Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê

 


  Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Beşê Yekemîn:
Di kêlîka ku min çenteyê xwe yê seferê ji boyî rêvingî û rêwîtiya mijbar û  ji boyî çarenûsa nenas a qedera xwe amade dikir, min hewl dida xewnên xwe yên birîndar, beravêtî û zorbaz jî di koşe û şaneyên giyanê xwe de, di cihine asê de, wek ku tembînameyên axê û miriyan bin, veşêrim. Da bi alîkariya wan xewnan bikaribim wateyekê, bahaneyekê û armancekê  pêşkêşî xwe û pêşkêşî penageha xwe ya li welatên xelkê û li paytextên seqemê û li cografyayên gawirane yên taristan û berfê bikim.


Min ji bilî dilovaniya dayika xwe û rewanbêjiya zimanê wê yê ji keservedanên sermedî, ti çareyeke dîtir ji peydakirinê re; peydakirina avekê ku agirê hinavên min vemirîne, nedît.  Min xwe avêt bext û ocaxên kurmanciyê  da ku bi per û baweşînkên xwe, bi nimebarana xwe û bi sira bayê xwe dojeha  nava min haş bike, da laşê min bi xemsarî  radestî zixt û kemendên berfê û radestî gefên seqemê neke, da giyanê min ji şer û pevçûn û êrîş, zikreşî û çavnebariya nivîsandinê biparêze û min ji bîranînan, ji goristanan, ji bêrîkirinan û ji hezkirin û dilsojiyê bi dûrnexîne.
Dema min pişta xwe da renckêşan, perîşanî, nalîn û hawara ji hesin a welatê xwe, bindestî û şkestinên dîroka bajarê xwe, toz û babelîskên kuşe û kolanên taxa xwe, bîn û dûkel û hinasa mala xwe, sergerdanî û destpakiya hevalên xwe, hezkirin û mehrebaniya xuşk û birayên xwe, eşqa efsanewî ya Ronoya xwe, min dixwest laşê xwe ji alavên bêbext ên tunekirinê, giyanê xwe ji serdemên  tirsê, ji çanda bêrûmetiyê, ji zimanê zordarî û riswayîya rojane, rizgar bikim.
 Di gel vê yekê jî, dema min koça xwe li welatê xelkê danî, min qet bawer nedikir ku doh, îro û siberoj, bîr, bîranîn û bêrîkirin û jibîrkirin dê bibin kêrine sûkirî û bi hev re êrîşî matmayîna herdû bûneweriyan bikin; bûneweriya laş û bûneweriya giyanî. Min bawer nedikir ku giyanê min dê ew qasî di bare, dîmen û seqayên utopyayê de bikele, bilerize, bişike, biderize û di nav pencên parzemîna nû de, bi şewatan re, her kêlîk,  wek pinpinîkan bişewite.
Di vê şewatê de, min hewl da xwe, ku alavên pêdarî û bergiriyê ji xwe re peyda bikim hetanî ku bişêm xwe dûrî himbêza mirinê bixînim. Min ji xwe re, ji bilî xilwetxane û nimêjgeha nivîsandinê ti çareyeke din, ti alaveke din, ti pencereyeke din  nedît. Min berê xwe da dûman, sermestî û bişaftina mûmên dilê Cizîrî û min xwe nêzî ewrên şeyda û dîn ên esmanê Şêxê Senan kir. Min bi wan re, hêdî hêdî, xwe di xeyala peyvê de dît, min derûdora xwe jî di naveroka çêjwergirtin û hestadariya zimanekî kavilbûyî de dît . Min ji xwe pirsî ez kî bûm? Aniha ez kî me? Di siperojê de jî pêwist e ez kî bim?
Da xwe baştir binasim û baştir jî xwe bidim naskirin û penageha xwe, cîwarên kevn û nuh rave bikim û bersivekê ku bi tenê têra min bike, bidim pirsên bûneweriya xwe,  ez kî bûm û aniha kî me? Min berê xwe da nivîsandinê lê min dixwest ji nivîsandinê wêdetir bîna afirandinê ji giyanê min bifûre.
Min di vê prosesa nivîsandinê de, hetanî ku ji min hat, xwe dûrî hestên tolgirtin û şer û ji holê rakirina yên din û min pêtir xwe nêzî hest û nest û gencîneyên zimanê ku bikaribe hemî mirovatiyê bipejirîne, kir. Li xalên ronak û li asîtankên mirovane yên peyvê geriyam û min xwe ji çavkaniyên felsefeyê, ji deryaçeyên wêjeyê, ji bingehên hizirîn û têramandinê bêpar nehişt.
Di jiyana xwe de, min takekes nekirin mijara nivîsandina xwe û min hewl neda ku berê nivîsandina xwe bidim êşandin û birîndarkirin û nizimkirin û pîskirina xelkên din. Berevajî vê yekê, ji boyî nivîsandina spehî, û bedew û ji boyî afirandina rasteqîn û behremandane, bi qasî ku geriyam ew qasî jî  westiyam, êşiyam û birîndar bûm.
Hetanî ku ji min hat, min di nivîsandina xwe de, xwe ji şerê dostan, şerê taxan, şerê êl û olan, şerê beşan û bajaran, şerê partî û rêxistinan, şerê nivîsandin û nivîskaran, parast. Çunkî min zû bi zû fam kir ku beşdarbûna di van şeran de hem nivîsandinê kirêt dike û hem jî nivîskarî ber bi bêbextiyan, derewan, sextebaziyan û keysperestî û tolhildanan ve dehf dide, yanî wek serencam, xewn beravêtî dibe, aso tengtir dibin û merc, erk û pêdivî tevlîhev dibin. Min peyveke P. Neroda ku dibêje” wek ku çawan nan ji ard çêdibe wisa jî helbestvan ji aşîtiyê” ji xwe re wek bazbendekê hilbijart  û min di zûtrîn dem de fam kir ku çanda şer, çanda pevçûnan û çanda sextebazan bi hêztirîn çand e ku dikare pir bi lez nivîskarên reşekuj,  êrîşbaz ên ku rê li ber diyalog û gengeşeyan digirin, perwerde bike, biafirîne û wan bike nîşana qonaxekê ku ji bilî desthilatiya tunekirina yên din ti hişmendiyê li pey xwe nehêle.
Serê sih salan in, di helbest û nivîsên xwe de, hewl didim gerdîşe, gêwl û rewşta jiyanxwaziyê biçesipînim û xwe dûrî şerên biçûk û rojane bixînim, nivîsên xwe di çarçeweya zeftkirina rastiyê û pirsên heyîna nasnameya xwe de pêşkêş bikim, êşa neteweya xwe watedartir û nêzîktirî giyanê xwe bikim. Lew re min di qonaxa sîh salan de, kes û rêxistin, serok û partî ji xwe re û ji naveroka nivîsandinên xwe re nekirin armanc û mebest û ne jî kirin derdên nivîsandina xwe û ne jî kirin eniyên êrîş û cengên xwe.
Dema ku min ji xwe re cîhan û dîmena nivîsandina bi kurdî dixwend, dema ku aniha dixwînim jî, dibînim ku, pêwistiya vê cîhan û dîmenê bi hezaran lêkolînên zanistî û pisporên komelnasî, derûnnasî û antropolojî heye. Tûnebûna van pispor û lêkolînan wisa kiriye da pirs û pirgirêkên mezin ên nivîsandina bi zimanekî qedexe û wergirtî, da nivîsandin û rewşenbîrî û afirandin û berhemdarî û rexneya edebî û pîvanên babetên wêjeyî û dîroka wêje û peyva kurdî, li şûna xwe bimînin û roj li pey rojê dîmen şêlûtir û lawaztir bibe, rê jî li ber keysperestan û nîvnivîskaran vekirî bimîne da bi nezaniyeke mezin beşdarî nîgarkirina dîmenê bibin.
Tunebûna lêkolînê dergeh li ber her kesî vekirî hiştine ku rabin li gorî ast û sewiyetên xwe, paşxane û niyazên xwe, bîr û baweriyên xwe, çewtî û lawaziyên xwe, beşdarî avakirina dîmenê bibin û hergav jî li bin siya diruşme û sloganên bênaverok ên ku dikarin ji wan re bahaneyên nivîsandina bi kurdî peyda bikin.
A li vir, bêbextî, derew, durûtî, çanda sûtal û şagirdên şahî û şîniyên bin konan, gotinên ser tenûran, falbazî û xwendina fincanan, bêberpirsyariya exlaqî ya gotinê û sextebazên kurmanciyê, dest pê dikin, kirasên rexneyê û kumên rexnegiran li xwe dikin û bi xeyalên xwe yên zuha, bi derbirînên xwe yên nîvçe, bi rêzimanên xwe yên malkambax û bi rastnivîsînên xwe yên sosretane û bi astên xwe yên kurt û bi paşxaneyên xwe yên hejar û mirî, roj li pey rojê, têdikoşin, xwe diçirînin, da ku nivîsandina sade û arzan, nivîskariya bê hiş û bê behre, di hişê kurmanciyê de bikolin û biçesipînin..
Berdewam dike
London
03. 06. 2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark