Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: bila ev siyaseta zordar dijî lawên civaka sûriyê raweste (bisekne )

 


  Sernivîsa Deng *

Ji xwendinek tenahî ji rahatên"têkarên" rijîma qedexkar re, û nemaze di salên dawiyê de di derheqa civaka sûriyê de, bi hemî reng û şevengên (kesoyên) rêzanî, çandî, û civakî( bêyî kesên ku li ser wan têne hejmartin) tevî siyasetên regezperestî di derheqa gelê kurd de yên ku ta niha û ji dehê salan de berdewamin,..aşkereye ku rijîm ev rewşa han bêtir berve astengiyê dajo,. carekê girkirina pêkbînên netewî dijî hev,.


di dema ku deziya pîlanê bi hevxist berî destpêkirina lîska tope di lîsgeha ( yargeha) qamişlo di avdara 3004an de..û çêkirina hin behanan ji bo kuştina bê guneyan ji lawên gelê me yê kurd, û encamê wê pîlaqnê ya ku emalka gihîştiye şerê navxuyî..ya ku dawiya xwe pir bivebû ger ku biba..ger herdu aliyan ereb û kurdan bi filazî berkar nekiribana wê pir pîsbiba…!, û carekî din jî berlêdana hêzên siyasî yên ku navşana şerê pîsîtiyê dikin tevî armanca gohrînê di rewşa rezanî deyan aborî de, û her kombînek yan rêzakarek bi xwe dîtyarek berve guhartinê û gurîna demoqratî aşitî, tevî rexistinên mafê mirovan, û dezgehên civaka ziyarî, û hîn jî bi hêz kardikir jib o herfandina şiyana civaka sûriyê bi hemi aliyan, çi di aliyê razber dabe yan dialiyê şênber dabe û birçîkirina wî, û hilweşandina estûnên zanyariyê, û digaviya herdemî ta boşkirina (valekirina ) naveroka wî ya rêzanî û çandî, û dehistina dîtyanên xwe bervî hin tiştên yên ku karibin karîdaran teve nuhdaran di meydana rêzanî de çi navwelatî dibe yan herêmî dibe…ev li kêlek ( nik ) siyaseta regezperest yak u rijîm dişopîne ji pênc girêk salên dawîyê de di derheqa gelê kurd de.. ji siyaseta tinehkirinê, û nerêniya millî bi heyîna dîrokî wek pêkbînek kokane ji pêkbînên civaka sûriyê, û yasaya hijmartina awerte 1962 ya ku pê bêtirî bi sed hezaran ji vî gelî ji nasnama sûriyê bûn, û piroja kembera erebî ya regezperest ya ku pê bi hezar duniman ji xakên bi xêr ûbêr ya çandinê hat wistandin ji cotariyên kurdan û dane kesên ereb yên ku ji parizgeha reqayê û helebê anîn û li bi cihkirin, tevî siyaseta erebkirinê ji bajar û gundên kurdan re ( guharina navên kurdî ) bi hin navên erebî, mebest jê ewe ku guhartinek demografî bikin ji deverên kurda re li kurdisata – sûriyê, û hîn taltir her ku rijîm sozan dide ku hin tiştan çareserbike di alîkî din re pirojin pîstir derdixîne hole di derheqa gelê me de, minak: di 2008an de şandek şalyarî  şande parizgeha cizîrê ta li ser rewşa rasteqîn bisekne, di bin re rijîmê mersûma reş (49)-10-9-2010 û bi wê mersûmê jiyana aborî bi hemi aliyên xwe hate rawestandin, û nuha jî pirojek din  ji pirojên regeperestî rijîm bi kar tine ( biryara 2707 di dîroka 17-3-2010 ) ya ku pê 381 cotarî kurd bê xakê çandinê yê ji bav û kalande ya wana bû  dimînin li meydana 78 gundan (30000) dunim li devera dîrîkê, ta ku ew cotariyên kurd silokvan bin ji xakên xwe bervê xwe bidin bajarên mezin ( şam û helebê ) û tevî qawîşên sêvîlbînê bin û biçîbibin, yan berê xwe bidib penaberiyê dervî welêt.. ev ton tişta dêle ku kîn û rik çêbibin, çimkî cotariyên kurd yên xudî xak ti carî xak xwe nahêlin û derna Kevin ta ku jiyan xwe û jiyana zarokên xwe bi serdin, ji alîkî de..û ji aliyek dinve ew cotariyên ereb yên bê cefa û bi dibare yên ku deverên kurdan di riya rijîma zordar û keviperest re bistînin ji
kurdan,.. ev dêle tişt bive û ne baş bên meydanê ti kes encame wê tiştî nizan e..
Ji ber vê tiştê han ve hemi tevgera rêzanî ya niştimanî bi hemi alî û hêzên xwe ( netewî, olî ), û ta rêxistinên mafê mirovan, tevî dezgehên civaka ziyarî, tevî tevgera karkeran, û cemewerên cotariyan, û sandîkên karane vexanin ji bo lihekirinekê bikin û yekbûnenekê avabikin ta pêdarî û dijberiya van siyasetên regezperestî bikin, û li hember rahatên qedexkariyê bisekinin, û çalakiyên gelêrî, tevî raperîn û meşînan bi rêkin, û rûtkirina siyaseta zordar di derheqa gelê kurd de,tevî aşkerekirina pirçiqandina mafê mirovan û girtina dehê kesan ji xebatkarên kurd û têxistina wan di taritiya zîndanan de ya ku rijîm pêktîne di riya hin dadeyên awerte ne millî ……û zora girmista ewlekariyê di hemi şaxên şiyana jînê di welêt de, û tinebûna azadiyên gişane ( rêxistinî, rojnamegerî, weşan, û nerîna azad..) ev gişt têne pirçqandin di bin sersiya rewşa awerte, û dadayên pêlnî de..
Ji vir de girîngtirîne ku em pireyên bawariyê ( berewiyê) dirêjkin di nav bera hemi pêkbînan di civaka sûriyê de ji ber ku nîştinên berê em dûr bavêjin, û ferelayanî ( netewî, rêzanî, olî,) bikin karbînên pêşketin, û pêvejokê, wek di welatê pêşketî de, û em bigavin ta ku em dozen niştimanî yên sûcarî di sere gavkin, ta em li şûnê hin estûn û bingehên zanyariyê dînin,..pê welatek ziyarî ava bibe, azadiyên demoqratî di hole bilîzin, û hemî mafên civaka sûriyê têde bên parastin, tevî mafê gelê me yê kurd di çaçuva yekîtiya welêt de, welatek dade û wekhevî serekê hemi tişta be li gur yasayek nûjane ti maxakan ji kesî re tinabe, û rîdarek çêbibe ji bo hilbijartinan, partiya, û çapkirinê, û hemî nakokî bê sûde bên gorane berve hawçariyek vacayî ..di xizmet welêt keve, û hemi şevengên sûrî têde bijîn lihev û bi biratî li ser hezkirinek mezin û li hev…
Ferhengoka sernivîsê;
-behane(حجة, ذريعة) –berew(ثقة) –civaka ziyarî(المجتمع المدني) –dîtyan(تطلع) –digave(يسعى) –dehist(خنق) –dadeyên pêlnî(أحكام عرفية) –dezgeh(مؤسسة) –heyîn(وجود) –hawçarî(منافسة) -karîdar(تفاعل) –kîn-rik(حقد) –karbîn(عامل) –pêkbîn(مكوّن) –piroje(مشروع) -rahatin-têkar(ممارسة) –razber(معنوي) –sandîk(نقابة) –şeveng(طيف) –şiyan(القدرة) –şênber(مادي) –şandek şalyarî(وفد وزاري) –tenahî-asa(متأني,هادئ) –yargeh(ملعب).

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark