêd ruyê xwe wan çirandin
 
Qîzik ku dibêjin : Ax birê min
Pîrek ku dibêjin : Ax kurê min
 
Ap tenha dibêjin : Ax birazê
Xal herdem dibêjin : Kanî xwarzê
 
Bû qîr û hewar li dê û bavan
Žûna hêstiran xwîn tê ji çavan
 
Amûdê seraser bûye lê žîn
Yek mal nema bê fîxan û nalîn
 
Ca rabe bipirse ey dilê jar
Carek tu ji sînema gunehkar
 
Bêje :Ey sînema bê ol û bê dîn
Ma qey te digel ewan hebû kîn
 
Kîna te li wan bû pêt û agir
Ev roja giran li wan te rakir
 
Birkan bû gelo di bin te  derbû
Yan berq û birûsk bi ser te werbû
 
Yan pêtek ji dojehê bi derket
Ku bakî Qerecdaxî bi berket
 
Ku pêk ve civîn bi kîn û azer
Hat girtin li wan derî û pencer
 
Pêtî ku ji jor avête žažan
Agir žuxilî di term û lažan
 
Bû qîr û hewar , fîxan û feryad
Ji ber wî agirî tevan dikir dad
 
Ema çibikin  ne gazî û han
Bû agir li wan erd û ezman
 
Zarzarê mekin , gelî biçkûkan
Wîzwîzê mekin , ji rengê çûkan
 
Ev cewr û cevaya hûn dikêžin
Can û ceger û dilê me dêžin
 
Canê we dema ji ten cuda bû
Pertew ji xweda digel teba bû
 
Ew pêk ve firîn ji rengê murxan
Perwaze kirin di baxê Ridwan
 
 Sed carî tifû ji van deman re
Em hižtin ji kul û hem xeman re
 
Nakin em ji bîr ,bi dil žikestî
Sala hezar û nehsed û žêstî
 
Sêzdê çiriya duwem bi nîžan
Tarîx e ji roja sotina wan
 
Herçî ku mirin ew sêsed û çar
Bil yêd pel žewat û yêd birîndar
 
Tîrêj bigrî li xwendevana
Sed heyf û xebîneta ciwana .

Bibona /50/î salvegera  žewata sînema Amûdê em vê helbesta seydayê Tîrêj belav dikin..

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark