Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi Mīr Celadet Bedirxan Ū Hawara wī Re Li Cizīra Botan Būm

 


  Konê Rež

Li ser daxwaza žaredariya bajarê Cizîra Botan, min jî beždarî di Festîvala 4’emîn a Rojên Ziman, Çand Û Hunerê Ya Cizîra Botan de kir. Ew festîvala ku di rojên 14-15-16 Gulana 2010an de li Bajarê Cizîra Botan, dibin durižma (Zimanê Me Stêrka Esmanê Welatê Me Ye) hat li darxistin. Fermo gotina min a ku li dor mîr Celadet Bedirxan û ekola Hawarê bû, bixwînin:


Wek ku diyar e, îro 15/05/2010, 78 saliya derketina kovara Hawarê ye û ji bo roja zimanê Kurdî li bajarê Cizîra Botan, ji bo Festîvala 4’emîn a Rojên Ziman, Çand Û Hunerê kom bûne, di bin durižma (Zimanê Me Stêrka Esmanê Welatê Me Ye) hev dibînin û ked û westandina Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê bibîr tînin.
Ji dil ez spasiya žaredariya bajarê Cizîra Botan yê kevin û nû dikim, spasiya amadekarên festîvalê dikim.
Berî her tižtî, dixwazim bi gotineke Mîr Celadet Bedirxan dest pêbikim:
   (Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, žerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewžiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin..)
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Žam,1941
 
   Belê, îro (15 ê gulana 2010 ), 78 sal di ser derçûna kovara HAWAR ê re derbas dibe û wek ku diyare ev roj hatiye bi nav kirin roja zimanê Kurdî. Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim...
   Wek ku nase, mîr Celadet Alî Bedirxan di destpêka jiyana xwe de pîž bi siyasetê kiriye û di gel re jî hewldaye ku turikê xwe ji rewženbîriya gižtî dagire.
   Wî, ev herdu bar bi hevre hilgirtine û žopandine. Ji xwe siyaset bê rewženbîrî û rewženbîrî bê siyaset tekûz nabe. Ango hûnandinek di navbera herdiuan de heye.
   Mîr Celadet Alî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand,ferheng û rewženbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû.. Di sala 1909´an de, li ber destê Mewlan Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya "Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana "Bîra Qederê" de çi dibêje:
(Žerekî nû destpêkiribû. Min kar, žixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku? Kurdan gotibûn: Teyr baže bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
   Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Mir da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paža, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tižt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
   Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên žoreža Firansayê, bi žirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedirxan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî ?  Min hedefê xwe hilbijart...

Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg. Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûnižtin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir...
   Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min pažê li welatên dûr û xerîb derxistin, biwežînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina...)

   Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîž bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de wežandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913´an de li Stenbolê çap û belav dibû. Di sala 1910´an de, dema ku hêj xwendina xwe dikir, bi kar û barê wežandina kovareke dibistanî rabûye û berpirsiyara wê kiriye.
    Di sala 1912´an de, bi žagirt û qutabiyên Kurdên Stenbolê re beždarî avakirina (Komela Xwendevanên kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê "Hêvî"... Û wiha bi rewženbîrên kurd yên sereke re li Stenbolê beždarî û alîkarî di wežan û belavkirina kovar û rojnameyên wan de kiriye, wek:
-          Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat wežandin
-           Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî de dihat çap û belavkirin.
-          Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat wežandin.
-          Di sala 1918´an de, alîkarî di wežan û belavkirina kovara "Jîn" de kiriye, ewa ku bi navê (Komela Tealî Kurdistan) li Stenbolê dihat wežandin û di bin berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de bû...
   Û weha ta ku wî, kovara xwe "HAWAR" li Žamê, bi tîpên latînî çap û belav kir û di rûpelê pêžîn de got:
  (Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tižtek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tižtekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê…)
Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêžîn, rûpelê pêžîn,15 ê gulana 1932)
    HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewženbîriya kurdî a têvel de žorežeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêžîn û rêza pêžîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
  (Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xwežiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tižtî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman žerta heyînê a pêžîn e. Hawar jû (ji îro û) pêve bi her tižtê koKurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hižtiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinehetê de dê bixebitin.
*          *          *
Awayê xebatê:
1 - Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê.
2 - Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêžveketina wî.
3 - Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4 - Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên žaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
5  -  Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.
6 - Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan û sehîtî ser pîž û sinhetên Kurdî.

7 - Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û ser dîroka ežîran, berî, pažî û di wextê Mîr –Žeref de.

     Cih û warê HAWARê li Žam / Taxa Kurdan bî û di çapaxana Tereqî de dihat çapkirin.
    Hawar bi du zimanan dihat wežandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bû. Bežê fransî 2-4 rûpel bû. Bežê kurdî ji hejmara 1- 23 an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêžîn ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî diyar û ežkere kir.
   Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zorê reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Žamê, di bin rûnižtina zorê de bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, žêx û rewženbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî latînî bibûn.. Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqižandine û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêžîn de bi wan re beždarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê.

   Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Bažûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîžkê Hawarê, di quncika bijîžkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, Hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hižyar, Rewžen Bedirxan, Režîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paža.. Hwd. Hem jî ji Kurdistana Bažûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Žakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd, Ebdulxaliq Esiri..hwd.
   Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû.. Belê bežê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî bežî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew bež dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot. 
   Belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewža aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê û pažê jî hatîye rawestandin.
    57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de hatine wežandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewža abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (Sê tarîxên Hawarê) de, hejmara 27/1941, mîr Celadet wiha dibêje:
     (Tarîxa pêžîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdan ji dil û devê wan ketine nav rêz û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..)
Temenê Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewža abûrî, ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye.
   Hejmara pêžîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye wežandin, hejmara dawî ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye wežandin
   Hawar, ji hejmara 1- 23, ku ta roja 25 tîrmeha 1933, bi dûv hev de hatiye wežandin, bi du elfabeya; latînî û erebî dihat nivîsandin û tîpa (Q) li žûna (K) bû.. Ji hejmara 24 an a ku di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye û pêve xurû bi kurdiya latînî hatiye nivîsandin, hem jî tîpên (Q) û (K), li ser daxaza Elî Seydo Goranî bi hev hatine guhertin.

   Hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye wežandin, ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye wežandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.
    Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala 1942 an de, bi navê (Ronahî) li Žamê çap û belav kirîye. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû.  28 hejmar ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêžîn (1) di yekê nîsana 1942 an de hatiye wežandin, hejmara dawîn (28), di meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin û êdî Ronahî jî, wek xwižka xwe Hawarê  hatiye rawestandin. Dibêjin ku ev kovar wek zêdeya kovara (Hawar)ê bû. Di heyamê Hawarê de û tevî ku mîr Celadet bi tena xwe Hawar derdixist, kovara wî, ji çêtirîn kovar bû di nav kovarên Erebî û Farisî de yên wê hingê li Žamê.
   Bi xêra ekola mîr Bedirxanê Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye..Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser û zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin. Û dikarim bibêjim ku bi xêra Ekola HAWARê:
- Pexžana Kurdî a nivîskî bi tîpên latînî destpêkiriye.
- Bingehê gramêra kurdî hatiye danîn..
- Edebiyata kurdî a nûjen destpêkiriye..
- Bingehê Ferhenga kurdî hatiye danîn
- Wergera bo zimanê kurdî destpêkiriye..
- Pirtûkxaneya kurdî hatiye danîn û bi xêra wê dor 20 pirtûkan ji wežanxaneya Hawarê hatine çap kirin.
- Zimanê Kurdî ji folklor û kilasîkê ber bi nivîsandina edebiyata nûjen ve çûye û folklor hatiye danhev.
- Ekola HAWARê bûye pirekê di nav edebiyata kurdî û cîhanî de.
 Dawî dibêjim: Bi xêra ''''''''Hawarê'''''''', xwžka wê ''''''''Ronahiyê'''''''' û xwžkên wan ''''''''Stêr'''''''' û ''''''''Roja Nû'''''''', nivîskar û helbestvanên bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hižyar…hwd. Hem jî bi wežana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.
  Eger ji berî 78 salan ve HAWAR hatibe hawara me, gelo, roja îro  em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna Hawarê bi herdû žêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi wežînin û di nav kurdan de bibelav kirin bidin..! Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe, herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin û nivîskarên wê îro stêrin gežin di asmanê welatê me de...
   Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kužtin û mirin û ev yek bi tena xwe xwež didevane ji dilsozî û wefadariya wan re. Û ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de binivîsînin.

Ji gotinên Mîr Celadet Bedirxan:

   Hawar hîmê zimanê me daniye. Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol.
   Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tižtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 20/1033, Žam
   Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
   Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke žexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 40/1942, Žam
Konê Rež
Cizîra Botan, 15/05/2010

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark