Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Nameyên sersaxiyê

 


  Bi helkefta wexirkirina serokê partiya yekîtiya demuqrata kurd li sûriyê (yekîtî) birêz Ismaîl Umer , gurzek birûsk û nameyê sersaxiyê bi zimanê kurdî gihiştine malpera welatê me ,

em li vir  deqê beşek ji wan birûs û nameyan belavdikin :


Malbat,Heval,Hogirên nemir Ismaîl Omer. Ey Miletê Kurd li Sûri.
Bi kocbarkirna Heval Ismaîl,stuneke giring ü mezin ya tevgera kurdî hilweshîya,
Em pirr dilxemgînin,ji Malbata wîra bihnak firah dixwazin ,û bi hêvîne ji hevalên wî
xebat ü rêca nemîr Ismîl bidomînin.
Serê Malbat ü hevalên wî sax be,
Serê Miletê Kurd sax be.
Komela Kurdên Sürî li berlîn ü Brandenburg
Endam ü komîta komelê

Hoshang Sabrî
Baha Mohamed
---------
Malbata xwedêjêrazî mamoste Ismail,
endam, heval û hogirên partiya yekîtiya demoqrat li Sûriyê
bi  dilekî tije xem me nûçeya wexerkirina mamosteyê me Ismail bihîst. Vê nûçeyê bi hezaran dilbirîn û dilxemgîn kirin.
Her mirovekî mamoste nas dikir nikarîbû jê hez neke, çendî newek wî mijûl û biramiya. Mirovekî wek ku xebatkar û têkoshêr bû, 
hewqas jî rewshenbîr, bêhinfereh, dilpak û dilovan û tolerenas bû. Wî dihisht rikberê wî berya dost û hembîrê wî jê hez bike.
Mamoste Ismail, xwedê jêr razî, di destpêkê de cihekî vala di mala xwe de hisht, lê wê cihekî vala heta demeke dirêj di cergê tevgera kurdî de vala bihêle.
Bi wexerkirina mamoste Ismail, Kurdên rojava serkêshekî bêhempa winda kirin, ku ta demeke dirêj wê cihê wî vala bimîne.
Dubare dibêjim, bila serê we sax be,  xwedê sebrekê bide we .
serê miletê kurdên rojava sax be.
Komîta kurdên Hannover
 ji dêval wan ve
Tengezarê Marînî
----------
sersaxî
Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçkirina mamoste ( Bavê Şiyar )serokê
partiya Yektiya Dîmuqrat  bihîst , em sersaxiyê ji Gellê Kurd û heval
û dost û malbata wî re dixwazin , ji yezdan bi hêvîne ku mamoste bi
dilovaniya xwe şake û dergehê buhişta brfireh şanî wî bide û hedan û
aramiyê bi qîma gellê wî û mabata wî bighêjîne .
Dilê Amûdê - Amûdê
-----------
Birêz malbata Smayîl Omer.
Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd Li Sûrîya.
Bêgoman koça dawî ya apê hêja Bavê Şiyar derd û xemên me nûjen kirin.
Bi navê malbata Rezoyê Osê sersaxiya we tevan dikin. Bere serê gelê Kurd, malbat, heval û hogirên Xwedê lê xweş be sax be.
Em hêvîdar in ji Xwedayê gewr e Bavê Şiyar bi rehmeta xwe şa ke.
Bere cîgehê Apê hêja buhuşt be.
Malbata Rezoyê Osê
----------
Bi şîn û êşeke mezin me nûça koça dawî ya xebatkar Ismaîl Umer serokê partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê( yekîtî) bihîst, di dema ku em sersaxiya germ pêşkêşî hevalên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê dikin, me di rêxistina Elmanya de ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê, biryar daye ku em wê ahenga ji bo vejandina bîranîna bîst û şeş saliya koça dawî ya helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn ya ku wê li bajarê Vechta li Elmanya di 23.10.2010 an de bihate sazkirin, têkda bibin.
Her weha em jî bi hevalên partiya yekîtiya dîmoqrat re vê şînê di koça dawî ya mamoste Ismaîl Umer de yê ku pirê jiyana xwe di berdsetiya pirsa miletê xwe de terxan kiriye, pevre dikşînin.
Em sersaxiya hevalên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê û ya hemû zarûzêçên gelê Kurd bi vê koça dawî ya kurekî wanî xebatkar, dikin.
 
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
 
18.10.2010
---------------
Sersaxiya hêja Îsmaîl Umer !
Malbata hêja Ismaîl Umer !
Serokatî û Endamên Partiya Yekîtî ya Dêmokrata Kurdî li Sûrya !
Bidilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya koçbarkirina birayê hêja, welatparêz ,
siyasetmedar , kurdperwer ; Birêz Îsmaîl Umer bihîst.
Ez beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim.
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata we bi .
Sed rehmet li giyana wînî  pîroz be û cihê wî buhişta rengîn be .
Bela serê miletê Kurd û malbata wî sax be .
Zinar Şêxmûs                      18.10.2010
-------------
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Sersaxî
Endamên nivîsgeha navendî,
heval û endamên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê (yekîtî),
malbata Xwedê jê xweş Ismaîl Umer yên birêz,
Îroj bi nûçeya koça dawî ya mamoste û xebatkarê Xwedê jê xweş Ismaîl Umer re em pir xemgîn bûn, û bi vê koça wî, ziyanek pir mezin gihişte tevgera kurdî û niştimanî û guherîna dimoqrat di hindurê Sûriyê de, ji ber ku Xwedê jê xweş, roleke wî ya balkêş di nav pêşvebirina çalakî û pêdanasîna pirsa miletê Kurd de di hindurê Sûryê de hebû, her weha keda wî bo bidesxistna mafên hemû gelê Sûriyê di rêka avakirina sîstemeke dîmoqrat û pêşketî de hebû.
Bi vê koçê, hemû endamên rêxistina partiya me li Elmanya, biraderek û dostekî xwe yê xebatkar û hevkar û dilawer winda kirin, û em bawerin ku cihê wî vala namîne, û hevalên wî dikarin wan doz û hêvî û daxwazên wî bighînin serî.
Em sersaxiyê ji heval û hogir û malbata Xwedê ji xweş re dixwazin, aramî ji we re û Xwedê wî bi dilovaniya xwe şabike.  
18.10.2010  
------------
Sersaxî

Hemû heval û endamên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê . yekîtî
Malbata xwedê jê xweş Ismaîl Umer,
vê nûçeya ne xêrê ez pir xemgîn kirim, em ê hemî ji vê cîhana xapînok bi xatir û bê xatir koç bikin, lê em ê li pey xwe, çi ji malbat û miletê xwe re bihêlin?
Xwedê jê xweş Ismîl Umer, bi çalakî û xebatên xwe roleke mezin di nav tevgera Kurdî de leyist, herweha doza pirsa miletê xwe û armanca avakirina yasayên dîmoqrat li ser astê Sûryeyê kiribû karê xwe yê sereke, mirovên weha bi nerî û berhem, wê di bîra miletên xwe û dîroka tevger wî de zindî bimîne.
Serê malbat û hemû hevalên wî sabin, û xwedê wî bi dilovaniya xwe sabike.
 Bawerê Omerî
18.10.2010     
-------------
Roja înê (22.10.2010) wê li Berlînê paytexta Elmanyayê şîniya birêz Ismaîl Umer, serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), li dar keve.
 Pismamê wî Ednan Kîkî wê vê şîniyê di odeyên Komela Kurdên Sûriyê li Berlîn-Brandenburgê pêk bîne.

 Şînî seet 17.00 dest pê dike û seet 20.00 bi dawî tê.
 Navnîshan:
Gemeinde der Kurden aus Syrien in Berlin/ Brandenburg e.V., Trautenaustr. 5, 10717 Berlin.
 Telefon: 0173-6234226

(Ednan Kîkî)

-------------
PARTIYA YEKÎTIYA DÎMOQRAT YA KURD LI SÛRYA.
MALBATA NEMIR MAMOSTE ISMAÎL OMER.
Bi dilekî xemgîn û bi êş ûkeder me noçeya koçkirina nemir serokê partiya yekîtiya dîmoqrat ya kurd li sûrya mamoste Ismaîl Omer bihîst.
Ez binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya Partiya yekîtiya dîmoqrat ya kurd li sûrya û heval û endamên partiya yekîtiya dîmoqrat û malbata nemir dikim bila serê miletê kurd sabe, û her û her wê di bîra mede bimîne û jibîr nabe,xwedê wî bi dilovaniya xwe şabikî û cihê wî bihişt be.
Stockholm 18.10.2010  
  Malbata Cegerxwîn
  Kesra


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark