Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojên wêjeya KurdÎ yên şaredariya Batmanê

 


Suad Cegerxwîn

Wek hertim zingilê telefona malê lêxist, mat  û westiyayî min destê telefonê hilda da bersivê bidim, Kekê Konê Reş tu yî?! Ser çavan, belê xweşka Suad ez im, min pir hezdikir tu jî li gel me beşdarî rojên wêjeya Kurdî yên şaredariya Batmanê bibî, eger pêkarînên te hebin ezê pir kêfxweş bibim.. Bi rastî, min nema zanîbû ezê çi bêjim, ez pir westiyayî me, ez karê barkirina mala xwe dikim û di nav de windayî mame.. Lê dilê min bi coş bû..


 Ez ketim nav ramanên kûr, min pir dixwest tevî çalakiyên bi vî awî bibim, bi taybetî bîranînên xwe bi bavê xwe re bînim ziman.. Sîberan ez birim û anîm, vegeriyam paş berî çend sala, min hinek ji xewnên xwe bi cî anîbûn, gava ez çûme bajarê Amedê, gundê Hesarê û Qerqatê, ev çend salin ku bûrîne, min bêrya welatê xwe yê dayik kiriye.. Êdî min ji Kekê Kon re got: Derfetê çend roja bide min ezê bersiva te bidim.  Lê bi rastî li sipîde min telefon kir û jêre got: Belê Kekê Kon teqez ez têm. Ji xuşka min Selam re jî gotibû, êdî di roja 20ê gulanê de, ez Konê Reş, Selama xuşka min û Salihê Silêmanê Hecî Ûsiv bûne heval û me sînor derbaskir..
Li Nisêbînê makînak li hêvya me bû, bi rêz û rumet du xortên kurda em vexwandin hundirê makînê, me berê xwe da Batmanê, makîna me hinekî çû em ketin nav siruşta welatê xwe, çiqas bi perkale welatê me, her perçak jê helbestek bavê min tê deye, bi evînî  eragîşên xwezayî di dilê her perçakî de  hatiye nexşandin, siruşt bi tevahî pê hatiye xemlandin, çiqas xweşe welatê me, geya, çiya, av, deşt û newal êdî min ji xwere got raste bavo te gotiye (Welatê min tuyî bûka cîhanî) û (Bilinde bejn û bala te, li ser taca te ezmane) û (çi reng şêrîne yara min, şipal û nazik û şoxe... Ferat û Dicle û xabûr, bi ser bejnê de berdane) Ez pir bi siruşta welatê xwe  şeydan bûm, min ji xuşka xwe re her dogot: Temaşeke Selam ev perçak ji buhiştê ye.
Em gihiştin Batmanê, makîna me li ber hotêlekê rawestiya, cihê razana me ye (Gap hotêl), em bi banî ketin da em herin odên xwe hîn me alavên xwe dananîbûn dengê Kon hate me, ka werin kekê Aydin dixwaze silavekê li we bike, bi rastî silava kekê aydin destpêkeke pir xweş bû, muralê min bi hêz tir kir û coşa min xurtir kir, devliken û bi rêzanî silaveke germ da me û got: Win li mala xwe ne, li nav meriv û xwediyê xwene, em bi we gelekî  şadîmanin, gava em daketin xwarê me dî çend keç û xortên ciwan û çeleng, li ber me rawestiyan û bi germî silav li me kirin, ji mere dane zanîn ku ewê van çend rojên semînerê guhdarê me bin, ez gelek bi wan serbilind bûm û min dîsa ji xuşka xwe re got: Evin pêşeroja me, evin gernas û egîdên me, xwedê wa ji welat re bihêlî.
 Li sipîde di salona sînemayê ya Yilmaz Guney de program dest pêkir. Serhat Temel(wekîlê  serokê şaredariya Batmanê), peyva xwe bi xêrhatinê destpêkir û hinekî li ser proja wêjeya, kurdî di van sê rojan de axivt. Piştre me bihevre li filmê jînenîgariya Cegerxwîn temaşekir êdî min û xuşka xwe hin ji bîranînên xwe bi bavê min re û hin ji yên malbatê bi tevahî dane hev û pêşkêşî temaşevana kir her wiha kekê Ehmed Kurdî jî hin ji helbestên Cegerxwîn bi qehremanî gotin dawî hin pirs hatin kirin, kekê Konê Reş di vê rîniştinê de moderator bû, piştî nîro semîner bi Salihê Hecî Usiv, Osman ozçelîk, Şêxmûs Kaya berdewamkir her yekî çend guldeste ji gulîstana helbestên Cegerxwîn pêşkêşkirin her wiha piştî nîro semînera bi navê (Yê ku peyv ji esîman daxiste erdê Cegerxwîn) dest pêkir, kek Arjen Arî, Konê Reş, Kawa Nemir, bi hurbûniyeke bilu dîtinên xwe anîn ziman û bi dilxweşî û bi gift û go program hate dawî . Bi şev li ser navê mêvanê rûmetê Bavî Nazê kokteylek li mala mêvanan ya şaredariyê pêk hat. bi rastî rojeke pir xweş  û cuda derbas bû ji hersî layên Kurdistanê rewşenbîr civiya bûn, di bin sîwanekê de li ser wêja Kurdî axavtin, her û ha herdû rojên din jî bi rêk û pêk derbas bûn kek H. Mem, Zana Farqînî, Şefîk Beyaz û ji kurdistana başûr kek Şewket Sindî li ser erkê Ehmedê Xanî, Melayê CIZîRî û Feqê Teyra di wêja kurdî ya klasîk de axivtin.. êdî seet 13oo semînera  xwendina helbestên Melayê Cizîrî û soneyên Şekspîr ji aliyê Kawa Nemir û kek Eydîn dest pêkir û bi gift û go  berdewamkir seet 16oo Bavê Nazê li ser roman û çîrok di edebiyata kurdî de axivt, gift û go hat kirin, semîner bi vî awî bi dawî bû. Roja dawî li ser helbesta nujen di wêja kurdî de ji aliyê kek Arjen, Şêxmûs Sefer û hin din hate axavtin, yên ku tevî semînera bibûn teva xelat wergirtin.. Dawî wekîlê Şaredariya Batmanê Serhat Temel sipasiyên xwe pêşkêşkirin û hin hevpeyvînên kurt  bi me re çêbûn. Bi rastî ev cihê kêfxweşî û şehnaziyê ye ku em kurd li gel hev bicivin û bê sînor ligel hev gift û go bikin, pêdivîtên me kurda gelek bi rojên bi vî awî hene, ez bi dil û can amadekarên vê semînerê pîroz dikim hêvîdarim ku emê ligel hev karibin bi dilovanî û kêfxweşî li ser pirs û pirsgirêkên welatê xwe rawestin û navdarên xwe bi bîr bînin, ev ne tenê bîranîne, ev soz û peymane em li gel hev didin ku emê rêça ku  wan dest pê kiriye berdewam bikin. Berî ku em Batmanê bihêlin daxwazek me ji wekîlê serokê Şaredariya wê hebû ku em biçne Amedê li  Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn binerin, ez li vir gelek spasiyên xwe jêre pêşkêş dikim, wî armanca me bi cî anî, piştî xwarina  nîro makînak li ber dergehê hotêlê rawestiya, ez, xuşka min Selam, Konê Reş û Salihê Hecî Ûsiv dilgeş ketin makînê û me berê xwe da bajarê Amedê. Pesnê bedewiya rê, dar û zevên welatê me geleke pirtûk têrê nakin, ji loma ezê bi kortasî bêjim, em li Heskîfê daketin û me li bedewiya teht û kelehên wê temaşekir, hinekî lê geriyan û wêne girtin êdî me û siruşta bedew bihevre me rê berdewamkir ta em gihiştin Amedê, makîna me li ber avahiyekê pir bedew rawestiya min li jora xwe nerî û xwend Navenda Çand û hunerê ya Cegerxwîn, tiştekî pir xweşe, ez êdî nikarim kêfxweşiya xwe veşêrim, ji ber ku li ser ruyê min hatiye nexşandin, gava em ketin  hundirê avahiyê, li ber infirmasiyonê keçeke çeleng bi kincên fermî pêşewaziya me kir Û bi zimanê Kurdî bi me re axivî, rûgeş da pêşya me da em li wê senterê temaşekin, kêfxweşiya wê pirtir bû gava me jêre got em keçên Cegerxwînin,bi rastî em jî gelek bi wan hola şeydan bûn bi tîpên Kurdî li ber her holekê nav danî bûn, em li pirî wan geriyan, me zarokên Kurda bi bergên kurdî li ser sehnê dîlan dikirin dît, li holeke dî zarok fêrî muzîkê bi haleta kemanê dibûn, min ji mamosta wan pirsî ger pêwîstiya wan bi dîlokên kurdî yên zaroka hebin,min zoz da wan ez Ji wan re rêkim, bi vî awî em li gelek hola rawestiyan û ji kêfxweşiyê, me nema zanîbû em derkevin, dawî em li Kafêtêrya wê hinekî rûniştin û me hin wêne bi wan re girtin, ez bi gumanim ewê gelek kar û xebatên hunerî tê de pêk bên.
Kêfxweşiya mezin ewe ku zarokên me wê di hudirê avahiya xwe de bi huner û çanda kurdî perwerde bibin, dilxweş û rûgeş me avahî hişt lê xemgîniyê ez dorpêç kirim, avahiyek bi tenê ez dilxweş kirim, êdî hestên min hatin vejandin, bi salaye zarokên kurda bê dibistan û navin îro jî em ji bo avahiyekê dilxweşin, ma ne mafê meye ku zarokên me di avahiyên me de perwerde bibin, bi sedan avahiyên bi vî awî  ji mere pêwîstin. Makîna me em dilgeş vegerandi Batmanê, di rê de em hinekî li nav çîmenekê de rûniştin me çay vexwar û riya xwe berdewam kir, bi şev em mêvanê Batmanê bûn û em li mala keçeke kurd civiyan, wê gelek cara em vexwandin cem xwe malê lê çênedibû, me   bi dilxweşî daxwaza wê pêk anî. Li hotêlê me dost û heval tev dîtin û navnîşan û telefonên xwe bi hev guhertin, bi dilxweşî em ji hev cuda bûn, bi rastî min wê şevê  xeweke pir xweş kir, dilvejandî ez rabûme ser xwe, metaştê xwar û em daketin jêr, li hola informasiyonê me hevdû bi oxir kir û me jî berê xwe da Nisêbînê da em vegerin malên xwe, di rê de her em li ser wan çend rojan diaxivîn û dîmena Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn  jî   cihê xwe di nav hest û ramanên min de baş girti bû, bi vî awî min beşek din ji xewnên xwe bi cî anîn.
Li Nisêbînê em ketin avahiyekê li ser danîbûn Navenda Çanda Mîtanî, li wir careke dî me wêneya Cegerxwîn dît. Bêguman mirov kêfxweş dibe gava navdarên me bi payebilindî cihê xwe di dîrokê de digrin, hêvêdarim ku rojên me kurda ji nuha û pêve tev bi xweşî  û serfîrazî biburin her û ha em bi azadî, bê sînor hev û dû bibînin, careke dî sipas ji amadekarên vî karî re, ev roj wê di bîrdankên hizrê me de herdem cî bigrin û qet wê neyên jibîrkirin.    

Qamishlo 10.06.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark