Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojnamegeriya Kurdî ya Heftane gelekî lokal e

 


Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com

Em hîn ji pêvajoya “Rojnamegeriya Heftane” derneketine
102 sal  di ser rojbûna rojnamegeriya kurdî re derbas bûn, vaye me salvegera rojnamegeriya kurdî, li her derê bi gelek þêweyên cuda pîroz kir. Herçiqasî îsal pîrozkirin qels bû jî, lê belê qet nebû me ew roj bi bîr anî.
Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî, me hîn sînorê rojnamegeriya heftane derbas nekiriye. Çend rojnameyên ku rojane derdikevin jî, di rengê bultenan de ne, hinek ji wan bi þêwaza derxistina belavokan derdikevin. Ji bo xwendevanan ne balkêþ in.


Bêguman derxistina rojnameyan, bi þêweyekî rojane kadro û tîmekî çalak, aktîv û profesyonel dixwaze. Tîmekî wiha dixwaze ku nêçîra nûçeyan bike û her kêliya ku were xwestin, li cihê bûyerê be. Ez bi xwe niha tîmekî wiha nabînim, dibe ku hebe lê min nedîtiye.
Her wiha ji bo rojnameyeke rojane, nivîskarên rojane jî lazim in, ku bikaribin her roj tiþtekî nû ku raman-perspektîv têde hebin pêþkêþî xwendevanên xwe bikin. Nivîsandina rojane hunereke bi serê xwe ye, teknîka wê gelekî taybetî ye.
Weke ku ez dibînim, em rojnamevan û nivîskarên Kurd nikarin ligel wê teknîka nivîskariya rojane guncaw bin, çawa bêjim em bi rojnamegeriya heftane re tembel bûne.
Ez bala xwe didim peyamnêrên TV kurdî, goya raporê pêþkêþ dikin, tu dibêjî derbeyeke eskerî çêbûye, gotarên siyasî pêþkêþ dikin.
Wê rojê dostekî rojnamevan ji min re digot, “binêre, di rojnameya erebî Al Hayat de, Cîhan Al Xazin, çawa dinivisîne, di her nivîseke wî de, aqilmendiyek heye, ew bi nivîsên xwe weke rawêjkarekî ji bo Ereban kar dike...”
Nabêjim hemû, lê piraniya nivîskarên ku di rojnameyên cidî de rojane dinivisînin, kesên bijarte ne. Li cem me Kurdan hîna ew nivîskarên bijarte derneketine. Nivîskar û rojnamevanên bijarte tîraja rojnameyê bilind dikin.
Ji ber vê yekê nivîskar têne transfêrkirin.
Heta ku di nava me Kurdan de rojnamevan û nivîskar neyêne transfêrkirin, emê nikarin bibêjin em xwediyê rojnamegeriyeke bi bandor û serkeftî ne.
Di nêrîna min de rojnamegeriya me ya heftane, li pêþiya derketina û pêþxistina rojnamegeriyeke rojane ji bo Kurdan astengan derdixîne.
Derketina “I POD” dinya biçûktir kir. Tu li kuderê bî, dinya di nava destên te de ye. Êdî qet pêwîst nake tu li bajarekî weke New York, yan jî Parîs û Dubay bî. Dixwazî bila mala te li gundekî Kurdistanê be, dixwazî bila tu li ser zeviyekî yan jî li ber pezê xwe þivanek bî... êdî “I POD” a di berîka te de, hem Computer, hem Mobile, hem jî internet’a te ye. Ango rojnameya te di girfana te de ye.
Di rewþeke wiha de, gelo rojnamegeriya heftane dikare bersiva pêdiviyên mirov bide?!
Ji ber ku bûyer pir bilez rû didin û xwendevanê rojnameyê nikare li benda derketina rojnameyê ji bo roja din bimîne, li gelek welatên weke Almanya, rojê du caran rojname derdikevin. Rojnameya ku bi þev derdikeve ji ya bi roj cudatir e.
Hinek caran mirov dibîne ku televîzyon jî nikarin bersiva lezbûna bûyeran bidin.
Internetê, heta radeyekê piþt li medyaya çapkirî, televîzyon û radyoyan þikandiye. Împratorên medyayê li cîhanê gazinan ji vê yekê dikin û dibêjin ku wan bi pêþketina internetê re ziyaneke mezin dîtine, ji ber vê yekê ew hewl didin ku ligel “Google”, li hev werin, xwendina nûçeyan di internetê de bikin bi pere. Tevî ku heta niha Google ew biryar nedaye, lê her demê jî ew ihtîmal heye. 
Ez dibêjim belkî ji hemû miletan zêdetir pêwîstiya Kurdan bi rojnamegeriyeke rojane hebe, Kurdistan welatên bûyeran e, em bi rojnamegeriyeke lokal û herêmî, ne mezin dibin ne bersiva bûyeran bidin, ne jî dikarin ligel pêþketina teknolojiya di medyayê de bimeþin.

Jêder: Avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.30
Bi Tevahî Deng: 13


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark