Helbestxwendina Ýçmo-Seyda Cegerxwîn di gellek ristan de navé helbesté weke ‘xweþxwan’é hildide- ne diþibiya ya çi helbestkarén ku heta niha min helbesta wan xwendibû, an guh dabû dengé helbesta wan: Ýçmo ne dixwend; distira.
Vé helbeststirîné, wé kelîké xiste bîra min, ku li Amedé, di sohbeteke li ser piyan Abdulla Peþéw gotibû, ‘Bakûrî ji þi’iré re dibéjin helbest,em dibéjin xundrewa’.
Yanî? Yanî ravekirina bi xwendiné/xwendina rave kirî.
Xwendina ravekirî ji serdema rîtuelén kevnekone ta bigihe ayînén îro miqambarkirina li peyvé ye.
Séhra peyvé bi séhra deng re bi séhrtir bûye, ku li tevî Qur’ an’é xwendina hemû pirtukén pîroz , diayén ku tén kirin, lavayî û berzûrî, li tevî bangdané bi miqam in. Gellek mela ji dengé xwe yén xweþ béhtir, bi miqamé bangé balé dikéþin bi ser selayé de . Jixwe ji cureyén helbesta klasîk qesîde û xazel jî bi miqamekî xweser téne xwendin.
Ji xwendina qesîdeyén derwéþén kurd em té derdixin, ku qesîde li gel amûreke muzîké –defé/erbaneyé- hatine xwendin.
Bi baweriya min, qesideya Mele Þexmûs ‘Can… can… can…’ îro jî térî dike ku merivé ne sofî û ne mirîd jî bi surr û cizbé bikeve…
Péwendiya muzîk û helbesté ne hewceyî destnîþankirin û ravekirén Cudwell be jî; bi her helbestkarî re her helbesthez dizane, ku di navbera helbest û newayé de pevgirédaneke xurt, tékiliyeke zexm heye.
Ew tékilî bi sé þeweyén jihevcuda derdikeve péþberî me:
- Xwendina helbesté a helbestkar
- Xwendina helbesta a teatrel
- Xwendina xwéneré/a helbesté.
Xendina helbesté a helbestkar bi du þéweyan e:
- Xwendina bi dengé kélîké
- Xwendina bi dengé lébarkirî
Xwendina bi ‘dengé kélîké’ lévegarina dema/kélîka nivîsîna helbesté ye.Ev þéwexwendin xwedînewa û miqameke xwe î xweser e, ku helbestkar her helbesta xwe bi yek miqam-newayé dihoyîne. Ji vé þéwexwendiné re meriv dikare bibéje xwendina bi dengé dil jî. Jiboney; di kélîka xwendiné de, dil dibe mîna amûreké muzîké, û dijene. Ev jenîn mîna mizreba di desté sazbend de, peyv li télén dilé helbeskar dide, û dike ku peyvén helbesté nola notayén stiraneké miqamdiyar ji gewriyé derbikeve…
Ev þéwe resentirîn þewéxwendin e û bo her helbestkarî/é derbasbar e.
Bo vé mînaké meriv dikare du helbeskarén tirkî wekî mînak bide: Ahmed Arîf û Nazim Hikmet.
Li layé din, rexnegirin wekî qelsesistiyeke di navbera helbesté û helbestkar de þîrove bikin jî; xwendina bi dengé lébarkirî ew xwendin e, ku helbestkar ne bi dengé kélîké, bi newayeke din, bi dengekî bi dû re hatî peydakirin, helbesté bixwîne.
Wekî ku me li joré jî got hemû kitébén pîroz bi dengekî pîrozwer hatine/téne xwendin. Heman ‘pîrozweriyé’ bi þéweyeke ji þéweyan xwe hilgirtiye xwendina helbesta klasîk…Ji ber hindé, li Îrané helbest hé jî li ber newaya þîmþalé/bilûré, an jî neyé téne xwendin.Û jixwe
miqamekî her xazelé, yé qasîdeyé, yé çarîné heye, ku ra û rîþalén wé ji serkaniya berî hezarén salan avé vedixwin.
Bo vé þéwexendiné, ji helbesta kurdî du navdartirîn navdaran wekî mînak meriv dikare hilgire dest: Ehmed Huseynî, Þérko Békes.
Herdu xweþhelbestkar jî- bi qasî ku helbesta serbixwe û bendazad lédikin, dema ku dixwînin, helbesta xwe ya xweser û serbixwe diþikînin û mîna ku beyte-ristén qasîdeyéké bixwînin, helbesta xwe wisa bi dengçéjî, sermestî û konenewayî dixwînin. Li héla din, biqasî ku ji heman ekolé té, Abdula Peþéw berevajî Békes bi ‘dengé kélîké’ helbesta xwe péþkéþ dike.
Xwendina teatrel: Meriv dikare navekî din jî li vé þéwexwendiné bike: Xwendina demrîtûelî. Ji ber ku xwendevan- ew dikare leyistikvané þanoyé an jî kesekî dengraveker be-di kélîka xwendina helbesté de li gel deng bi dest û pé, çav û awir û hemû mîmikén pédivî, helbesté raberî temaþevanan dike.Ev þéwe, li gorî tégihiþtina kes a ku ji temayé/naveroké werdigire dikare cuda û veguherîner be.
Xwendina xwîner: Em dikarin bibéjin þéwexwendina herî azad e ev þéwe. Ji ber ku her xwendevan di seqaya kélîka ku té de dijî,- bi ser dengé hûndirîn é ku helbest vedihewîne vebûbe venebûbe- bi dengé xwe yé hûndirîn(béhiska) an jî derkirî dikare bixwîne. Û ew, bo her xwînerî tét guhertin. Bi qasî ku tét guhertin, evyek bi biservebûna dengé helbesté é hûndirîn û léguhdarîkirina þéwexwendina helbestkar re- dikare veguhere, bibe dengé helbestkar bi xwe…
Û, jixwe helbest bi qasî ku ya helbestkaré/a xwe ye, ew ya herkesî ye!
Tébinî: 1.Bi boneya salyada 26.emîn a koçkirana ji néva me roja 22é heyvé li Nisébîné li avahiya Mîtanî a Þaredariya Navçeyé ez dé beþdarî bernameya salyada Cegerxwîné nemir bibim li gel Lal Laleþ. Ez xwînerén Azadiya Welat, hezkiriyén helbesta kurdî û ya Cegerxwîn vedixwînim bernameyé, û di keseyata gewre a Cegerxwîné peyvnemir de dibéjim, Xweda herdu kedkaré nivîsé: Torî û Ýsmail Goldaþ bi rehma xwe þa bike.