Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Þevên Helbestê (4) bi Helbesên Axîn Mîrxan xemilî

 


  Þîndar A_yûsif

Hîn em nizanin yan em dizanin û di ser guhên xwe re davêjin, helbest çiye?
Hîna ev babet di Þevên Helbestê de lidare, vê carê babet helbesta nûjen bû, û helbestvan Axîn Mîrxan bû, belê êvarek wek vaqa êvara, mêvan, nîvisandin, guhdar kirin û xwendin li dar dikeve.
Di vê þeva Helbestî de, li piþt maseyekê çar qorzî, pelên xwe diyarî  melkemotê helbestê dike u bi ziq bûna mejî,  guh, çav, tev laþ, me xwe amade kir ji vê þevê re.


Mêvan bi jimara temen, li bajarê Hisiça bajarê tiþtên veþartî û destên direj, Axîn wek birayê ne di helbestê de,  xwe di hustê temenê min de  rakir û me biçûkanî bê hemdî xwe li hev pehir kiribû.
Li wî guhdar dikim gelek cara û cardî bê hemdî xwe .zane bê çi dixwaze ji nîvsandinê û nerîna wî di helbestê de  pêþketîtire ji nîvsandinê wî ,belkî ev êþeke, em giþ têre derbasdibin jiber ta mero bigihê yekbûna pelê û nerînê belkû dem û xwendin divê.
Þeþ pel xwendin, an þeþ helbest  wilo dibeje, çapkiribû li ser pela û berî çayê bide me(kurdo)  pel dan me, îca her yekî ji me gulzika xwe derxist(kesên çav kêm) û çixara xwe vêxist û me xwend berî ew bixwîne.
Xweþ bûn wek þekir helebestên wî, bêhna mero bi wan derdikeve dibe qey zarokin ,ger helebest zarok be û bi zimanê dayikbûnê biaxive ev bixwe gavek giringe bi alî giyandinekê bi nav.
Xwendin divê u guhdarkirin û hinek rexne di hinava mejî de ta mero karibe navekî li nîvsandinên xwe bike.
Di pela Axîn ya bi navê(weneya 1em)wisa nivisandibû digot
Perçak jê:
Gelek caran xwe di nav
Pûþên xewnan de didît
bayê bîranîna bêndera wî didêra
Barkinek ne ji dil xwe li riwê wî dipeça
Çirayên hevdîtinê dîsa þewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî bi sed xwezî dîsa bi Bilûra þivanekî
keriyên bêrîkirinê zîvirîn.
Ziman û gotinên wî zelal bûn, qajwaja zarokin kolana tîne bîra me û bêhna kiras û xifatanê diya mero, wêne têde ban dikin. Axîn, nikare xwe ji wan wêneyan xilaske û ew zelabûna zaroktiyê tenê zikê helbestê têr nake û cudakirineke bê wate ji mer çê dike.
Di wêneya pênca de Axîn Kamêra xwe cardî vêdixe û berî dide pirîskên baranê
Dibeje:
Li hêviya baranê
Ne bûk xuya bû
Ne berbû bi rê bû

Bi hêviya baranê
Wê baran bê
Tu nebû bûk
Û nebûm berbû
Ku em herin xweþiya baranê
Cardî ewrên wî ,baranê jê re û ji helbestên wî re tînin û  herî em li wê navê man ne baran û xelandineke di mejî de hate xuyakirin.
Em rabûn me xatir ji Axîn xwest û herî ew pelên wî pê re man û pelên me jî bi mer man þevbuhêrk  bi dawî bû.

Hesekê
27_9_2010    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark